Erdhej û bandora wê li ser rewşa Sûriyê

 

    Di serê sibeha 6ê Sibatê de, erdhejek bi pileya 7.8 li başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê rû da, edhej bi hêzek gelek mezin û wêrnker bû, bû sedema zirarek mezin û hejmareke zêde ji qurbaniyan, ku hijmara wan gihiştiye zêdetirî pêncî hezar kesî li Sûriyê û Tirkiyê. Ji wê demê û heta niha hijmarek mezin ji paşerdhejan û erdhejên hêzkêmtir li herêmê berdewam dikin. Karesata li bakurê Sûriyê ne tenê ji encama erdhejê bû, lê belê ji ber ku aboriya xwecihî ya herêmê girêdayî mekanîzma gihandina tiştan ku ji salan ve di rêya derbasgehan re digihêje herêmê, û ew yek sedema derengmana gihandina alîkariyan bû.

  Ji aliyê siyasî ve, karesatê qelsbûna sîstema navdewletî  ya bilez di van karesatan de nîşan da, û ne aktîvbûna rêyên pêşkêşkirina alîkariyan li gorî yasayên navdewletî û mekanîzmayên berdest ji bo dîtina mekanîzmên baş di rewşên awarte de. piştî karesatê, pir derdng bû heta ku derbasî wan herêman bûn, û ev yek bû sedema zêdebûna hejmara qurbaniyan ên ku  dibû rizgar bibûna, û ew ji bin kavlan derxistane, lê ji ber bêkarî û kêmbûna hijmara amûrên pêwîst, ew rû bi rû î  mirinê hatin, eger ne ji ber xemsariyê bûya, ew dê neçarî wê çarenivîsê nebûna.

  Yekane dergehê vekirî li gorî biryara 2672 ya Encumena Ewlekariyê, deriyê Bab El-Hawa bû, ku Tirkiyê ragihand ku nikare bikar bîne ji ber rewşa xirab a rê ji ber erdhejê, bi vê yekê jin û mêrên Sûriyê li bakurê Sûriyê bi tenê man, bê ku alav û amûrên birûbûna karesatê li cem wan hebin, û Neteweyên Yekbûyî nikarîbû alternatîvan ji jo wan di demê  guncaw de peyda bike, tu rê û derbasgehên alternatîf nehatin dîtin, û Neteweyên Yekbûyî dereng itiraf bi xemsariya xwe kir, di dema ku ev itiraf êdî tiştekî pêşkêşî mexdûran û kesên ku jiyana xwe ji dest dane di encama xemsariyê de, nake.

 Reftara hêzên herêmî û xwecihî  ji wê neçêtir bû, ji destpêkê ve siyasetkirina alîkariyên mirovî diyar bû, Tirkiye bi razîkirina welatiyên xwe mijûl bû ji ber ku rastî felaketeke gelek mezin hatye, û vê yekê hişt guh nedin pêdiviyên mirovî yên qurbaniyên din. Di dema ku termên qurbaniyên sûrî dihatin veguhestin ji bû sûriyê, di heman rêya ku hatbû ragihandin ku ji ber erdhejê qut bûye, û bi sedema wê nikarîn alîkariyan pêghînin.  Her wiha hêzên xwecihî, weke Hikûmeta Demkî ya bi ser Hevbendiyê, bi rêya twîteke ku serokê wê ragihand û tê derbaskirina alîkariyên aliyên din ên Sûriyê, “wekî Rêveberiya Xweser”, red kir, di dema ku mercê rêjîmê ew bû ku alîkarî bi rêya wê bêne pêşkêşkirin.

  Rêjîma Sûrî bi derengî bajarên Sûrî yên  ku erdhej lêdayî, wek bajarin karesatkirî û wêran, û rewşa awarte ya girêdayî karesatê ranegihand, ev yek bû sedem ku gihandina alîkariyên navdewletî ji bo tevaya xaka Sûriyê hêdîtir bibe. Dibe ku ev derengiya ragihandina wê bi sedema danûstandinên vê rejîmê bû, danûstendinên ji bo kontrolkirina alîkariyan, û da ku belavkirina wan tenê bi rêya wê be. Di heman rojê de ku rejîmê navên bajarokên wêranbûyî ragihand, di nav de Idlib, ku li derveyî kontrola wê ye,  wê vekirina du deriyên sînorî bi Tirkiyê re ragihand -ji bilî dergehê Bab El-Hawa- ku ew dergehê Bab El-Selame û Dergehê El-Raî ne, bi erêkirina rêjîma Sûriyê û tenê ji bo heyama sê mehan, herwiha vekirina deriyên bi rêjîma Sûriyê re û gihandina alîkariyan bo navçeyên bakur-rojavayê sûriyê bi rêya van dergehan re hat ragihandin, û bi vî awayî kontrola Rêjîmê li ser derbasgehan an jî li ser biryara vekirina wan li gorî vê yekê hatiye bicîkirin.

  Reftara serokê Rêjîmê li deverên ku di bin kontrola wî de ne di rewşek baştir de bû, ji ber ku ew di serdaneke pişkinînê de ji bo deverên  li Helebê xuya bû, dikene, û behsa şerê ku wî li dijî gelê xwe kiriye dikir. Û tu gav ji bo alîkariya qurbaniyan ranegihand.

   Rêjîma Sûrî daxwaz dike ku alîkarî di rêya wî re û di herêmên wê re bên pêşkêşkirin, bi rêya du rêxistinan: Heyva Sor û Emîndariya Sûrî ji bo Geşepêdanê, ya ku ji aliyê jina serokê rejîmê, Esma el-Esed ve tê birêvebirin, were gihandin. Ev jî gumanê dibe li ser îhtîmala ku alîkarî bên dizîn û negihêjin kesên hewcedar. Di dema ku rêjeya ziyanan li bakurê Sûriyê %80 ji ziyanên çêbûyî pêk tê, û ziyanên ku li deverên di bin destê rêjîmê de çê bûye tenê %20 ye, ev yek pirsê di be ser dadperweriya dabeşkirina alîkariyan.

  gihandina alîkariyan kêm û ne bes e, ji bilî derengmayîna wan, yekem alîkariya ku hat, beriya erdhejê hatibû plankirin, lê ji ber girtina deriyên sînorî dereng man, û têra pêdiviyên lezgîn ên ku ji ber karesatê çêbûn nedikir. Alîkariya ku heta roja nivîsandina vê sergotarê têr nake, û hewcedarî hîn pir heye, nemaze û bi taybetî hewcedarî bi stargehan heye, ji ber ku malbatên sûrî li kolanan radizên, an jî herî baş di xaniyên komî yên demkî yên ku zû hatine çêkirin de, dijîn. Îro kon ji van malbatan re bûye xewin.

Rewşa xelkê Sûriyê li Tirkiyê ne baştir bû, ji ber ku gelk ji wan nişteciyên bajarên wêran bûn, ji lewre niha ew derbider mane di nav tevlihevî û nezalaliya biryarên hikûmeta Tirkiyê derbarê wan de. Medyaya civakî biryarên hevdij û nezelal derbarl cihên ku dikarin berê xwe bidin wan de belav dike, herweha derbarê rêkarên ku divê pabendî wan bin di dema barkirina ji navçeyên wêranbûyî de, û ka bê dikarin ji wan navçeyên derkevin an na. Ev hemû ji bilî dilgiraniya ku karesatê li şûn xwe hiştiye derbarê egera sepandina vegerê li ser Sûriyan û xerabiya rewşa aborî ya piraniya wan, bi taybetî jî ewên ku karê rojane dikirin û heqdestê wan pir arzan bû, û kesên ku bi sedema karesata erdhejê karên xwe ji dest dane.

Divê em pêdawîstiyên taybet ên jinan ji bîr nekin, û nabe ew di nav sebetên alîkariyê de bên jibîrkirin, bel ku di vê rewşa jinan a taybet di mijara alîkariyên mirovî de li ber çavan bê girtin, wekî serşokên taybetî di kampan de û ne îzolekirî da ku rastî hewlên destdirêjiyê neyên, û di vê pêdawîstiyên wan ên taybet di sebetên alîkariyê de li ber çavan bên gitin û konekî taybet bo her malbatekê bê peydakirin.

Di encama erdhejê de herweha pirsgirêka zarokên rizgarbûyî derketiyê holê ku malbatên wan di bin kavilan de canê xwe ji dest dane. Divê malên xwedîkirin êyên guncav bo wan bên dabînkirin û ji destê bazirganên şer û mirovan bên parastin. 

Di demekê de ku me nakokî û cudahiyên siyasî di nav Sûriyan dîtin, û aliyên ku şerê hev dikin karesatê ji bo meremên siyasî bi kat tînin, me li hember jî hevkarî û hevgirtin di nav Sûriyan de li cihê hebûna wan dîtin, û me dît ku alîkariya bi hemû aliyan de diçin, bêyî ku pirs li raya siyasî ya wergerên bê kirin, û divê hemû hêzên welatparêz û demokrat li ser vê yekê ava bikin, ji bo vegerandina nasnameya niştimanî ya sûrî ya giştgîr, û çareserkirina derz û terkên ku şer bi xwe re anîbûn.

Welatên cîhanê dilsoziya xwe bi ziyandîtiyên erdhejê re nîşan da û hin sizayên li ser rejîma Sûriyê ragirtin da ku derfeteke mezintir a gihandina alîkariyan hebe, loma em dibînin ku Amerîka hin sizayên xwe ji bo dema şeş mehan sivik kirine li gel piştrastkirina berdewam ku siza xwarin û kerta tendirustiyê li xwe nagirin, heweha dibîni ku Ewropayê jî bendên li ser pevguhertina diravî li gel rejîma Sûriyê sivik kirine, û dirustkirina pireyeke asmanî ji bo gihandina alîkariyan ji bo ziyandîtiyan li hemû navçeyên Sûriyê ragihand, lê ew alîkarî di serî de digihin navçeyên rejîmê, û heta niha balafirên alîkariyan li balafirxaneya Şamê daketine. Dibe ku ev yek di berjewendiya xelkê Sûriyê de be, eger rejîm van alîkariyan ji bo berjewendiyên xwe yên taybet û bisexwevehatina xwe bi kar neîne. Gelek aliyan jî tirsa xwe di vê derbarê de nîşan daye.

Em dibînin ku rejîm hewl dide sûdê webigire ji pêwendiyên ku welatan pê re danîne ji bo gihandina alîkariyan, da ku bi ser xwe ve were. Serokê rejîmê di vê dawiyê de serdana Sultanatiya Omanê kir ji bo rakirina dorpêça deplomatîk ku li ser wî sepandî ye, herweha pêşwaziya şandeke Palemanterên erebî kir, û herweha jî pêşwaziya wezîrê derve yê Misirê ku di konferanseke çapemeniyê de li nav Sûriyê ragihand ku armanca serdana wî mirovî ye, lê wezîrê derve yê rejîmê li hember vê yekê behsa girîngiya pêwendiyên her du welatan kir.

Ev hewlên rejîmê ne nû ne, û ne tenê piştî karesatê hatine, herweha hewlên vegerandina pêwendiyên li gel rejîmê ne nû ne, ji ber ku beriya karesatê, Cezayirê daxwaza vegerandina wî bo nav Komkara Erebî kiribû lê hewla wê bi ser neketibû. Herweha jî destpêkirina danûstandinan di navbera her du rejîmên Tirkiyê û Sûriyê hatibû ragihandin, û amadekarî hatibû kirin ku civînek di navbera wezîrên derve yên her du welatan bê kirin, lê karesatê ew civîn hilweşand. 

Rawestana çareseriya siyasî li Sûriyê êş û azarên xelkê Sûriyê li her deverê zêdetir kirine. Ji ber ku ew bûye sedema bisiyasîkirina alîkariyan û derbaskirina wan û gihiştina wan ji bo xelkên ku hêjayî wan in, ji lewre tevî ku karesat niha karesateke mirovî ye, û divê ku herî zû  bi şêweyekî mirovî were çareserkirin, lê heta niha çareseriyeke bineretî ji bo hemû derdên sûriyan re tune ye, ji bilî çareseriyeke siyasî giştgîr li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî, ku dawiyê li şer bîne û bibe bingeha aştiyeke domdar ku mafên gelê Sûriyê misoger bike, û dawiyê li êş û azarên jin û mêrên sûrî yên girtî û revandî bîne ku di ser siya vê karesatê de êş û azarên wan zêdetir bûne û kesûkarên wan nikarin dilê xwe di derbarê çarenivîsa wan de bixin cih de.

Em wekî Tevga Siyasî ya Jinên Sûrî tekeziyê li ser girîngiya wê yekê dikin ku dabeşkirina alîkariyan li jêr çavdêriya navdewletî û navneteweyî de bê kirin, da bi misogerî ew alîkarî bigihêjin kesên hêjayî wan û neyên dizîn û ji bo meremên siyasî neyên bikarînan û bi şêweyekî dadmendane bên dabeşkirin û bigihêjin hemû deveran û gihandina wan bê berdewamkirin, û piştî 3 mehan neyên rawestandin, ji ber ku karesata ku erdhejê li şûn xwe hiştiye pêwîstiya wê bi bersivdane bilez û di cih de heye, lê herweha pêwêstiya wê bi bersivdaneke demdirêj û pilanên geşepêdanê heye ku kar û çavkaniya dahata ji bo jiyana ziyandîtiyan heye da ku di demekê bikarin dev ji alîkariyan berdin û debara jiyana xwe bi xwe bikin.

Herweha em tekeziyê li ser girîngiya garantîtiya berdewamiya vekirina deriyên sînorî dikin, û ew piştî 3 mehan neyên daxistin û vekirina wan bi erêkirina rejîma Sûriyê ve neyê girêdan, û mîkanîzmayeke navdewletî ji bo wan were dîtin ku vekirina deriyên sînorî û gihiştina alîkariyan gerantî bike û ev babet neyê bisiyasîkirin, û aliyên girêdayî rewşa taybet a jinan di van alîkariyan de li ber çavan bê girtin, herweha em dibînin ku girîng e ew kesên ku bûbûn sedema derngiya van alîkariyan bên cezakirin.

Em wekî Tevga Siyasî ya Jinên Sûrî herweha tekeziyê li ser girîngiya karkirinê ji bo çareseriyeke siyasî giştgîr dikin ku dawiyê li êş û azarên sûriyan bîne, û rê neyê dayin ku ev karesat ji bo meremên siyasî were bikarînan ji her aliyekî ve be ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî yên berteng, û rê nayê dayîn ji bo rejîma Sûriyê ku vê karesatê ji bo yekê bi kar bîne da ku bi ser xwe ve were û alîkariyan ji bo fînansekirina şerê xwe bi kar bîne, yan jî ji bo avakirina navçeyên ku ziyan ji erdhejê nedîtine bi kar bîne, yan jî ew alîkarî ji aliyê bazirganên şer û kirîzan ve , û ji aliyê gendelên ku movikên desthilatê kontrol dikin ve werin dizîn.

 

Komîteya Siyasî ya Tevga Siyasî ya Jinan a Sûrî