Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbarê gurkirina leşkerî ya hevdemî lidarxistina civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê ya Biçûkkirî li Cinêvê

Tevgera Siyasî ya Jinan ya Sûriyê, hevdemî ku tekeziyê li ser piştevaniya xwe ji bo çareseriya siyasî û hewlên Komîteya Destûrî ya Sûriyê li Cinêvê ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê dike, ku Tevgerê ew yek di daxuyaniya xwe ya piştevaniya Komîteya Destûrî di çarçoveya ku ew yek weke alav ji bo livandinê berev çareseriya siyasî ye anî ziman, û weke rexnevan û hander û çavdêr û rastker ji bo karê wê komîteyê, û amaje bi Daxuyaniya Cinêvê û biryarên Neteweyên Yekgirtî yên peywendîdar, û giringiya stûnên wê û bi taybet Veguhestina Siyasî bi sponserî û serpereştiya Neteweyên Yekgirtî, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê gurkirina leşkerî ji aliyê Rêjîma Sûriyê ya piştevankirî bi balafirên Rosî li ser navçene başûrê Idlibê, hevdemî lidarxistina civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê ya Biçûkkirî li Cinêvê, şermezar dike, Balafirên Rosî navçeyên niştecîbûnê û navendên xizmetguzarî û pizîşkî armanc kirin ku di encamê de hejmarek jin û zarok şehîd û birîndar bûn.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji bingeha baweriya wê bi peywendiya bihêz navbera agirbestê û destpêkirina Proseya Siyasî ya Sûriyê ya rasteqîne de, li ser: van xalan tekez dike:

1-   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwazê ji Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê dike ji bo xistina fişarê ji bo rawestandina di cih de ya her êrşîeke li dijî sivîlan û armancên sivîl, dinav de jî êrîşên li dijî navendên pizîşkî û kesên di warê pizîşkî de kar dikin, û her bikaranîneke bêserûber ya çekan, dinav de jî toparankirin û bombebarankirin.

2-   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê vê gurkirina leşkerî ku sivîl li seranserî Sûriyê baca wê didin, şermezar dike, dibîne ku armanca vê gurkirinê sînordarkirina Proseya Siyasî û sernexistina wê û valakirina wê ji kok û armancên wê ne.

3-   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê fikara xwe ya giran derbarê jiyana bi dehan ji endamên Tevgerê û malbatên wan di hundirê Sûriyê ji encama vê gurkirinê nîşan dide, û serbar dike ku bilindkirina rêjeya nûneratiya jinê di Komîteya Destûrî de tu bandor li ser tedabîrên parastina jinên Sûrî çi yên li hundir yan penaberên li derve bin û eşkerekirina çarenivîsa girtiyan û qurbaniyên windakirina bi neçarî, nekir.

4-   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaza bilezkirina erkê Komîteya Destûrî û kar ji bo avakirina jîngeheke ewleh û pêalî ji bo rêfrandomê li ser destûrê û pesendkirina destûrê û bang ji bo hilbijartinan  weke pêşekarî ji bo bidawîhatin ji vê pêngavê, dike.

5-   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Ewlekariyê û Desteyên Gerentor ji bo Proseya Siyasî dike ji bo danîna mîkanîzm û forminan ji bo piştrastkirina bicîkirin û cihgirtina pêngavên Proseya Siyasî û çaksaziya yasayî weke destpêkek ji bo Veguhestina Siyasî û peydakirina mîkanîzimne parastin û gerentiyeke ewleh ji bo hemû welatiyan yan ji bo hemû endamên aliyên siyasî û rêxistinên Civaka Sivîl, û gerentiya azadiya livûtevgera wan ji bo peywendiyê bi hemû pêkhateyên Sûriyê re, dike, û Tevger tekeziyê li ser şermezarkirin û sizadana her kesê ku van mîkanîzman binpê bike, dike.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û revandiyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbûha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Pênşem 7ê Mijdara 2019an