Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbarê bombebarabkirina Kampa ElQah

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de bombebarankirina Kampa ElQah ya derberderan li Gundewarê Bakur yê Idlibê bi mûşekan ji aliyê Rêjîmê ve şermezar dikin, ku komkujiyek derheqê sivîlan de encam da, tê de hejmarek kes şehîd û birîndar bûn.

Ev komkujî di demekê de tê ku balafirên şerker yên Rosî û Hêzên Rêjîmê bombebarankirina Idlibê li Bakurê Rojavayê Sûriyê berdewam dikin.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekez dike ku armanckirina bi niyaz ya sivîlan û jêrxaneya sivîl binpêkirinek e ji yasaya navdewletî re û karê Proseya Siyasî ya di biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 de hatiye, asteng dike.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê dawaz ji Civaka Navdewletî dike ku bi berpirsiyaretiya xwe bi timamî derbarê vê komkujiyê ya li jêr gurkirina tund ya operasiyonên leşkerî yên Rêjîma Esed tê, rabe.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê di daxuyaniya xwe ya 7ê Mijdarê de jî gurkirina leşkerî ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve bi piştevaniya balafirên Rosî li ser navşeyên Başûrê Idlibê, şermezar kiribû.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û revandiyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbûha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Sêşem 26ê Mijdara 2019an