Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbrê  Gefên Esed û Milîsên wî li ser Tevgera Aştiyane ya Suweydayê

 

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê geşedanên balkêş û cihê dilgirnî û xemgîniyê ên li derdora parêzgeha Suweydayê bi ferman û fêrkariya  Buroy Ewlekariya Niştimanî ya rêjîma Esed diqewimin,  ji nêz ve dişopîne.

Di 25’ê Nîsana 2024’an de Komîteya Ewlekariya Leşkerî dest bi pêkanîna tedbîrên ewlehiyê yên li dijî kadroyên berpirsiyarên organîzekirina xwepêşandanên aştiyane yên li Suweydayê dibin, kir. Di nav van tedbîran de desteserkirina li ser mal û milkên xwepêşanderan, derxistina biryara girtinê ya bilez li dijî wan, û dîtina wan wek şaneyên terorîst. Her wiha desthilat daye ku komîte tedbîrên guncaw li dijî xwepêşanderan bigire, ku ev yek  derî li ber hemû binpêkirin û tawanên ku rêjîma Esed ji bo tepeserkirina xwenîşandanan pêk dianî vedike.

Li gel van rênîşandanan, odeyeke operasyonên hevbeş hat çêkirin  ku tê de Firqeya çarem û heftem tê de ne ji bo veguhestina hêzeke leşkerî, bi armanca destpêkirina kampanyayeke leşkerî ya berfireh li ser Suweydayê ji bo vegerandina kontrola meydanî ya rêjîma Esed û milîsên wê li ser hemû deverên îdarî li parêzgehê û ji bo dawî li xwepêşandanên opozîsyonê bîne. 

Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê hişyariyê didin ji ber metirsiya vê amadebaşiya rêjîmê, milîsên wê û hevalbendên wê yên Îranî li ser jiyana xwepêşanderên jin û mêr. Û em rejîma Esed ji her binpêkirinek ku diqewime an xwîna ku tê rijandin bi tevahî berpirsiyar dibîne. Em bang li civaka navdewletî dikin ku gelê me li Suweydayê biparêze û rê li komkujiyên hovane yên ku dibe rejîm li wê derê bike, bigire, her wiha em daxwazên jin û mêrên Suweydayê yên azadî, edalet û rûmetê tekez dikin, û dibînin ku ev tevger berdewamiya tevgera jin û mêrên Sûrî ye ji sala 2011an ve, û em daxwaz dikin ku demildest dest bi cîbicîkirina biryara 2254 were kirin, ku ev biryar veguhertineke siyasî ya ku berdewamiya pêvajoyeke siyasî ku daxwazên gelê Sûriyê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk pêk tîne, misoger dike.

 

Bijî Sûriyê bi Xak û Gelê Xwe ve

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Çarşem, 8ê Gulana 2024an