Di Derbarê Lûtkeya Erebî ya Vê Dawiyê li Cezayirê

 

Milmilaniya navdewletî li ser xaka Sûriyê hiştiye ku helwestên ji hev cuda ji Komkara Erebî derbiçin, çimkî ew beşek e ji sîstema navdewletî, û ji ber berjewendî û hevalbendiyên her Dewletekê ji Dewletên wê.

Heta niha hewlên vegerandina rejîma Sûriyê bo nav sîstema Komkara Erebî serî negirtine, tevî pêşbirkiya hin welatan li ser vegerandina pêwendiyên xwe li gel rejîmê. Hêj xaka Sûriyê şanoya milmilaniya navdewletî ye, û hêj hîn astengî hene ji ber siyasetên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li hember rejîma Sûriyê berdewam in û ew hilgirtina sizayan û nûavakirina Sûriyê bi destpêkirina proseya veguhastina siyasî ve girê didin.

Dibe cudahiya ajendayên welatên erebî bi xwe jî rolekê di vê yekê de dibîne, ji ber biryarên Komkara Erebî bi kodengiyê tên dayin.

Tevî hewlên çir ên Cezayirê, wekû serokê lûtkeya 2022an, bi piştevaniya Rûsya, lê ew li pêş cudahiya erebî di derbarê dosyeya Sûriyê de û xwesteke xwe di serkeftina lûtkeyê de bi bi paş ve vegeriya û tenê ala rejîmê li lûtkeyê bilind kir tevî nebeşdarbûna wê.

Ji encamên vê lûtkeya, ya li Cazayir li jêr sernavê “Yekgirtinê” di Çirya Paşîn a 2022an hat lidarxistin, tekeziya giştî bû li ser rola Komkara Erebî di bihêzkirina pêwendiyan di navbera Dewletan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xweparastin ji kirîzan bi rêyên aştiyane.

Derbarê rewşa Sûriyê de, daxuyaniya kutahiyê bangî Dewletên Erebî kir bi roleke serkirdane ya bikom rabin ji bo hevkariyê di çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê de bikin, û derencamên wê yên siyasî, emnî, mirovî, û aborî çareser bikin, bi awayekî yekîtî û serweriya Sûriyê misoger bike û omêdiyên gelê bê bicih bîne û rola wê ya navherêmî û navdewletî lê vegerîne, ew jî li gora biryara 2254, û helwestên navdewletî yên aşkere. Di heman demê de, danpêdan bi wê yekê ku ew bi tena serê xwe nikare pirsa Sûrî li xwe bigire, ji ber hebûna aliyên navdewletî û navherêmî, û her weha girîngiya yekxistina helwesteke erebî xwedî giranî li ser asta navdewletî û navherêmî ji bo beşdarbûnê di çareserkirina milmilaniyê.

  Pêwîst e li vir rewş birastî bête xwendin, li hemberê rûbirûbûna pêla Îranê ya berbelav, ku metirsîyê li ser welatên herêmê bi giştî çêdike, ji ber ku hin welatên erebî gavên asayîkirinê bi Israîl a dagîrker re avêtin e, û hin rêkeftin îmze kirin e. Ku ew rêkeftin dê derî fireh veke, eger proseya asayîbûnê li gel welatên din bi dawî bibe, ji bo vebûna aborî, hevkarî û hevahengiyê, û dê bandorên wê li ser Sûriyê hebe û pirsên girêdayî Colana Sûriyê derxe holê. 

 

Dibe ku pêngava “yekgirtinê” ne tenê ji bo her du baskên Filistînê, lê ji bo dewletên erebî yên derdora “Îsraîl” jî derbasdar be, ji bo ku wan ber bi asayîbûnê ve bibe, li gorî îradeya lîstikvanên navdewletî, bi riya navbeynkarên navndewleyî bixwe, û bi amûrên erebî.

Bê guman, guhertinên navdewletî û yên herêmî roleke giring di biryarên Komkara Erebî de dilîzin û dibe bingehek ji bo avakirina wan, di atmosfereke cudabûna nêrînan di navbera van welatan de, û ajandayên wan ên cuda. 

 Tevlîbûna hêzên navdewletî û herêmî yên aktîv di doza Sûriyê de, di riya danustandinan de, berjewendiyên wan garantî dike, û em li vir welatên erebî yên çalak di doza Sûriyê de ji derve nahêlin, nemaze piştî şerê Rûsiya li ser Ukraynayê, ku bû sedema kûrkirina nakokiyên navdewletî, û siyaseta Amerîka di hewlên wê de ji bo derxistina dosya Sûriyê ji destê Rûsan. Ev hemû bûn sedema cemidandina doza Sûriyê, û rawestandina wê di cih de, ji ber ku ev şer bûye sedema tevlihevkirina kartan,ku hiştin Sûriyê bimîne rehîna milmilaniyan, û navend ji bo çareserkirina hesab û kêşeyên navdewletî.

Kirîzên cîhanî jî li gor lîstika hevbendî û berjewendiyên navdewletî siya xwe avêtiye ser siyasetên welatên erebî, ku bi awayekî nerênî li ser kar û biryarên Komara Erebî nîşan dide.

Helwestên Komkara Erebî li ser pirsa Sûriyê di deh salên borî de cuda bûne. Wê di lûtkeya 2011an de derî ji navdewletkirinê re vekir, bi biryara rawestandina endametiya Sûriyê, heya ku rêjîmê bersiva destpêşxeriya erebî ya wê demê bide, û piştre pejirandina şeş xalên daxuyaniya Cinêvê li xwe bigre.

Her weha Helwestên wê yên piştgirîkirina şoreşa Sûriyê di biryarên navdewletî de, bi taybetî biryarên Netewên Yekgirtî, ji daxuyaniya Cinêvê ya sala 2012an, heta bi biryarên 2118 û 2254, diyar bûn.

Û li ser maseya konferansdêran di lûtkeya Bexdayê ya sala 2012an de beşdar bû, ku daxwaza diyalogê di navbera desthilat û opozisyonê de kir, û daxwaza cîbicîkirina bilez a plana nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Erebî li Sûriyê kir. Her wiha bang li opozîsyona Sûriyê kirin ku rêzên xwe bikin yek ji bo dest bi diyalogê bikin. Û wan ji hukûmeta sûrî xwest ku kiryarên tundûtûjî û kuştinê rawestîne.

 

Lûkeya Qeterê ya sala 2013an bi amadebûna hevpeymaniya opozisyona Sûriyê, ku kursiyê Sûriyê girt û ala serxwebûnê bilind kir, tevî nerazîbûna hin welatên erebî, bi dawî bû. lê carek din sistî û ihmalkirina navdewletî dest pê kir û vegeriya siya xwe avêt ser Lûtkeya Kuweytê ya sala 2014an, piştî rêkeftina radestkirina çekên kîmawî, û li paşperdeya helwestên navdewletî yên sist derbarê Sûriyê de. Konferansdêr tenê li ser qeyranên li herêmê û pirsa Filistînê sekinîn.

 

     Lê Lûtkeya Şerm el-Şêx a sala 2015an erkdarî avêt ser Encumena Ewlehî û ji xwest ku bi hemû erkên xwe rabe da biryara planeke karekî hevbeş bide, ku têde garantiya gihîştina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re, li gorî daxwiyana Cinêvê bike. ji ber ku di wê demê de, welatên erebî têgihîştin ku hewlên wan dê bêkêr bin, ji ber valahiya ku stratejiya Obama li şûn hişt bû, û leza Rûsyayê ji bo tijîkirina û îstismarkirina wê valahiyê. Her wiha şerê li dijî terorîzmê weke karekî pêşîn araste kir, û çavê xwe ji rejîmê  girt.

   Û di lûtkeya ku piştî wê hat kirin de pirsgirêka Sûriyê bi temamî nehat behskirin.

Û eger opozisyona Sûrî bi nûneratiya Hevpeymaiya Nişimanî  roleke nerênî lîst be, bi pêdagiriya li ser çareseriya leşkerî weke bijardeyeke stratîjîk, û ne li ser çareseriya siyasî weke bijardeya tekane, û sûd ji şert û mercan nekir, wê demê kursiya xwe ya Komkara Erebî ji dest da, û hêzên navdewletî dev ji wê berdan, bi sedema  paşperdeya îslamîkirin û leşkerîkirin wê. Lê belê em nikarin wê bi tevahî wek berpirsyar di ber encamên pirsgirêka Sûriyeyê de bibînin, ji ber aloziya berjewendiyên navdewlwtî û yên erebî û herêmî pirsgirêka Sûriyê xistiye dawiya ihtîmaman de.

  Komkara Erebî li gorî şert û mercên niha yên Sûriyê, herêmî û navdewletî û peywendiyên welatên erebî yên herêmî û navdewletî, dihêle ku nikaribe roleke bibandor û erênî di dosya Sûriyê de bilîze. Û eger hin welatên erebî, di bin fişara Rûsiya de, hisaba roleke erênî ji rêjîmê  dikin di çareserkirina kirîza asê ya Sûriyê, û krîzên li herêmê dikin, em ji aliyê xwe ve, dibînin ku ev yek  tenê zivirînek di xeleka vala de ye, heya ku rikberî li ser cuxrafiya û siyaseta Sûriyê ji aliyê hêzên herêmî û navdewletî ve tê kirin, dê zehmet be ku zextê li rejîmê bibe da wê bikişîne ser maseya çareseriya siyasî. 

  Tiştê ku îro ji Komkara Erebî tê xwestin ew e ku di çareserkirina qeyranên herêmê de ew ji kêşeyên herêmî û navdewletî derkeve, û ew bi cidî kar bike ji bo bikaranîna peywendiyên xwe bi aliyên sûrî re, bi taybetî rêjîma Sûriyê re, û peywendiyên xwe yên herêmî û navdewletî istismar bike, da ku li gorî biryara 2254’an ber bi çareseriyeke siyasî ya berfireh ve biçe.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê