Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê  Êrîşa Hêzên Dagirker Ên Îsraîlê li ser Mescida EL-Eqsayê: Bêkêriya Civaka navdewletî

 

  Berbanga Îro çarşemê, Mescida El-Eqsa ya li Qudsa Şerîf rastî êrişeke hovane ya hêzên dagirker ên Îsraîlê li ser filistîniyên ku nimêja Fecrê dikirin, hat. Ev bûyer di çarçoveya zincîrek ji tundûtûjiyên leşkerî yên ku li deverên curbicur li Filistînê diqewimin, ku di nav de daxuyaniyên nijadperestî yên hin wezîrên hikûmeta dagîrker a Îsraîlê jî hene.   

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê diyar dike ku ev tundûtûjiya ewlehî û leşkerî û tundiya li dijî gelê Filistînê encama xemsarî û bêkêriya civaka navdewletî ye li hember hemû binpêkirinên sîstematîk ên ku Îsraîl di heyama 70 salan de li dijî gelê Filistînê kiriye. Di nav de jî kiryarên ku hemû qanûnên navdewletî û biryarên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî binpê dikin. 

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi tundî vê bûyerê şermezar dike, her wiha binpêkirinên eşkere yên li dijî mafê rewa yê pêkanîna ayînên olî bi aştiyane, şermezar dike. Tevger mafê gelê Filistînê ji bo çarenivîsa xwe, vegerandina xaka wî ya dagirkirî û avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê tekez dike, û daxwaz ji civaka navneteweyî dike ku tedbîrên bibandor bigire ji bo rawestandina gorkirin û zêdegaviyên leşkerî yên Îsraîlê, û parastina mafên gelê Filistînê û dabînkirina aştî û ewlehiyê li herêmê misoger bike.

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê

Çarşem 5ê Nîsana 2023an