Gelên Demokratîk, yan jî Yek Gelê Sûriyê! Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

 

Rêveberiya Xweser vê dawiyê rûnivîsa guhertî ya “Peymana Civakî” pejirand, ku berê jî wê rûnivîsa wê ya yekem di sala 2014an de derxistibû û zêdetirî carekê hatiye guhertin, da ku di şêwaza guhertî de di 13ê Kanûna Pêşîn a 2023an de bê ragihandin.

Piştî ku li xalên wê bi nêrînek rexneyî ya nêzîk ve hat nirxandin, têbînên herî berbiçav dikarin wiha werin kurt kirin:

  • Ev “Peymana Civakî” di Destûra bingihên ji bo Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pesend kirin, weke ku di xala 1ê ya Prensîbên Bingehîn de hatiye diyarkirin, û li gor ku di pêşgotinê de jî hatiye xuyakirin; ev Peyman dê “Garantîkirina azadî, aşitî û yekitiya di navbera Sûriyan de” be.

Ji me re diyar bû ku grûpekî sûrî peymanek civakî ji bo tevahiya Sûriyê, bi nêrîneke yekalî amade kiriye, peymanek civakî ku ne demkî ye, lê madeya 133 dibêje: “Eger li ser Destûrek demokratîk li Sûriyê were lihevkirin, ev girêbest dikare bê guhertin”. lê belê bawerî bi guhertinê naye da ku em bêjin demkî ye.

  Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê di wê baweriyê de ye, ku kîjan alî dibe bila bibe, mafê wî nîne ku peymaneke civakî weke Destûra bingihîn ferz bike, bêyî ku vegere ser raman û nêrînên hemû pêkhateyên Sûriyê. Her wiha, û tevî ku em têdigihin ku pêwîstiya desthilatên defakto di rewşa Sûriyê ya niha de bi danîna rêzikname yê îdarî û yasayî heye ji bo birêvebirin û sazîkirina jiyana rojane ya niştecihên herêmê, heta ku Sûriyê digêhje çareseriyeke siyasî ya berfireh, li gorî biryara 2254, biryarên navneteweyî, û peymanên têkildar. Lê di heman demê de haya me ji metirsiya vê yekê heye ku ev desthilat bi awayekî yekalî peymanekê derbixe û bibîne ku ew ji bo hemû jin û mêrên Sûriyayê garantî ye, û li ser wan ferz bike û her kesî bi wê ve girêde. Dibe ku rewş ji vê siviktir bibûya eger ew demkî bihata dîtin, û ev yek bi eşkereyî di yek ji xalan de ji 134 xalên wê yên ku tevaya peymanê jê pêk tê, hatiba gotin.

​    • Peymana Civakî konfederalîzm wek şêweya hikûmraniyê li Sûriyê ya paşerojê pejirand û bi vî awayî nêrîna xwe li ser jin û mêrên Sûriyê ferz kirye, her wiha Rêveberiya Xweser weke parêzgehek di nava konfederalîzmeke mezin a bi navê Sûriyê de ne pejirandye, lêbelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navend û kantonên wê ve weke konfederaliyek temam dîtiye, bêyî ku li berçavan bigre ku ew herêm beşek û berfirehbûna Sûriyê ye, û piştrast nekiriye ku herêma navborî beşek ji Sûriyê ye, ji bilî di xala 5an ya prensîban.

  • Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê, û di encama desthilata dîktatorî ya dirê de, Sûriya tûşî encamên şerekî dûr û dirêj tê, û ew ji perçebûn û dabeşbûna civakî  dikişîne, û niha pêdivîya wê bi avakirina nasnameyeke niştimanî ya Sûrî ya berfireh heye, bikaranîna gotina”Gelên Demokratîk” di vê Peymanê de li şûna gelê Sûrî yê yekta bi hemû cihêrengî û dewlemendiya xwe ya etnîkî û olî ve, ​ ew bi vê yekê dubendiya heyî berdewam dike û kûrtir dike, ji ber ku dewletek yekbûyî bêyî gelekî ku xwediyê nasnameyeke neteweyî ku wan bigihîne hev nayê avakirin.
  • Di Peymanê de li şûna ku li ser hemwelatîbûna wekhev a ji bo hemûyan bê axaftin, goina “Rdkirina nijadperestiyê” hatiye bikaranîn, ku di pêşgotinê de hatiye gotin. Di heman demê de dema ku behsa hemwelatiyên jin û mêr dike, li şnê gotina “kur û keç” bikar aniye, û bi vî awayî wan dixe asteke jêrîn, ji ber ku kur û keç ji aliyê bavan ve têne rêve kirin, lê di peymanê de nehatiye zelalkirin ka ev bav kî ne?!
  • Peyman di xala xwe ya dehemîn de têgeha şehadetê û pîrozkirina wê cih girtiye ûderbarê sondê wiha hatiye gotin: (Ez bi Xwedayê mezin sond dixwim û ez soz didim şehîdan: pabendî Peymana Civakî û xalên wê bibim, û mafên gelan ên demokratîk û nirxên şehîdan û parastina azadî, ewlekarî û ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komara Sûriyeya Demokratîk biparêz im, û ji bo jiyaneke azad, jiyana wekhev û pêkanîna dadweriya civakî li gorî rêgeza Neteweya Demokratîk, xebatê bik im). Bêyî ku diyar bike şehîd kî ne! Di ronahiya şerê leşkerî yê berdewam li Sûriyê û parçebûna civakê de, kî ne şehîdên ku divê em wan pîroz bikin û li ser mafên jîndaran re bilind bikin? Ev pîrozî dê di paşerojê de pêşveçûna dadweriya veguhêz asteng bike, gelo binav kirina şehîd ji bo kesên ku di şerê navxweyî de şehîd bûne dibe! Ku hêzên desthilatdar yên li herêma bakur-rojhilat gelek caran şer kirin.
  • Tevî ku di xala 37’an de wiha tê gotin: “Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pabendî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û hemû rêziknameyên mafên mirovan e”, lê qet behsa biryarên navdewletî yên Neteweyên Yekbûyî yên girêdayî çareseriya Sûriyê nekirye, û bi heman awayî  rêkeftin û biryarên Neteweyên Yekgirtî derbarê jinan CEDAW û biryara Encûmena Ewlekariyê ya1325, hatin paşguhkirin, Tevî ku behskirina wekhevî û mafên wekhev ên jinan, ku em weke tevger pê razî ne jî, lê nebûna referansên navneteweyî tiştekî nayê fêmkirin.
  • Ev Peyman bi eşkere li ser bingeha îdeolojiya rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Ocalan e, û pirtka wî: “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk”. Ku biwêj û termên wê, wek “Neteweya Demokratîk”, “Gelên Demokratîk”, “Konfederalî” û hin gotin û têgehên din bi kar anîye, û bi vê yekê ew îdyolojiya li ser hemû mêr û jinên Sûriyê ferz kirye, û ew wan bi projeyeke ne-sûrî ve girêdide, ku girêdayî partiyeke ku li derveyî sînorên Sûriyê ye.

 

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, di wê baweriyê de ye ku ev Peymana Civakî li gorî xalên xwe, metirsiya wê li ser yekîtiya Sûriyê û gelê wê heye, û li gorî biryara 2254 û biryar û lihevkirinên navdewletî yên pêwendîdar,  û rêgir e li ber çareseriya siyasî ya Sûriyê ya tê xwestin,  û ew hişyariyê dide ku deverên hêzên kontrolê yên defakto, yên ku di encama aloziya Sûriyê de derketine,bên veguherîn û bi zorê weke aliyekî defakto tê ferzkirin, ber parçekirina Sûriyê ve here.  Her wiha Tevger dibîne, ku metirsiya wan gotegotên li ser veguhestina ezmûna rêveberiya xweser bo herêmên din ên Sûriyê, di nav de Suweyda, heye.

Hêjayî gotinê ye ku em hebûna sîstemên yasayî û îdarî yên kargêrî ji bo birêvebirina jiyana rojane ya hemwelatiyên jin û mêr li van herêman û yên din fêm dikin, bi mercê ku demkî be û ne hertimî be, heta ku em bigihin Sûriya ew dewleta tê xwestin,wek dewleteke demokratîk, piralî ku pirrengiya xwe ya dewlemend a çandî ya Sûrî pîroz dike, dewleteke nenavendî ya ku rêzê li mafên hemûyan digire, li gorî prensîba cudakirina her sê desthilatan; ya sagosaz, ya cîbcîkar û ya dadwerî, û prensîba hemwelatîbûna wekhev û tam ji bo herkesî, bêyî cudahîya zayend, etnîsîte, ol û mezhebî qebûl dike. Tevger herwiha tekez dike ku mafê mêr û jinên Sûrî heye ku bi îradeya xwe ya azad peymaneke civakî binivîsin, bêyî destwerdan, û ferzkirin û zor ji aliyê desthilatdarên defakto, yan jî kişandina wan ji bo pejirandina referansên îdeolojîk ên ku sînoran derbas dikin.

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê