Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî ji bo piştevaniya Janan li Iranê

Ev zêdeyî hefteyekê ye li gelek bajarên Îranê xwepêşandan tên lidarxistin, li bajarên mezin jî belav bûne û gihiştine zanîngehan. Ev xwepêşandan  li dijî kuştina keça ciwan a Îranî, “Mahasa Emînî” ku ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû binçavkirin, bi tawana pabendnebûna wê  bi fermanên giştî yê  tund ên derbarê cil û bergan, û lixwekirina hicabê ( bi tawana lixwekirina hircabe bi şêweyekî dirust).

Desthilatdarên Iranê berdewam in di çewsandina azadiyan de. Û biryara ferzkirina hicabê li ser Jinan biryareke siyasî ye ji bo kontrolkirineke totalîter e, û ji bo desthelatdar civakê baş kontrol bikin da ku berjwendiyên xwe biparêzin. loma rejîma Iranê ferzkirina hicabê bi rengekî siyasî bikar tîne, da ku azadiya raman û derbirînê biçewisîne û xwepêşandanên li dijî siyaseta rejîma desthilatdar tepeser bikî, da ku sînoran li jinan tengtir bikî.

Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, piştevaniya jinên Îranê û jinên  li her dera cîhanê dikin, û em piştevaniya biryara jinan ya lixwekirin an lixwnekirina hicabê dikin. Û em dibînin ev biryareke şexsî ye, ku ne ji mafê dewletê yan tu aliyekî din ku destwerdanê di biryara derbarê cil û bergên jinê de bikin, ev yek jinan ji mafê hilbijartinê, ku yek ji mafên mirovan yên bingehîn ê jinê ye. Her wiha em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, hemû siyasetên tund û cudakariyê yên li dijî jinan, û hemû kiryarên zordar û tund li her derê cîhanê şermezar dikin.

 

Azadî ji bo jinên Sûriyê û jib o hemû jinên cîhanê

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinên a Sûrî

Pêncşem 22ê Îlona 2022