Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Li Ser Teqîna Bendera Beyrûtê ya 4ê Tebaxa 2020an

Evara  roja Sêşemê, teqînek bêhempa li bajarê Beyrûtê  çêbû. Ji encama teqînê agir girte bendera Beyrûtê, û gumêna wê gihişte girava Qubrisê, û bandora wê ya wêrankar gihişt tevahiya navçeyên  derdora benderê.

 Di encama wê teqîna hovane de, bi sedan kes bûn qurbanî , û  bi hezaran birîndar bûn , û bi sed hezaran welatiyên sivîl derbider man ji ber zirarên ku gihiştine  mal û milkên  nêzîkî benderê.

    Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û birîndaran re dixwaze, û dengê xwe tevlî dengê  xelkê Libnanê dike û li gel wan de radiweste û daxwaza eşkerekirina zanyariyên derbarê vê teqînê dike, û daxwaz dike ku  lêpirsînek dadmend û bêalî çêbibe, ku hemû berpirsiyarên wê bên girtin, eger  teqîn bi sedema xemsarî û gendeliyê be, yan jî bi qesd be.

, îroj ku, dengê keç û kurên gelê Libnanê bilind dibe û daxwazên xwe yên şoreşgêrî nû dikin, daxwaza  jinavbirin û sizadana sembolên desthilata gendel dikin, nemaze ku welat di qeyraneke aborî ya giran de derbas dibe, îro  jî vê teqîna giran bi milyaran zirar li pey xwe hiştin.

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê,  tekeziyê li ser helwesta xwe dike, û li  kêlek gelê Libnanê radiweste, û her wiha li ser daxwazên wan ji bo serweriya yasayê,  û eşkerekirina rastiyan, dest ji ser biryara Lubnanî – ku ji her aliyekî be- bê rakirin, û hemû  hewlên girêdana biryara  welat bi derv ve, bi çi armanc an sedemê be, werin rawestandin.

Di dawî de, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, sersaxiyên germ ji malbatên qurbaniyan re pêşkêş dike û hêviya başbûna lezgîn ji birîndaran re dike.

Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinant a Sûriyê

6 ê Tebaxê 2020