Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Di derbarê Penaberên Sûrî Yên ku li Ser Sînorê Navbera Sûriyê Û Libnanê Asê Mayî


Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya
Jinan a Sûriyê

Di derbarê Penaberên Sûrî Yên
ku li Ser Sînorê Navbera Sûriyê Û Libnanê Asê Ma

 

   Bi berdewamiya nûçeyên xemgînker di derbarê rewşa penaberên
Sûrî yên li welatên derdorê dijîn, nemaze yên li libnanê ku retorîka nijadperest
ya fermî li dijî wan her tûjtir dibe û daxwaza dersînorkirina wan ji xaka
Libnanê zêde dibe, loma penaber neçarin vegerin welatê xwe.

 

 
 Rêlibergirtina penaberên Sûrî yên
ku li ser sînûr li devera CideydtYebûs ya sînûrî di navbera Sûrî û Libnan de,
asê mane, ku derbasî xaka welatê  xwe
bibin, û gulebarankirîna wan, derew û xapên 
gotinên rejîma Esd
û sozên wê yên dûbare di derbarê banga
xelkê Sûrî yên li derve dijîn dike ku dikarin bi dildarî vegerin welatê xwe,
diyar dibe. Astengkirina  vegera
welatiyên Sûrî ji hêla pasevavên sînor yên rejîma Esed ve, karekî li dijî
qanûnê ye li gorî xala 38emîn a Destûra Bingehîn a Sûriyê, Madeya 13 (2) ya
Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, û Madeya 12 (4) a Peymana Navnetewî ya Mafên
Sivîl û Siyasî ye.
.

   Tevgera
Siyasî ya Jinan a Sûrî vê tawana li dijî sivîlên ku dixwazin vegerin welatê xwe
– li gorî rêkeftina derbasbûnê ya di navbera her du welatan de saz dike –
şermezar dike, ku hêzên rêjîmê ew gulebaran kirin, û 100 dolar wek bace li ser
her kesekî  bixwaze vegere ferz kiriye,
di demekê de ku ev pere bi piraniya wan re tune ye.

 

    Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bang li
rêxistinên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan dike ku bi lez bixebitin û hewl
bidin da ku ev kesên asêmayî bi hêsantir derbas bibin. Em, dewleta Libnanî,
rêjîma Sûrî û hemî dezgehên navnetewî berpirsyar dibînin di ber ewlehiya bi
sedan kesên ku bi malbatên xwe ve di mercên dijwar de asê mane, nemaze di
wextekî de ku pareşa Coronavirus belavbûye, û êşa wan duqat dike, û em daxwaza peydekirina
pêdiviyên wan ên bingehîn  dikin, heya ku
trajediya wan bidawî tînin.

 

  Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî  tekez dike ku ji mafê  jin û mêrên Sûriyê ye jiyanek ewle, dûr ji
metirsiya bombebaran û girtinê bigerin, di dema tinebûna  jîngehek ewledar û bêalî li Sûriyê. Û ev yek
di peymana sala 1951-an a têkildarî rewşa penaberan û peymana navnetewî ya
penaberan de hatiye: parvekirina berpirsiyariya parastina penaberan û
dabînkirina hawîrdorek ewledar û bi dilxwazî ​​ji wan re hebû.

 

Dilovanî ji bo şehîdan çi jin çi mêr,
azadî ji bo girtî û  bêserûşûnan, û
serkeftin ji bo gelê me yê mezi

 

Sekreteriya
Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

În,
4ê Îlona 2020an