Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Di Derbarê Kêmbûna avê li Parêzgeha Al-Hasake

Xelkê sivîl yên parêzgeha Hesekê derdê kêşeya bêaviyê dikşînin, ji ber rawestandina wêstgeha Elok a ku avê ji nêzîkî mîlyonek sivîl re peyda dike. Qutkirina avê di demekê de tê ku bahora Covid-19 belav dibe, û pêwistî bi avê heye  ji bo rûbirûbûna vê bahorê, lewma qutkirina avê karesateke mirovî ya mezin e.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bi tundî vê şantaja siyasî ya piralî, û tîkirina xelkê parêzgeha Hesekê  li bakurê rojhilatê Sûriyê, şermezar dike.

Qutkirina avê li ser  derdora milyonek nişteciyên Hesekê, sizadaneke bikom e li ser gel, û bikaranîna  wê bi vî rengî  navgîneke  cengê ye.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê vê kiryara ne mirovane û ne exlaqî, şermezar dike, û daxwaza vekirina avê, û qedexekirina qutkirina tamarê jiyaanê li ser xelkê, dike. Herwiha tekeziyê li ser qedexekirina bikaranîna avê wekî çek yan kartek ji bo şantaj û bazarkirinê dike, ku di vê rewşa heyî de wekî tawan û binpêkirina mafên mirovan ye, û karesateke jîngehî metirsîdar e.

Tevger bang li civaka navdewletî dike da ku rola xwe bilîze û berpirsiyariya xwe di parastina sivîlên Sûriyê de aktîv bike, û fişarê bike ji bo rê li ber karesateke mirovî bigire ku dikare jiyana hezaran ji xelkê Sûriyê bike jêr metirsiyê. Ew xelkê sivîl yên bûne  qurbaniyên  şer û pevçûnên ku li ser erda Sûriyê diqewimin.

Bijî Ax Û Gelê  Sûriyê

Sekretariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriye

Şemî 22’yê Tebaxa 2020an