Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî ji bo Piştgiriya Çalakiyên Aştiyane li Sûriyê: Ber bi Guhertina Siyasî û Wekheviyê

 

   Liv û tevgera jin û mêrên Sûriyê li seranserê parêzgehên Sûriyê, bi taybetî li parêzgehên El-Siweyda û Derayê ji nûve dest pê dikin. di dema ku xwepêşandan piştî têkçûna mezin a şert û mercên jiyanê tên lidaxistin; Lê belê daxwazên xwepêşanderan ji aliyên aborî û civakî wêdetirin ku di serî de yên daxwazên siyasî jî di nav wan de ne hene, ji ber ku gelê Sûriyê hewl dide guhertineke bingihîn di rejîma desthilatdar û saziyên siyasî de pêk bîne. Di vê çarçoveyê de; Pirsgirêkên aborî û civakî ji çarçoveya siyasî ya berfireh nayê veqetandin.

  Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê; ji reaksyona pêkan a rejîmê nîgeran in, nemaze piştî peyama eşkere ya Beşar El-Esed ku di hevpeyvîna xwe ya dawî de ragihand bû, tê de tekezî li ser pabendbûna xwe li ser helwêstên ku wî li hember tevgera aştiyane di destpêka şoreşê di sala 2011an de bikar anîye. em bitaybetî ji bersevên tolhildanê yên ku rejîmê ji destpêka şoreşa sûriyê ve li dijî jinan bi kar anîne nîgaran in, wek girtin û binçavkirinê,û tundûtûjiya seksî li dijî wan da ku beşdarbûna wan di çalakiyan de têk bibe û rola wan biçûk bike.

  Em di nava Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê de; bang li civaka navdewletî dikin ku fişara dîplomatîk li ser aliyên ku di şerê Sûriyê de cih digirin xurt bikin. Em bang dikin ku piştevanî ji destpêşxeriyên navdewletî yên ji bo rawestandina tundiyê û peydakirina mekanîzmayên veguheztina siyasî ya demokratîk li Sûriyê kar dikin, bê kirin. Divê ev piştgirî her weha tekeziyê li ser ser mafên jinan û rola wan ya bibandor di avakirina paşeroja Sûriyê bike. em weke Tevgerê; Em di wê baweriyê de ne ku divê xebatên navdewletî li ser xurtkirina parastina jin û keçan li Sûriyê bisekine, û rê li her kiryarên tundûtûjîya seksî û yên cudakarî li dijî wan, bigire. Dive mafên mirovan û wekheviya zayendî li navbera jin û mêran de di nav hemû hewldanên navdewletî yên ji bo piştgirîkirina tevgera siyasî û ya jinane li Sûriyê de hebe.

   Di dawiyê de, em pabendbûna xwe û piştgiriya xwe ya tam ji tevgera aştiyane re û daxwaz û armancên wê ji bo guhertinên bingihîn ber bi serweriya yasa, welatîbûn, wekhevî û çêkirina paşerojeke baştir ji gelê Sûriyê re tekez dikin. Em dixebitin da ku piştevanî û alîgiriya xwe ji bo jin û mêrên çalak yên li Sûriyê dixebitin bikin, wekî gavek ber bi gihandina guhertinek erênî. Em tekezîyê li ser giringiya hewildanên hevgirtî  ji bo guhertina siyasî û pêkanîna aştiyeke berfireh û berdewam bi rêya cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê jimare 2254, ku çarçoveyeke girîng e ji bo destpêkirina proseyeke siyasî ya berfereh ku daxwazên gelê Sûriyê pêk tine, dikin.

 

Bijî Sûriye bi xak û gelê xwe ve

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

În, 25ê Tebaxa, 2023an