Komîteya Destûra di Navbera Astengî û Nakokiyên Hêzên Herêmî û yên Navneteweyî de

 

Digel gurbûna bûyerên Sûriyê û rawestana pêvajoya siyasî de, û piştî pênc salan ji destpêkirina danûstandinên Cenevre di navbera aliyên siyasî yên Sûriyê de, ku ti encameke berçav bi dest nexist, hin grûpên navdewletî û herêmî dest bi tevgerên piralî kirin ji bo pêşvebirina pêvajoya siyasî..

Di 23ê Îlona 2019an de, sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî, António Guterres, avakirina Komîteya Destûrî ragihand, ku piştî nêzîkî du salan ji tevgerên ber bi rejîmê ve ji bo şikandina cemedê û razîkirina wê ku were ser maseya danûstandinan, lê ev yek bê encam bû, ji ber piştevaniya Rûsiya-Îranê ji rejîmê re, dibe ku ev yek bi awayekî nerasterast têkçûna hewlên Netewên Yekgirtî û civaka navdewletî ji bo pêşdebirina çarçoweya danustandinan ku ji sala 2014an ve li Cenevrê  şopandiye nîşan dide,ya ku êdî nikariye biryarên Neteweyên Yekbûyî cîbicî bike, di nav de biryara Cinêv 1 û biryara 2254, û her wiha Desteya Rêveber a Veguhêz weke destkefta herî girîng a pêvajoya siyasî li Sûriyê tê texmînkirin.

 Di nav şert û mercên dijwar de û têkçûna dosyaya girtiyan, windayan û kesên bê ser û şûn û yên bi darê zorê hatine winda kirin, yên ku hijmara wan ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve bi hezaran tê texmînkirin, û bi berdewamiya koçberkirina bi darê zorê, û berdewamiya rejîmê di şopandina siyasetên tepeserkirinê li navçeyên ku kontrola xwe ji nû ve li wan bi dest xistiye, lê guherbara herî girîng  kêmbûna rola opozisyonê û rejîmê di danûstandinan de di xizmeta ajandayên welatên xwedî bandor de ye, bi taybetî, garantorên Astana, ku rolek mezin di derxistina bijareya Komîteya Destûrî de lîstin, Komîteya Ku ji hemû hêmanên serketinê kêm bû, destpêk ji nebûna bernameyeke demkî, û hebûna qaîdeyên pêvajoyê yên ne diyarkirî, mekanîzma nivîsandina destûrê û rola serokê rejîmê tê de, her wiha lihevhatinên girtî yên ku li Astanayê pêk hatin û rêzgirtineke cidî ya rejîmê ji wan re nebû, ku hilbijartinên parlemanî û serokkomariyê hevdem bi civînên Komîteya Destûrî re, bi piştevaniya mutleq a Rûsiya û Îranê, pêk anîn. Bi heman awayî, hejmarek ji endamên Komîteyê berî destpêkirina hevdîtinan vekişiyan, ji ber baweriya wan weke baweriya piraniya xelkên Sûriyê, ku nivîsandina destûreke nû ne rêya bingihîn a çareseriyê ye li Sûriyê, û ku ev  pêvajo bitemamî li ser xwesteka nûnerê Nteweyên Yekbûyî, birêz De Mistura hatye, yê ku wezîfeya wî nêzî qedandinê bû bêyî ku tiştekî bi dest bixe, û wî dixwest destkeftekê ku dê jê re were hesibandin pêk bîne, her çend ev destkeft bibe xema sereke ya civaka navdewletî û welatên herêmê yên ku li gorî berjewendiyên xwe proseyê birêve dibin û li gorî qizincên bi dest dixin. Bi rastî cihê mixabiniyê ye ku civaka navdewletî û herêmî ya ku tê gotin çareseriyeke siyasî ye daxistina wê asta ku tê de biryara Cenêv 1 hatiye biçûkkirin, ji desteyek rêveberiya veguhêz ya xwedî desthilatên tam, bo nelihevkirina li ser cihê lidarxistina civînên ji bo nîqaşkirina Destûrê ku ev yek di eslê xwe de mijareke serwerî ye û ji bilî gelê Sûriyê di rêya hilbijartinên azad û dadperwer ên parlemanî, mafê ti kesî nîne ku destwerdanê tê de bike. Niha piştî gera heştemîn a Hezîrana 2022’an a li Cenevreyê, ti encameke berçav jî bi dest neketiye. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen, ku ev 19 meh bûn bi ser neketibû, vegera li danûstandinan ragihand, lê wî nekarî rejîma serhişk razî bike di serdana xwe ya Şamê de da vegere, rejîmê ragihand ku ew ê venegere ser maseya danûstandinan heta ku aliyên rûsî beşdar nebin, ji aliylê xwe ve Rûsiya îdia kir ku şanda wê ji bo derbasbûna Cenêvê  rastî zehmetiyên lojîstîkî hatiye ji ber helwesta wê li ser şerê Rûsya û Ûkraynayê.

Di encama paşketina dosyaya Sûriyê û rawestana wê di korîdorên civaka navdewletî de û kêmbûna rola aliyên Sûriyê li gorî rola welatên xwedî bandor, vê yekê hişt ku hin welatên erebî rêyên danûstandinê bi rejîmê re vekin û pêwendiyan pê re vegerînin, bi rêya bangewaziya wê ya ji bo civîna awarte ya  Îslamî ya hevbeş bi Komkara Erebî re li Riyadê di 11ê Mijdara 2023an de, û bi berdewamiya têkçûna civîna komîteyê re, di mehên derbasbûyî de jî liv û tevgerên çend welatên Erebî û civînên dualî ji bo avakirina peywendiyan bi rejîmê re ta wek alternatîvek ji rola sereke ya ku Îranê di navçê de digre, be, û wek hewldanek ji bo kêmkirina bandora Iranê nemaze li Sûryê, û ji bo rawestandina nakokiyan û vegerandina aramiyê ji herêmê bi giştî (ne veşartî ye ku Padîşahiya Erebistana Siûdî di vê senaryoyê de beşdarê sereke ye). Weke destpêşxeriyek Erebî ji bo pêşniyarkirina cihin alternatîf, di nav de Mesqat, ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Misrê ve di hevdîtina xwe ya ligel hevtayê xwe yê Sûriyê de hatibû pêşniyarkirin, lê Mesqet lêbûrîn xwest û red kir ku civîn li ser erda wê bên lidarxistin, Piştre Îranê pêşniyar kir ku li Bexdayê bê lidarxistin bi erêkirin û hêsankariya Amerîkayê, lê ev pêşniyar hat redkirin. Paşê Nairobi li Kenya hat pêşinyarkirin ji ber ku ofîsa Neteweyên Yekbûyî li wir heye, lê rejîmê ev yek jî red kir, û proseya danûstandinan dîsa rawestiya. Li gorî çavkaniyên agahdar, tevî piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya, Fransa û Almanyayê, şansê lidarxistina wê kêm e, li gorî daxuyaniyekê ku di salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyê di 15ê Adara 2024an de hatiye belavkirin. Rejîma Sûriyê ragihand ku ew red dike beşdarî civînan bibe ji ber ku civîn li Cenevreyê tên lidarxistin û Mosko li dijî wê ye. Li gorî vê yekê, em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê red dikin ku danûstandin li derveyê Cenevrê û baregeha Netewên Yekbûyî bêne lidarxistin, û em tekez dikin ku nabe dosyaya Sûriyê bi giştî ji sîwanên navdewletî  bê veguheztin bo welatên ku ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê ne, ev yek  pêvajoya siyasî ji naveroka wê vala dike.

Di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de em tekezîyê li ser hebûna jinan bi rêjeya ji sedî 30 dikin, da ku di her proseyeke girêdayî pirsgirêka Sûriyê û paşeroja Sûriyê de hevsengiyê pêk bînin. Û em rola birêz Geir Pedersen û berî wî jî birêz De Mistura bi giringî dinirxînin ji ber tekezî û dilgiraniya wan li ser rola jinan û  hebûn û beşdarbûna jinan di Komîteya Destûrê de, tevî ku hebûna beşeke mezin a jinan, ku bi sedema koçberî, penaberî û nekarîne xwe bigihînin cihên biryardanê, bi rengê tê xwestin  nehatine temsîlkirin, û ev yek ne li gorî fedekariya jinan ya di şoreşê de ye. 

Li gel van hemû rastî û kêşeyên ku zehmetî û belkî nemimkûniya kombûna komîteyê yan jî pêşveçûna piroseya siyasî nîşan didin, hin senaryo û alternatîvên ku nehatine ragihandin derketine holê ku behsa dev ji berdana proseya danûstandinan û bê bandoriya wan dikin, û ku Neteweyên Yekbûyî nikare bi rola xwe rabe û fişarê bike ji bo cîbcîkirina biryarên NY ji ber çend sedeman, ji wan jî: Rewşa dubendiyê di navbera Rûsiya ku piştevanê rejîmê ye, û Amerîka ku piştevana sereke ya opozîsyonê ye, ji bilî dijwariya dirustkirina jîngeheke ewle ji bo veguheztina destûrî, û belkî jî ragihandina nûnerê Netewên Yekgirtî Geir Pedersen ku dibêje, rawestandina karê komîtê heta demeke nediyar, têkbirina proseya destûrî be, vê yekê hişt ku aliyên pêwendîdar bifikirin û rêyin nû bibijêrin, û dibe ku senaryoya herî muhtemel ew e;  Pêkanîna lihevkirinên navxweyî bi kesayetiyên alternatîf di navbera rijêma Esed û opozisyona dem kesayetiyin ku di bin bandora welatên xwedî bandor de ne, û dest bi têkilî û têgihiştinê bikin û dîtinên aborî yên ku Rûsya piştgirîya wan dike û Îran red nake pêşkêş bike.

Di siha vê yekê de, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekez dike ku berdewamkirina astengkirina proseya siyasî û destwerdana welatên xwedî bandora leşkerî li ser xaka Sûriyê, ew lawazkirina rola navdewletî ye, û kûrkirina êş û azarên mirovî û yên jiyanê ne, û hiştina doza Sûriyê wek rehîne  ji hevsengiya hêzên navdewletî û nakokiyên herêmî re ye.

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê