Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi hilkefta Cejna Serxubûnê

Di 17ê meha Nîsanê de, gelê Sûriyê Cejna Serxwebûnê pîroz dike, bi hilkefta derketina dawîtitîn serbazê Fransî, piştî  zêdetir ji bîst û pênc  salan ji dagîrkerina xaka Sûriyê û bi salan şoreş û têkoşînên  ku gelê Sûriyê meşxela wan hilgirt da ku bigihêje azadîya xwe.

    Îro jî Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, di gel keç û kurên Sûriyê,  Cejna Serxwebûnê  û rizgarbûnê ji bin dagîrkeriya Fransayê  bi bîr tîne. Gelê Sûrî yê ku ji  neh salan ve, agirê şoreşê li dijî zordariyê vêxistiye. Tevger têkoşîn û qurbanîyên ku ji dehên salan ve ji  hêla jin û mêran ve hatine dayin ji bo bidestxistina azadiyê bi bîr tîne.

  Di salvegera Roja Serxubûnê de, em agirê têkoşînê di dilên her kesê  Sûrî de ji nû ve vêdixin,  û hêviyên rizgarkirinê ji her corên zordariyê, û herwiha ji hemû  corên dagîrkeriyan, çi bi şêweyekî rasterast, çi jî bi wekalet, nû dikin.

  Şoreşa gelê Sûriyê ya  li dijî dagîrkeriya Fransî, ku di sala 1922an de dest pê kir, û têkoşîna milet li hemû astan berdewam kir, ta ku di sala 1946 an de azadî bi dest xistiye. Ev yek bi xwe vexwendineke da ku ders ji dîroka gelê Sûriyê werin wergrtin. Ev yek bangek ji bo hişyarîkirina wan kesên ku dixwazin bi darê zorê,  kuştin, girtin, koçberkirin, û perîşankirinê  milet jêrdest bikin.

  Lewma û li ber roniya xebat û têkoşîna gelê Sûriyê, bi vê hilkeftê, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekez dike ku ew ê li gel tevahiya jin û mêrên Sûriyê yên ku daxwza azadî, rûmet û mafên şaristanî dikin raweste û careke din tekeziyê li ser prensîpên xwe yên neguhêr dike, bi taybet di van biwarên li jêr de:

–  Berdewamiya têkoşîna li dijî her corên zordarî û dagîrkeriyê, û bidawîhênana êş û azarên miletê Sûriyê, bidestxistina serxwebûneke nû, serxwebûneke li gor omêdî û xwenên Sûriyan di welatê wan de. Em, wekî Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bang li civaka navdewletî û hemû aliyên têkildar dikin, nemaze aliyên Sûrî ku xwe wekî nûnerên gelê Sûriyê nîşandidin, ku li hember desttêwerdanên leşkerî rawestin û wan red bikin, û kar ji bo vegera danûstendinan bikin, da ku aramî bicî bibe, û ev şerê ku ewqas dirêj kiriye, bidawî were. Ev yek jî bi riya  pêkanîna veguhastinek siyasî û cîgîrkirina demokrasiyê û cîbicîkirina temam a biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmara 2254.

– Redkirina hemû şêwazên desttêwerdana biyanî di nav Sûriyê de,  çi piştgiriya rejîmê be, çi jî piştgiriya  aliyên din be, û bi çi hêcet û armancê be, ew desttêwerdan her dagîrkerî ne û dê bandoreke demdirêj li ser hewlên nûavakirina û berjewendiyên gelî Sûriyê dûr ji berjewendiyên welatên din bike.

– Redkirina siyaseta şantajkirina (Ibtîzaz)  penaberên Sûrî, bi jin û mêran ve,  li welatên ku lê penaber bûne, ji ber ku penaberî bi xwe hewla vegerandina rûmeta binpêkirî li ser xaka welat de ye.Êdî nabe rûmeta jin û mêrên Sûriyê binpê bibe, di dema ku ew di rewşeke herî lawz de dijîn. Herwiha nabe ku wekî  metirsiyek domdar li wan were temaşekirin, çi bo welatên din û çi jî di nav welatên penaberiyê de wekî karteke fişara siyasî di dijberiyên partiyan de.

–  Redkirina Siyaseta koçberkirina bi zorê ya nişteciyan û kar ji bo peydakirina aramî û cîgîriyê ku pêdawîstiyên sereke bi taybet bo jin û zarokan ku, ne aliyek in ji nakokiyên leşkerî, bên garantîkirin.

– Redkirina  vegera rewatiya rejîmê bi her nav û hêcetekî, û herwiha redkirina vê rewatiyê wekî (de factoyeke) girîng bo aramiyê. Em tekez dikin ku sepandina rewatiyê tenê xiyanetkirin e li xwîna jin û mêrên Sûriyê û li şoreşa wan û li xwestekên wan bo azadî, dadperwerî û rûmetê.

– Redkirina siyaseta çewsandinê ku rejîm ji dehên salan ve dimeşîne, herî dawî jî reftara emnî ya rejîmê derbarê belavbûna Coronayê û siyasetên veşartin û bincilkirinê ku barên zêde yên aborî û ewlekarî avêtin ser mile jin û mêrên Sûrî.

Dilovanî ji bo şehîdan çi jin çi mêr, azadî ji bo girtî û  bêserûşûnan, û serkeftin ji bo gelê me yê mezin

Sekretariyeta Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriye

În, 17ê Nîsana 2020an