Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji bo Piştevaniya bi sivîlên li Xezayê re li dijî êrîşên Îsraîlê

 

Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê, piştgiriya  xwe bi sivîlên li Xezayê yên ku di bin êrîşên Îsraîl ên berdewam de ne, tekez dikin. Em êrîşên ku bi hezaran kuştî û birîndar li şûn xwe hiştine, di nav wan de jin, zarok, û karmendên di sektora tenduristiyê de kar dikin, bi tundî şermezar dikin.  

 Em bang li civaka navdewletî dikin ku tevgereke lezgîn bike ji bo vê tundûtûjiyê bi lez rawestîne, û korîdorên mirovî veke ji bo gihandina alîkariyan û dabînkirina av û elektrîkê ji kesên ku ziyan dîtine. Her wiha em ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku ji bo rawestandina êrîşan û parastina mafên mirovan ji hemûyan re tedbîrên xurt  bigire.

  Em daxwaz dikin ku berpirsyarên van sûcên li dijî mirovahiyê bên dadkirin û dadmendî pêk were. Em ji malbatên ku xizmên xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin. Em hevgirtin û piştgiriya xwe ji bo gelê Filistînê di hewlên wan de yên ji bo bidestxistina dadmendî, aştî û rêzgirtina mafên mirovan ji hemûyan re, piştrast dikin.

 

Aştî û Aramî ji bo Giyanên Qurbaniyan

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Înî, 13ê Comeha 2023an