Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbarê Asayîkirina Pêwendiyên Welatên Erebî bi Rejîma Sûriyê re

 

  Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê; Em daxwazê ​​ji hemû welatên endam di Komkara Erebî dikin ku vegerandina rejîma Sûriyê bo nav Komkara Erebî red bikin, û her wiha asayîkirina peywendiyan bi wê re red bikin, ji ber nabe ku binpêkirinên mafên mirovan ên mezin ji aliyê rêjîmê ve, ku sedema îzolebûna wê bûn, bên paşguhkirin, di dema ku ev binpêkirin hê jî berdewam dikin.

  Piştî zêdetirî deh salan ji şerê Sûriyê; Rewşa mirovî ya li welat hîna xirab e. Bi milyonan mirov neçar bûn ku ji malên xwe derbider bibin, bi sed hezaran kes hatin kuştin û bi hezaran jî tûşî îşkence, binçavkirin an jî û bi darê zorê bêserûşûn û wida bûn. Tundiya zayendî weke amûreke şer hat bikar anîn. Rejîma Sûriyê rasterast berpirse di ber van sûcên hovane de û divê li ser van kiryaran mûhasebe bibe.

 Wekî din; Rejîma Sûriyê ti nîşanek amadekariya xwe ji bo tevlîbûna pêvajoyeke aştiyê ya pêbawer nîşan nedaye. Lê li şûnê, wê  yekê ew berdewam astengan li pêşiya hewldanên civaka navdewletî yên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji şerê li Sûriyê re, datîne. Ev yek nîşan dide ku rejîm êşên gelê xwe bi ciddî nagire, û tenê hewl dide, bi çi bihayî be, ew li ser desthilatê bimîne.

 Em tekez dikin ku asayîbûna têkiliyan bi rejîma Sûriyê re tenê dê bibe sedema bihêzkirina desthilata wê li ser hukim, û nabe sedema sivikkirina azarên gelê Sûriyê. Divê di hemû biryarên sîyasî de giringiyê bidin daxwazên gelê Sûrî û berpirsên binpêkirina mafên mirovan li Sûrîyê bên socdarkirin.

 Em bang li welatên endamê Komkara Dewletên Ereban dikin ku rê nedin rejîma Sûriyê ku careke din tevlî Komkara Erebî bibe, ne jî pêwendiyan bi wê re asayî bikin berî ku bigihin çareseriyeke siyasî ku rêzê li maf û daxwazên gelê Sûriyê bigire, ev yek jî li gorî biryara jimare 2254 ya Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî, û em bang dikin ku ji bo vê armancê kar û xebat bên kirin.

Di encamnameyê de, em daxwaz ji welatên Erebî û civaka navdewletî dikin ku berdewam bin li ser piştgirîkirina hewlên xwe ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyê û pêkanîna aştiyeke dadmend û mayînde ji bo hemû jin û mêrên Sûriyê.

 

                      Bijî Sûriya bi Xak û Gelê xwe ve

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Yekşem 23ê Nîsama 2023an