Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi bûneya Çaremîn Salvegera Dagîrkirina Girê Sipî û Serê Kaniyê

 

 Di bûneya Çaremîn salvegera dagîrkirina Girê Sipî û Serê Kaniyê de, hîn jî rewşa jin û mêrên Sûriyê li seranserî cografiya Sûriyê de di rewşeke herî giran û herî xirab de dijîn, ji ber ku rejîm û hevalbendê wê Rûsiya kampaniyek bêmînak li Idlibê pêk tînin, bêyî ku ewlekariya jin û mêrên sivîl li ber çavan bigrin. Ji aliyê din ve Tirkiye dest bi êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, û amarên debara jiyanê û sektorên girîng dike armanc.

   Weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê; Em hemû kiryarên tundûtûjiyê, kî be sûcdarê wan kiryaran bila bibe, şermezar dikin.  ji ber Jin û mêrên Sûrî nikanin tundbûna serbazî ya zêdetir tehemûl bikin, ku gurkirina leşkerî derfetên gihiştina çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254 kêm dike,  ew biryara navdewletî ku dê garantiya vegera dilxwazî ​​û ewle ya jin û mêrên derbider bo cihên xwe yên resen bike.

  Em tekeziyê li ser rûbrûbûna binpêkirinên mafên mirovan ji rexê hemû aliyan ve li hemû herêmên Sûriyê dikin, di serî de binpêkirinên li Serê Kaniyê û Girê Sipî di qewimin, ev erkekî siyasî û exlaqî ye. Divê civaka navndewletî, Tirkiye û rayedarên xwecihî bi hev re bixebitin da ku berpirsiyarên binpêkirinan bên cezakirin, û ji bo alîkarî û piştgiriyê   bidin kesên zirar li wan bûye, her wiha da pêvajoyên guhertina demografîk rawestînin.

 Tevî ku em rejîma Sûriyê di ber hemû aloziyên li ser xaka Sûriyê diqewimin berpirsyar dibînin; Lê em bi bîr tînin ku divê civaka navdewletî bi erkên xwe li hember gelê Sûriyê rabe û pabendiyê bi cîbicîkirina biryarên Netewên Yekbûyî bike, û bidestxistina dadwerî û mafên mirovan ber bi paşerojeke aramtir û berfirehtir bike, ku tê de maf û rûmeta hemû niştecihan bê parastin û rêzlêgirtin.

 

Bijî Sûriya Bi Xak û Gelê Xwe ve

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinana Sûriyê

Sêşem, 10 Cotmehê, 2023