Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê li ser biryara qedexekirina xwendina zanîngehê ji bo jinan li Afganîstanê

 

    Ji dema ku Talîban a tundrew desteser desthilatê li Afganîstanê kireye wê sozên xwe ku dê desthilatdariyek nerm û dadmend nîşan bide, wê ew soz bi cih ne anîn. Ew jî wek hemû tevgerên tundrew, yên ku olê îstismar dikin da ku jinan ji jiyana giştî li Afganistanê dûr bixin.

  Piştî biryara qedexekirina xwendina keçan li dibistanên amadeyî, ew Îro biryara qedexekirina xwendina zanîngehê ji jinan re derdixe. Ne tenê wiha, lê belê  wê  belavokek şiyand ji bo hemû rêxistinên ne biser hikûmetê ve ne, yên herêmî û navdewletî jî, ji wan xwest ku rê nedin jinan da kar bikin, ji bilî ferzkirina şert û mercan li ser cil û bergên jinan û qadên xebata wan.

  Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, van kiryaran wek binpêkirin ji mafên keç û jinan ên xwendinê û mafên mirovan re dibînin, ûem dibînin ku ev kûrkirina newekheviyê di mafan de ye, û ev kiryar  paşeroja welat dike metirsiyê de, û azadiyên bingehîn ên gelê Efxanistanê bi giştî binpê dike, her wiha bandorê li ser pêvajoya guherîn û pêşveçûna berfireh a civaka Afganî dike. 

    Em van kiryaran bi tundî şermezar dikin, û em piştgirîya gelê Afganîstanê di daxwazên wan de û pêkanîna mafên xwe yên bingehîn li gorî qanûnên mafên mirovan ên navdewletî dikin.

   Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bang li civaka navdewletî dikin ku zextê li tevgera Talîbanê ya Afganîstanê bike, û her wiha zextê li hemû aliyên tundrew li hemû cihên,  da ku van kiryarên tepeserkirinê yên sîstematîk ên li dijî keç û jinan bitaybetî, û li ser civaka ku di bin kontrola wan de ye bigiştî, rawestîne. Ew van siyaset û kiryaran dikin  Ji bo astengkirina tevgerên azadîxwaz û demokrasiyê, bi taybetî tevgerên jinan, yên ku daxwaza wekheviyê di navbera zayendan de di rûmet û azadiya mirovan de dikin.

                         

Azadî ji bo Jinên Cîhanê Bigiştî

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê

Duşem, 26ê Kanûnê, 2022