Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Komkujiya Bajarê Babê de

Di komkujiyeke nû de di derheqê gelê me de, bi dehan kes li ser destê hêzên rejîmê hatin kuştin û birîndar bûn li bajarê Babê, li gundewarên bakurê Helebê. Di êrîşê de, hêzên rejîmê mûşek ji navçeya “ Radar el-Şehale” avêtin bazareke gelêrî ku tejî jin û mêrên sivîl bûn di dema herî qerabalix de.
Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê vê komkujiya dubarekirî şermezar dikin. Ev komkujî li ber çav û guhê civaka Navdewletî dubare dibe, di demekê de ku ev civak bi berdewamî çavê xwe li ser van tawan digire û hewl dide ku rejîma tawanbar careke din bîne holê û ji nû ve bide qebûlkirin.
Em her wiha, wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, daxwaz dikin ku lêkolîneke navdewletî bê vekirin ji bo sizadana encamderên vê tawanê û aliyên ku piştevaniya wan kirine û destê wan tê de heye.
Em piştevaniya madê gelê xwe dikin ku lihevhatinê ligel vê rejîmê red dike, û em daxwazê li civaka navdewletî dikin ku prosesa veguhestina siyasî berû pêş de bide, li ser bingeha rewatiya navdewletî û biryara 2254.

 

Dadmendî bo rihê qurbaniyan û lêpirsên li kujeran

 

Sekretariyeta Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriye
În, 19ê Tebaxa 2022an