Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Şermezarkirina Tundûtûjiyê û Bangewazî ji bo Çareseriyeke Siyasî li gorî Biryara Navdewletî ya Hejmar 2254 ji bo Rijandina xwîna Xelkê Sûriyê were rawestandin

 

  Di heman demê de ku rejîma sûriyê bi hevkariya hevalbendê xwe yê Rûsî di kuştina xelkê Îdlibê û Erîhayê de berdewam dike, êrîşek bi droneke nenaskirî hat kirin û di encama wê de 89 kes hatin kuştin û 227 kesên din jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok hene, di dema ahinga derçûna efserên kolnêja serbazî de, doh roja 5 çirya pêşîn li bajarê Himsê. Bersiva rejîmê li ser vê êrîşê zêdekirina topbarankirina hovane bû li ser Erîha û gundên derdora wê, ku di encamê de bêhtirî 12 jin û mêrên sivîl hatine kuştin.

 Di heman demê de, Tirkiyê dest bi êrîşeke serbazî bo ser pêgehên leşkerî li navçeyên Rêveberiya Xweser a kurdî kir, û ew êrîş weke mafekî xwe yê rewa hejmart li hember armancgirtina Wezareta Navxwe ya Tirtkiyê li Anqerê ji aliyê du kesan ve ku Tirkiyê îda dike ku wan xwe ji herêmên sûrî vedizîne nav xaka Tirkiyê. Di vê kempîna serbazî de, Tirkiyê 22 pêgeh, di nav wan de saziyên elektirîk û petrol li Amûdê, Qamişlo û hin navçeyên din, kirine armanc. 

Em wekî Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi tundî tevahiya derbeyên hemû aliyan  li dijî sivîlan bi jin û mêran ve û li dijî berjewendiyên aborî yên xelkê Sûriyê şermezar dikin. Em her wiha diyar dikin ku xwîna xelkê Sûriyê dê her bê rijandin eger rejîma Sûriyê û hemû hêzên De Facto pabendî çareseriya siyasî nebin li gorî biryara navdewletî ya hejmara 2254, ku rojane tevgera gelêrî ya xelkê Siwêdayê tekeziyê li ser wê dikin.

 

Silav li giyanê hemû jin û mêrên Sûriyê û li ser hemû xaka Sûriyê

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

În, 6 çirya pêşîn, 2023