Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî li ser bombebarankirina Efrîn û Cebel el-Zawiya

    Êvara şemiyê, 12ê Hezîrana 2021ê,  bajarê Efrînê rastî komkujiyek tirsnak hat, ku taxên sivîl û nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê li navenda bajêr hat armanckirin,û di encamê de hijmarek  kesên sivîl, di nav wan de karmendên bijîşkî û jin zarok bûn qurbanî, û hejmarek kes birîndar bûn. û ev bombebarankirin hevdem e digel êrîşa rêjîmê li ser gund û bajarên Cebel Al-Zawiya ku di 10ê Hezîrana 2021 de Ku bû sedema şehîdkirina hijmarek ji sivîlan, jin û zarok jî di nav de, û bû sedema tevgereke mezin a koçberiyê li deverê .

   ji ber ku civaka navdewletî hîn jî berdewame di paşguhkirina cîbcîkirina rêkeftinê  rawestandina gorkirina şer, û necidiyeta wê di peydakirina çaresereke siyasî ji bo bidawikirina xwînrijandin û êş û azarên gelê Sûrî, hîn jî deverên bakurê Sûriyê rastî êrîşên hovane tên. Ev yek jî binpêkirinek eşkereye ji hemû peyman û rêkeftinên  navdewletî yên derbarê parastina sivîlan de.

  Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, wan kesên ku ev tawan li Efrînê kirine şermezar dikin, û her wiha em  rêjîmê û Rûsya, dibînin di gurkirina şer li ser Cebel al-Zawiya, berpirsyar dibînin.  Ev herdu komkujî  weke dijberiyek eşkere ne ji qanûna navdewletî û yasayên mirovî, û peymanên navdewletî re. Em bang li civaka navdewletî dikin ku  bi erkê xwe di parastina sivîlan de rabe, û berpirsiyarên van tawanên dûarebûyî mûhasebe bikin.

Dilovanî bo giyanê şehîdan, azadî bo girtiyan, û serkeftin ji gelê me yê mezin re

Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî

Duşem 14ê Hezîrana 2021