Di navbera Cîbicîkirin û xweladanê de: Arasteyên Esed pirsan li derbarê siberoja welat tînin Holê  

 

   Di hevpeyvîna xwe ya dawî de li ser kenala Sky News ay Îmaratî, Xuya dibe ku Esed hemû derî girtine, bi taybetî deriyê destpêşxeriya Erebî ya li ser bingeha cîbicîkirina nexşerêya rê, ku prensîpa gav bi gav dipejirîne. Ev nexşeya ku heta radeyekê ji aliyê welatên Erebî, herêmî û navdewletî ve tê piştgirîkirin, ji aliyê gelek kesan ve weke tekane çareserî  ji bo kirîza niha ya Sûriyê tê dîtin, nemaze ku divê dest bi cîbicîkirina gavên ku di çarçoveya vê nexşerê de li ser hatiye lihevkirin, bike. ku qaşo bi beşdarbûna di lutkeya Erebî de li ser bingeha daxuyaniya Emmanê û civîna wezîrên derve yên Ereb li Qahîreyê, heya daxuyaniya, razî bû. 

  

Esed Deriyên Çareseriya Siyasî Digre:

   Diyar e ku Esed ji pabendbûna xwe ya bi vê rêkeftinê direve, ev yek di daxuyaniya wî de diyar bû, wî gotiye ku, peywendiyên bi welatên erebî re hîn şeklî ne, û televîzyona dewletên piştî hevdîtinê, pêwendîyên bi dewletên erebî re weke xefik û dav wesif kiribû. Di derbarê armanca Ereban ji bo sînordarkirina rola Îranê li herêmê, xuya ye ku ew yek dûr e, ji ber ku Esed pabendbûna xwe bi têkiliyên xwe yên bi Îran û Rûsyayê re tekez kir, li gorî wî, salên borî îspat kirin ku Sûriyê dizane çawa hevalbendên xwe bi şêweyek rast hilbijêre. Her wiha Esed gotarên xwe yên li dijî Tirkiyê tuntir kirin, û tekezî li ser destêwerdana Tirkiyê û piştgirîkirina wê ji girûpên terorîst ên li Sûriyê, weke Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam de kir.

  Derbarê pirsa penaberan de, Esed ew tenê wek  pirsa xizmetguzariyên serekî nirxand, û xwe ji erkên xwe yên di aliyê ewlehiyî, û aliyê mafên mirovan direve, ku wî behs kir ku Sûriyê nikare vegera penaberan hêsan bike, heta ku xizmetguzariyên bingehîn wek avê, elektrîk, perwerdehî û çavdêriya saxlemiyê   neyên dabînkirin. Li gor gotina wî;  ti veger dê ne be eger bingehên jiyanê ne bin. Ev yeka jî gotinek mentiqî ye, lê wî behsa pilana hikûmeta xwe ya ji bo dabînkirina bingehên jiyanê nekiriye, ji bilî erkdarkirina welatên din, wek şantajeke eşkere ji van welatan re.

    Ji aliyekî din ve, wî rewşa bi milyonan a jin û mêrên sûrî yên li navçeyên di bin desthelata wî de dijîn piştguh kir, dema ku wî behsa têkçûna bingehên jiyanê kir,  ev yek jî nîşan dide ku dema çavê xwe ji girîngiya van hewcedariyan re bigire, ew wan kesan ji bilî mertalên mirovî nabîne.

   Gava ku dor tê ser dosyaya Captagon, Esed wek her car ji berpirsiyariya xwe direve, û vê yekê bi belavbûna mafyayan girê dide, ku di rewşên aloziyê de çalak dibin û kontrolkirina wan dijwar dibe, û welatên din, yên ku li pişt vê tevliheviyê ne, sûcdar dike. 

  Derbarê têkçûna rewşa aborî de, Esed di wê baweriyê de ye ku: ti çareserîyek li ber çavan nîne, heta ku welatên erebî beşdarî piştgiriya aboriya Sûriyê û rakirina sizayan nebin, û di encamê de, çerxa aboriyê dê nezivire, û em ê ti pêşketinê di vî warî de ne bînin, ji ber ku alîkariya dostên me Îran û Rûsya kêm û bêkêr e, her wiha deynên li ser Sûriyê mezin bûne û zextê li hevalbendan dikin, nemaze ji ber mijûlbûna wan bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî û şerê wan ê hebûnê. Li vir, Esed girewê li ser sebireke zêdetir dike, di siya berdewamiya têkçûna rewşa jiyana xelkên Sûriyê li hundirê welêt.

   Xuya ye ku rejîmê bi eşkere îflasa xwe ragihandiye, ji ber kêmbûna bilez a buhayê lîreya sûrî, û nebûna planên hikûmetê ji bo çareserkirina rewşê, yan jî sînordarkirina xirabûnê.

  Tişta balkêş, ku Esed di wê baweriyê de ye ku nebûna veberhênanan li welat ji encama wêneya şer e, wî hawîrdora bingehîn a ji bo veberhênanê ku aramiya siyasî ye, paşguh kiriye, û wî deriyî li pêş girtin gava tekez kir ku wî ti gav ji bo çareseriya siyasî ne avêtiye û dê ne avêje her ku çareseriyek navxweyî be jî. Dema ew diyalogê bi opozisyona li derve re red dike, û tekez dike ku ew danûstandinan ji bilî bi opozîsyona xwecihî re nake û ne jî i’tîraf dike, ew opozisyona xwecihî ku ti carî daxwaz jê nekirye ku  dest ji desthilatê berde.  êdî bi vê yekê wî pencereya Komîteya Destûrî jî girt û têkildarî hilbijartinên pêşwext dê ti gavan ne avêje, û dest ji desthilatê dê bernede, ne ji ber îmtiyazên wê, wek ku wî got, lê belê ji bo berjewendiya jin û mêrên sûrî, yên ku qet jê nexwestine ku dest jê berde, û li gor gotina wî; kesên ku di destpêka şoreşê de di xwepêşandanan de ev daxwaz kirin, hijmara wan ji sed hezarî derbas nabe, û ew nûnertiya îradeya gelê Sûriyê nakin.    Her wiha got; şer ne girêdayî kesatiya wî ye, lewra ew dibîne ku destberdan ji desthilatê rev e, û hebûna wî parastina Sûriyê ye ji kontrola welatên derve. Ji ber vê yekê wî dest ji gelê xwe berneda, û tekez kir ku eger dem bi paş ve vegere, ew ê tiştê ku wî ji kuştin û wêrankirinê  kiriye wê dubare bike, ji ber ku şer şerê hebûna Sûriyê ye.

 

Di Navbera Gotara Fermî û Pêngavên pratîk de:

   Tevî daxuyaniyên Esed yên derbarê fermîbûna peywendiyên sûrî-erebî, û dîtina  destpêşxeriya erebî di medyaya xwecihî de wek dav û xefik, piştî ku ew pêwendî wek serkeftin raghand bû.  Lê Wezîrê Derve yê Sûriyê El-Miqdad di 15ê Tebaxê de beşdarî civînekê li Qahîreyê bû, weke ku di daxuyaniya dawîn de hatiye behskirin, “ji bo şopandina cîbicîkirina daxuyaniya Emmanê ya ku di 1ê Gulanê de hatiye dayîn, û bihêzkirina rola serkirdayetiya Erebî di çareserkirina kirîza Sûriyê de, û çareserkirina encamên wê yên siyasî, ewlekarî û mirovî, li gorî mekanîzme Gav bi Gav, ya li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê”, Ev yek piştrast dike ku rêça Erebî bi biryara Encumena Ewlekariyê re hevaheng e, ku yek ji xalên wê: avakirina desteya rêveberiya veguhêz li Sûriyê ye, bi beşdariya nûnerên hikûmet û opozisyonê, ji bo birêvebirina karûbarên welat di heyama veguhêz de.

Her wiha daxuyaniya dawîn ya konferansê pesend kir ku civîna Komîteya Destûrê, dê berî dawiya salê, li Omanê, bi asankariya Neteweyên Yekbûyî jinûve were lidarxistin. Ev nîşan dide ku rejîm amedeye danûsandinan li gel opozisyona derve  bike.  Her wiha biryar hate standin ku bi hemahengiya welatên mêvandar û Netewên Yekbûyî, bi çavdêriya navdewletî, platformek ji bo tomarkirina navên penaberên ku dixwazin vegerin bê avakirin û tekezî li ser eşkerekirina çarenivîsa kesên bêserûşûn li Sûriyê kirin. Wezîrê Derve yê Sûriyê her wiha tekezî li ser wê yekê kir, ku welatê wî dê berdewam be ji bo azadkirina hemû jin û mêrên sûrî yên hatine revandin, ev yek jî nîşana pejirandina hebûna girtiyan e. Her wiha ji bo şopandina cîbicîkirina peymanan û xebatên li ser erdê wê komîteyek ji pisporan bê avakirin, Karê komîteyê dê di civîna bê ya Iraqê de li ser maseya beşdaran be. Ji ber vê yekê, daxuyaniyên Esed di Sky News de, ne zêdetir ji gotinên serokekî ku ji biryara serwerî bêpar e.

 

Siberoja Nenaskirî:

   Di dawiyê de, xuya ye ku Esed di wê hevpeyvîna xwe de hemû derî girtin, û eşkere bû ku şer bidawî nabe û siberoj reş e. ji ber hemû derfetên qebûlkirina wî ji  destpêşxeriyên erebî û navdewletî re neman, wî red kir ku bi çi çareseriyeke siyasî re ji bo bidawîkirina qeyranê alîkar be, û ev yek dê bibe sedema bêhêvîbûna gelek jin û mêrên Sûrî li deverên di bin kontrola wî de, yên ku hêviyên xwe li ser vegerandina Sûriyê li nav hembêza Ereban de girêdabûn, ew serkeftina ku dê derî li ber veberhênanên berfireh veke, û dê sizayan ji ser milên wan rake. Ev bêhêvîbûn li pişt tevgera aştiyane ya vê dawiyê li Sûriyê ye, ku nîşana bêsebrî û bêhêvîtiya wan e. û nîşan dide ku êdî nikarin ji vê pirtir li ber xwe bidin, weke ku Esed daxwaz kirbû.  

   Rewşa ragirtinê ya xirab li Sûriyê kûrtir bûye, û ketiye qonaxeke nû ji ya berî xwe dijwartir, û em di wê baweriyê de ne ku rewş, bi taybetî ya aborî, dê di roj, hefte û belkî mehên bê de, bi lez û bez xerabtir bibe. Mimkun e ku em derbasî senaryoyên din bibin, û dibe ku yek ji wan senaryoyan vegera şer an jî zêdebûna leza şerê çekdarî be, ji ber ku tişt nikarin her û her wekî xwe bimînin.

 

 Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, hewl didin ku guhertinek erênî û berçav li rewşa Sûriyê pêk bînin. Em rêjîma Sûriyê bi serokatiya Esed berpirsyar dibînin di ber her tiştê ku li Sûriyê diqewime, di nav de rewşa xirab a aborî, belavbûna tundûtûjiyê û Kaptagon û astengkirina gihiştina çareseriyeke siyasî û aştiyeke berdewam. Her wiha em dibînin ku ew berpirsiyar e di ber enamên şerde, weke pirsa penaberên jin û mêr, destwerdana dewletan û belavbûna hêzên desthilat yên defakto. Em bang li welatên erebî, herêmî û navdewletî dikin ku piştgiriya xwe ji bo kêmkirina bandorên krîza mirovî li Sûriyê bidomînin. Û em prensîba nevegerandina penaberên jin û mêr ji ber şert û mercên ne ewlebûnê li Sûriyê piştrast dikin. Em tekezîyê li ser pêwîstiya pêkanîna dadmendiyê dikin û cezakirina hemû berpirsyarên binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê. 

  Her wiha em tekezîyê li ser pêwîstiya xurtkirina fişara navdewletî li ser rejîma Sûriyê dikin da ku helwestek diyar li xwe bigre, û pabendbûna xwe bi çareseriyeke siyasî ji kirêzê re diyar bike. Divê ev çareserî li ser bingeha biryarên Netewên Yekbûyî be, bi taybetî biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê, li gel tekezî li ser pêwîstiya vegera ser maseya danûstandinan, bi beşdariya hemû aliyên pêwendîdar. Em daxwaz dikin ku beşdariya di proseya siyasî de berfirehtir bibe, da ku hemû tevgerên siyasî û civakî yên li Sûriyê tê de beşdar bibin. Pêwîste ev pêvajo şefaf û berfireh be, û di hemû aliyên  proseya siyasî, aborî û civakî de nûnertiya jinan û beşdariya wan a çalak  were garantîkirin.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê