Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Ji bo şermezarkirina kuştina Hevrîn Xelef

 

Daxuyaniya Tevgera
Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Ji bo şermezarkirina
kuştina Hevrîn Xelef

 

Tevgera Siyasî ya
Jinan a Sûriyê behîdariya xwe bi kuştina Endaziyar Hevrîn Xelef Emîndara Giştî
ya Partiya Sûriyaya Pêşerojê pêşkêş dike, û jişêwexistina kelaxê wê şermezar
dike, ku vîdiyoyek li ser torên civakî hat bilavkirin tê de jişêwexistina
kelaxê wê ji aliyê girûpên çekdar ve bi awayekî hovane, tê diyarkirin.

Em di Tevgera Siyasî
ya Jinan a Sûriyê de terorkirina siyasî şermezar dikin, û em dibînin ku siyaset
meydan in ji bo kar û hevrikiya aştiyane navbera aliyên siyasî yên corbicor de,
ji bo xizmeta gel û pêkanîna hêviyên wî. Pêşeroja Sûriyê bi afrandina jîngeheke
siyasî hevrikane û aştiyane, û bi bicînekirina dûrxistinê û terorê û kuştinê û
windakirina bi neçarî ve girêdayî ye, ew yek jî rêbaza Rêjîma Esed ya diktaror
tîne bîra me, serbarî ku jinên siyasetmedar yên Sûrî rastî tundutûjiyeke ducarî
bi berawirdî bi jinên din re di pêvajoya jiyana xwe ya siyasî de ji
nav-reşkirinê û revandinê û gefxwarinê, tên.

Em dixwazin tekez
bikin ku ji bo bidawîbûn ji Rêjîma Diktator ya Sûrî û her aliyê ku rêbaza wê
Rêjîmê di jiyana siyasî de dişopîne, tu rê ji bilî projeyeke niştîmanî Sûrî
tunene.

Behîdarî û sebr û
aramî ji bo malbata Hevrînê, û bidawîbûn ji bo Sûriyê ji desthilatdariya Rêjîma
Esed ya Diktator û hevşêweyên wê.





Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî
û revandiyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbûha

 

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a
Sûriyê

Çarşem 23ê Cotmeha 2019an