Daxuyaniya Tevgera Siysî Ya Jinan a Sûriyê Di Derbarê Pêşhateyên Herî Girîng Di Qada Sûriyê De

Ji nû ve, carek din, rehjena kolana Sûriyê vedigere, û banga azadiyê hêviya şoreşê gur dike, ew şoreşa ku ji başûr heya bakurê Sûriyê rabûye, ew qet ranewestiyaye.

    Ligel zêdebûna fişar, serkutkirin û binpêkirinan, û li jêr bandora berjewendiyên navdewletî,careke din, dengê milet li kolanan bilin dibe. Li dijî  hemî cûreyên zext û fişarên  ku ji hêla  desthilata de-facto, û  rejîma Esed ve tên birêvebirin, û herwiha, li dijî kiryarên hêzên navdewletî, yên ku dixwazin dest deynin li ser tevahiya  Sûriyê. Ev yek jî di demekê de ye ku rewşa ewlehî û aborî têkçûye ku, di daketina nixê drav, û siyaseta şewitandina berhemên çandiniyê de diyar dibe. Herwiha  zêdekirina sitem û zorê ji bo nixumandina têkçûna siyasî û gendeliyê, û şerê berjewendiyan ku di navbera hêzên  desthilatdar li Sûriyê diqewime. û ev jî,  vê dawiyê, di nakokiyên navxweyî di nav malbata desthilatdar de diyar dibin. Herwiha hêzên de- facto, jî, ku rûçikê din ê rejîmê ne, nikarîn  ewlehiyê pêk bînin, lê belê, her di çewsandin û şantajê (ibtîzazê) de berdewam kirine . Herwiha  welatên ku destêwerdana rasterast di şerê li ser erdê, dikin:  Rusya, Îran, Tirkiye û Amerika, nikarîn asta herî kêm a ewlehiya aborî pêk bînin.

    Ligel tirsa ji cîbicîkirina yasaya Qeyser, û girtina dergehê Lubnanê ku di rêya wê re rejîm  xwe ji  vedidize, û pereyan spî dike, rejîm dest ji hin jêrxaneyên bingehî yên Sûriyê ber dide, û rêkeftinên demdirêj derbarê wan de îmze dike da ku riyekê ji bo derbasbûnê ji vê kirîza aborî ya dijwar peyda bike.

    Sitem û zor li xelkê Sûriyê bi tevahî dibe, lê zilmeke ducarî li jinan dibe, tiştên ku li Efrînê diqewmin wê yekê nîşan didin.

   Tiştek tawanên  grûpên ku Tirkiyê piştgirya wan dike, li dijî xelkên Efrînê rewa nake, çi hilkirina darên zeytûnê, çi  revandin û kuştina jinan be, ku xirabtirîn kiryar in. Dema Tirkiyê çavê xwe li ser tawanên van grûpan digire, û hêzên cihê qebûlkirina xelkê,  dûr dixe û wan binçav dike, ew bi wateya   zêdekirina kuştin û binpêkirinê ye.

Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaz dikin:

 –  ku Civaka navdewletî helwestek cidî û eşkere ragihîne, ku trajediya xelkên Sûriyê bi dawî bîne. Bi riya fişarê li ser aliyên xwedî bandor di dosyeya Sûriyê de,  ji bo di zûtirîn dem de tevlî  pêvajoya siyasî  bibin, da bigihêjin  çareseriyek siyasî li Sûriyê, li gorî biryarên navdewletî (Daxuyaniya Cenêvê, biryarên Encûmena Ewlehiyê yên hejmar 2118, û hejmar 2254).

 –  Em banga rawestandina operasyona leşkerî li seranserê axa Sûriyê dikin, û em bawer dikin ku ti çareserî ji bilî çareseriyeke siyasî giştî, ku bi avakirina desteyeke rêveberiya veguhêr, li gorî biryarên jorîn, çênabe.

 – Serbestberdana bilez û bê şert û merc a girtiyan. û aşkerekirina çarenivîsa bêserûşûnan, ev yek kevirê  bingihî di avakirina jîngeheke ewle û bêalî de ye, li gorî daxuyaniya Cenêvê ya sala 2012an . Tevger, herwiha, tekez dike ku divê ev dosye wekî  dosyeyeke  di ser danûstandinan re were hejmartin.

 -Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bawer dike ku bêyî tevlîbûna jinan, tu çareseriyeke siyasî giştî û aştiyeke domdar pêk nayê. Wekî ku ew di biryara Navdewletî ya hejmar 1325 de hatiye destnîşankirin.

– Di heman demê de, em Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, hêzên ku piştgiriya desthilatên de- facto dikin berpirsiyar dibînin. Em daxwaz dikin ku ew berpirsyariyên xwe bi cih bînin, ku tedbîran ji bo ewlehiya sivîlan û çavkaniyên  debara jîyana wan bistînin, û ew biryara  vekişîna çekdaran ji nav  deverên  sivîlan, bistînin. Em bang li wan dikin ku rêzê li yasayên navdewletî derbarê girtiyan bigirin, û  tawanbar û encamderên tawanan bi şêweyekî dadmendane bên dadgehkirin û sizadan.

Dilovanî ji bo şehîdan çi jin çi mêr, azadî ji bo girtî û bêserûşûnan, û serkeftin ji bo gelê me yê gewre

Sekretariyeta Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriye

8 hezîranê, 2020