Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Sûrî Derbarê Gotara Kîndariyê ya li Dijî Jinan

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî zêdebûna tund û tûjiyê li dijî jinên Sûriyê  bi dilgiranî dişopîne, ku di van salên dawî de ji hemî aliyên desthilatdar ên li hundur û derveyî Sûriyê bi rengekî sîstematîk tê bikaranîn.

    Piştî deh salên xebatê yên dijwar, û piştî bihayên giran ên ku jinên Sûriyê dane ji ber beşdariya wan a çalak di xwepêşandanên aşitiyane de an di xebat û alîkariya di rêxistinên civaka sivîl de … Piştî deh salan ji xebata bê westan ji bo guhertina wêneya nimûnekirî  ku li ser wan di salên zordestiyê de hatibû ferzkirin, hîn jî jinên Sûriyê yên çalakvan, çi sivîl çi siyasî, ji ber çalakiyên xwe yên li dijî hêzên zordarî û serdestiyê, li seranserê axa Sûriyê rastî tundî û dijminatiyê tên. û gotarên navtêdanê berdewam in, ku karê jinan wekî nefret dibîne, û tund û tûjiyê li dijî jinan rewa dibîne, û her weha kampanyayên reşkirinê û bêrûmetkirinê li dijî jinên çalakvan tên kirin,  da nehêlin ew bigihêjin armancên ku di vê qonaxa hestiyar de ji bo wan serî hildan, û da ku Sûriya ya hemwelatî, maf û wekheviyê ava bikin, û ev yek jî hewcedariya wê bi hewildanên hemî keç û kurên wê heye.

   Di demekê de ku jinên Sûrî xwe di hemû warên jiyanê yên civakî, aborî û siyasî de îsbat kirin, ew hîn jî di bin zilm û kêmkirinê de mane, ku ji hovîtiya rejîmê dest pê dike, û bi xemsariya rayedarên defakto naqede.

   Tevgera Siyasî ya Jinan a sûrî tekeziyê li ser serbixwebûna xebata xwe dike,li ser bingeha  dadweriya pirsa jinan.

   Tevgera Siyasî ya jinên Sûriyê hemû şêweyên binpêkirina mafên jinên Sûriyê red dike, û her weha  hewldanên ku dikin rola wan a civakî bikin çarçove û qalibên ne li gorî pêdiviyên qonaxa heyî ne di piştgirî û bihêzkirina jinan de ne, red dike.

  Her wiha Tevger bang li saziyên sivîl û siyasî jî dike ku piştgiriyê jinan û doza wan a dadmend bikin.

     Bijî Sûriyê bi gel xaka xwe ve

Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê

Şemî 14ê Tebaxa 2021