Hin Aliyên Beşdarbûna Îranê li Sûriyê

 

Hebûna Îranê li Sûriyê vedigere beriya dehên salan ku bi gelek awayan di hemû astên jiyanê de li Sûriyê cih girtiye, û  diyar e di zêdetir ji heşt komîteyên pispor ên ku di dema û piştî seredana serokê Îranê Îbrahîm Raîsî bo Şamê di Gulana 2023an de hain avakirin, di wê serdanê de (15) rêkeftin di navbera Tehran û Şamê de hatin îmzekirin. Krê van komîteyan di (bank, karûbarê darayî û temînê deye, ya duyem taybet bi karûbarên veberhênanê de ye, ya sêyem di karûbarên neftê û veberhênana wê de ye, ya çaremîn di warê veguhestinê de û pirsa korîdora rêyên hesinî û geştên di navbera her du welatan de û alîkariya ji bo fîloya Sûriyê ye,  pêncemîn di warê bazirganî, pîşesazî û avakirina bajaran de ye, ya şeşemîn  taybe bi çandinî û veguhestina ezmûn û pisporiyê di ware çandinê de ye, ya heftemîn di warê geştiyariyê de, di nav de geştiyariya olî, ku armanc ji bo hatina 50,000 serdankerên Îranî ji bo Sûriyê hat destnîşankirin, bi rêjeya 1000 serdanker di her hefte de. Heştan kar dike ku deyn û deynên Îranê bişopîne û di berdêla deynan de zevî bide Îranê. Û komîteya heştemîn kar dike ji bo deynên Îranê bişopîne û di berdêla deynan de zevîyan bide Îranê).

 

Dema Berhevkirinê:

Rêkeftinên ku ji aliyê rêjîma melayan ve li ser rêjîma Sûriyê hatine sepandin, bingeh in ji bo Tehran destkeftiyên mezin bi rêya kompaniyên xwe qizinc bike, di hewlekê de ji bo vegerandina deynên ku di piştgirîkirina rêjîmê de pêşkêş kiribû, piştî ku ji destpêka şoreşa 2011ê ve piraniya karînên xwe yên leşkerî û madî bikar anîn ji bo ku Beşar Esed li ser desthilatê bimîne.

Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku navînî xerckirina Îranê li Sûrîyê salane  6 milyar dolar e,  dema ku serokê berê yê komîteya Asayîşa Netewî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê, Heşmet Felahatpişe, piştî serdana Raîsî piştrast kir ku deynê Îranê li ser Şamê 30 milyar dolar heye, di heman demê de ji aliyê Serokatiya Îranê ve belgeyek hatiye eşkerekirin ku tê de hatiye kişfkirin ku Tehranê di heyma deh salan de 50 milyar dolar li şerê Sûriyê xerc kiriye, ev yek gumanan li ser karîna rêjîma Sûriyê ji bo bidestxistina aramiya aborî zêde dike.

Yek ji wan pirojeyên sermayerazandinê yên Îranê, pirojeya çandiniyê ya “Zahed” a ji bo xwedîkirina sewalan e, ku biryar e 7 milyon dolar ji daxwazên Îranê ji Sûriyê di heyama 25 salan de bê dayîn.

Ew ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê û Hizbullaha Lubnanî ve tê birêvebirin û giringiya wê ji cihê wê yê cografî tê, ji ber ku 25 km dûrî binkeya deryayî ya Rûsî li Tartûsê ye.

Rûbera govangehê 276 hektar e, bi qasî nîvê rûbera çandiniyê ya ku Îran daxwaza veberhênanê li Sûriyê dike.(1)

Projeyek din heye ji bo çandina zevîyin mezin li Dêrezorê û Meyadîn, û berfirehkirina torên avdanê li wir, û veberhênan û firotina berhemên xwe li deverê. 

Di warê petrolê de, Îran hewl dide zeviyên petrolê û bîrên petrolê yên di bin destê rejîmê de pêşve bibe,  û alîkariya petrolê ji bo dabînkirina pêdiviyên wê jê re pêşkêş nake. Di dema ku niha rejîm tenê 20% ji serweta petrolê li Sûriyê kontrol dike.

Derbarê pere û bankan de, bankek û kompanyayek emînê hat damezrandin, û bi vî awayî rejîm nikare çavdêriya qebareya veguhestinên darayî yên Îranî yên ku derbasî Sûriyê dibin yan jî ji Sûriyê derdikevin.

Ji aliyê din ve, Wezîrê Rê û Bajarvaniyê yê Îranê Mehrdad Bizirbaşî ragihand, ku bi Sûriyê re lihevkirinek ji bo betalkirina baca gumrikê ya di navbera her du welatan de hatiye kirin.

Dema ku di warê kehrebeyê de, Koma Mîna ya Îranî koma pêncem a stasyona termalê li Helebê nûava kir, û çaksaziya santrala elektrîkê ya bajarê Mihardê pêk anî û komên xwe bi rêya sîstema bertera fosfatê nûve kir.

Her wiha wê yekîneyin niştecihî ên bi enerjiya rojê avakirin , bi rêya Sindoqa Piştgiriya Bikaranîna Zagona Vejenbar a Wezareta Elektrîkê ya Sûriyê, û yek ji projeyên pêşerojê yên plankirî, avakirina kargeheke enerjiya alternatîf  bi rêya enerjiya rojê an ya bayê. 

Ji bo avakirina stasyoneke elektrîkê li bajarê Laziqiyê peymanek îmze kir bi nirxê 400 milyon Euroyî, bi qasî 460 milyon dolarî. Û Ji bo Tehranê peymaneke bi fêde ye.

Îranê di sala 2013an de xeteke krediyê bi nirxê 3.5 milyar dolar vekiribû, û di sala 2015an de bi nirxê yek milyar dolar berfireh kiribû, tiştê ku di wan salan de bûye sedema berdewamiya zivirîna aboriya Sûriyê. 

  Di derbarê bazirganiya di navbera her du welatan de jî, Berdevkê Dezgeha Pêşxistina Bazirganiyê li Wezareta Pîşesazî ya Îranê Ruhullah Letîfî ragihand ku di sala 2021ê de hinardekirina Îranê bo Sûriyê gihaye 218 milyon û 260 hezar dolar, ku rêjeya %99 zêde bûye li gorî sala berê wê, û di 2022’an de jî rêjeya zêdebûnê  berdewam kiriye, û ji aliyê giranî ve %10.6  zêdebûn tomar bûye, û ji aliyê nirxê de %11.4 zêde bûye û hinardekirina gihiştiye 147 hezar ton kelûmelên nenftî bi bihayê 243 milyon û 168 hezar û 533 dolaran.

 

Beşdariya akademîk û çandî:

Şêwirmendiya Çandî ya Îranê li Şamê bi akademîsyenên Zanîngeha Şamê re xebitî ji bo gotaran li ser “Şoreşa Îranê û Rêberê wê” pêşkêş bikin di çarçoveya şahiyek di navbera Koleja Zimanê Farisî û Şêwirmendiya Çandî ya Îranê de,her wiha wê pêşangehên hunerî yên Îranî derbarê “Xomeynî” de li dar xist wek mînak pêşingeha di bin navê “Îmam Xumeynî di neynika hunera sûrî de”.

Di 8ê Hezîrana 2023an de, Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Şamê pêşangehek  li dar xist ku tê de tabloyên “Xomeynî” û kesayetiyên Îranî yên xwedî giraniya leşkerî û bîrdozî li Îranê hebûn.

 Navendên çandê li Dêrezorê û El-Meyadîn rolekê di armanckirina zarok û ciwanan de di rêya çalakiyên bêhnvedanê û korsên xwendinê yên bêpere de dilîzin, di hewlekê de ku wan di qonaxên paşerojê de ji bo tevlî milîsên girêdayî “Parêzvanên Şoreşa Îranê” ku li herêma Firatê çalak e.

Her wiha şêwirmendiya Çandî ya Îranê li Şamê jî her hefte zarok û jinan bi rêya çalakiyên hunerî û çandî dike armanc, û pêşbirkên “çandî” li ser hebûna Îranî û veguhestina berhemên serkirdeyên xwe ji bo mejiyên sûrî û erebî li dar dixe, ku di Sibata borî de Şêwirmendiyê pêşbirkek xwendinê li dar xist bi navê: Xwendina pirtûka ( bi sebirê serkeftin tê) bîranînên Rêberê şoreşa Îslamî ya Îranê, û muhleta mehekê daye beşdaran ku bixwînin û “Xelatên giranbuha ji bo kesên serketî re terxan kirin.

 

Huseynî beşdarbûnê zêde dike:

Metirsiya amedeaşiya îdeolojîk ji kontrolkirina aborî ne kêmtir e, ji ber vê yekê milîsên Afganî “Lîwaa Fatemiyûn” a girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê, Huseyniya “All El-Beyt” li bajarê Tedmur li rojhilatê Humsê ava kirin. Û milîsên (Hereket el-Nuceba) maleke ku li bajarê Meadan li gundewarê Reqayê desteser kiribûn veguherandin Huseyniyê, û li gundê Hatle li bakurê Dêrezorê Huseyniya “Meleyan” berfireh kir û Huseyniya “Îmam el-Baqir”, “Ebû el-Fedl el-Ebbas”, “Îmam Huseyn” û “Qasim Silêmanî” ava krin.

Ji bilî serdanên heciyan bo mezargehên “Seyîda Zeyneb” û “Seyda Ruqeye”, mezargeha “Seyda Fatima” ya li devera Şexûr li Şamê jî nekirin xizmetê.

 Di dawiyê de, Îran bi tundî piştevaniya rejîma Sûriyê li dijî gelê Sûriyê dike, û Sûriyê weke beşek ji herêma xwe dibîne, Îran piştgiriyek madî û leşkerî ya mezin dide rêjîmê û di wê baweriyê de ye ku mana Esed garantiyek e ji bo ku Sûriyê di bin kontrola wê de bimîne. 

Îran ji bo kontrolkirina rejîma Esed bi Rûsyayê re hevrikiyê dike, ji ber ku Rûsya li hember Îranê xwedî avantajên bihêztir e, her wiha ew endama daîmî ya Konseya Ewlekariyê ye û hêzeke hewayî ya mezin e.

Tirkiye jî hevrikek bihêz ji Îranê re li Sûriye tê dîtin, ji ber ku Tirkiye xwedî avantajên aborî, leşkerî, dîrokî û çandî ye zêdetir ji Îranê.

Û Îran normalîzasyona bi Erebistana Siûdî û welatên Ereb re ji du aliyan lê dinêre, ji aliyekî ve dixwaze rejîmê di nav welatên Erebî nûjen bike, lê ew ditirse ku bandora Erebî li ser hesabê wê zêde bibe, û Îran dihesibîne ku berdewamiya metirsiyan ji berfirehkirina bandora Ereban li Sûriyê bijardeyek baştir e ji bo wê.

Derbarê opozîsyona Sûriyê de jî, Îran dixwaze rejîma Sûriyê lawaz neke û red dike ku desthilat bi opozisyonê re parve bibe, ji ber ew di wê baweriyê de ye ku mayîna Esed ya şexsî garanta yekane ye, lewra rola Îranê ji bilî bi zexta navdewletî û di çarçoveya danûstandinin taybet de dê neyê guhertin, û fişar û danûstandinên bi vî rengî niha ne mumkin.

 

Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, her destwerdaneke biyanî li Sûriyê, destwerdana Îranê jî di nav de, bi awayekî kategorîk red dikin. Û Tevger dibîne ku destwerdana Îranê serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê tehdîd dike û şer dirêj dike.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaza vekişandina hemû hêzên biyanî ji Sûriyê dike, di nav de hêzên Îranî û milîsên wê yên ku gefê li mafên jinan dixwin û azadiya wan sînordar dikin, ji ber ku kiryarên wan gef û metirsiyê li ser mafên jinan li Sûriyê pêk tîne.

Her wiha Tevgera Siyasî ya Jinan Sûriyê di wê baweriyê de ye ku hebûna Îranê û çekdarên wê li Sûriyê bandoreke neyînî li civaka Sûriyê dike û dibe sedema belavbûna mezhebperestî û tundrewiyê. Û daxwaza rawestandina hemû kiryarên  bandoreke neyînî li ser civaka Sûriyê pêk tine, dike.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê banga hevkarîyê û zextê ji hemû aliyên navdewletî dike ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryarên Netewên Yekgirtî Ji ber ku çareseriya siyasî tekane rêya bidawîkirina kirîza Sûriyê ye.

 

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

 

Nîşan:
(1) Govangeha “Zahid” ku mezintirîn govangeh li Sûriyê ye, ji aliyê aborî ve ew neşkestî bû, lê ji bo sermayeguzariyê di çarçoveya peymana hevkariya aborî de, ji Îranê re hat dayîn li hember wê jî Îran salane 200 hezar dolar dide. Berhema wê ya rojane gihîştiye 5 ton şîr, û şîr ji bo kargeha penêr ya Humsê dabîn dike û zêdetir ji (50) kadroyên jin û mêr ji pizîşkên beytar û endazyarên çandiniyê û karkeran li wê mezreyê de kar dikin.