Nêzîkatiya “Gav Bi Gav” Gelo Pedersen dê Mucîzeya Çareseriya Sûriyê Pêşniyar bike?

   Di siya pêşinyara pirojeya “gav bi gav” de, xuya ye ku dîmena rewşa sûrî ewqas bi lez û bez diçe ku hîn em bûyerekê dişopînin li pey bûyereke din rû dide. Weke ku ew tablo amade bûbe da rûpela zêdetir ji diwanzdeh salan ji êş û azarên Sûriyê ji bo berjwendiya rejîmek ku kuştin di derheqê miletê xwe de kir û ew li hemû deverên cîhanê derbider û koçber kirin.. Îcar çi diqewime û îro çi hatiye guherîn da ku rewş ewqas bê guherîn? Ne Rejîma Sûriyê hatiye guhertin, ne danûstandin pêk hatine, û ne jî lihevkirin çêbûnye!

   Gotara navneteweyî berê xurt, zelal û eşkere bû, tekez dikir ku desthelgirtinê ji bo rejîma Sûriyê neke eger li gor biryara encumena asayîşê ya 2254  guhertinên bingihîn çênebin. Lê bi rawestana ku di dosyaya Sûriyê de rû da û rawestandina civînên Komîteya Destûrî, wisa xuya bû ku nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Pedersen bi kartên xwe yên dawîn dilîze, ji dema serdana xwe ya ji bo paytexta Sûriyê di Kanûna sala borî de, ew ji rêya xwe ya asayî derket û ragihand ku derfetek ji bo jinûve destpêkirina pêvajoya siyasî heye, got ku wî di gotûbêjên xwe de bi berpirsên Ereb, Amerîkî û Ewropî re, hest bi hebûna derfeta vekirina pêwendiyên wan welatan bi rejîmê re kir, û pêşniyar kir ku derfetê bidin  pêkanîna projeya nêzîkbûnê di naver aliyan de ya bi navê “gav bi gav” bi armanca avakirina baweriyê di nav hemû aliyan de.

  Diyare  ku şerê Rûsya û Ûkraynayê hevsengiyên li herêmê bi awayekî pir mezin guhertiye, ev yek bû sedema veguhertina dosyaya Sûriyê ji dosyek navdewletî bo dosyayeke navçeyî ku bi şêweyekî sereke di destê welatên herêmê de ye, ev yek di zêdebûna êrîşên Israîlî li ser Sûriyê û herwiha rêkeftinên Erebistana Siûdî û Îranê di bin sîwana Çînê de diyar dibe.  û guhertinên mezin ên ku Erebistana Siûdî di warê siyasî û aborî de li pey xwe dimeşîne, ku pêwîstiya wan bi aramiyek zêdetir li navçeyê heye, û ev yek jî pêwîstiya wê bi çareseriya  her du pirsgirêkên ku ev çend sal in li Yemen û Sûriyê asê mane, heye. Her wiha nabe ku dosyaya jin û mêrên penaber ên Sûriyê û dosyaya Kaptagonê bên piştguhkirin. ku van her du dosyayan mekanîzmayeke mezin a zextê li ser welatên herêmê û li ser Yekîtiya Ewropayê pêk anîne, pirsgirêka penaberan her ku diçe aloztir dibe, çi li Tirkiyê, ku piştî erdheja wêranker ya ku li bakurê Sûriyê û başûrê Tirkiyê xist hiştiye ku nijadperestiya li hemberî jin û mêrên penaber pirir bibe, her wiha ji ber ku Tirkiya li ber hilbijartinên serokatiyê ye karta penaberan di hilbijartinan de tê  bikaranîn. An jî li Lubnanê, ku nijadperestî zêde dibe û zext tê kirin ji bo vegerandina jin û mêrên penaber ên sûrî bo welatê wan, nemaze bi têkçûna rewşa aborî , xirabûna rewşa jiyanê û ewlehiyê, û her wiha kêmbûna ihtimama navdewletî bi mekanîzmayên aramiyê li wî welatî, û ne jî zêdekirina pêşkêşkirina alîkariyan ji bo penaberan, an jî ji bo aliyên siyasî li wî welatî.

   Ji vê yekê, projeya nêzîkatiyê ya “gav bi gav” hatiye, ku berê hatibû behs kirin, lê ihtimam pê nehatibû dayîn, heya ku Pedersen ew ji nû vejand. Ji ber ku rewşa navdewletî û ya navçeyî îro ji bo qebûlkirina van pêşniyaran gehiştiye, nemaze ji ber ku Pedersen nekariye ti pêşketinekê di dosyaya Sûriyê de bi dest bixe, nemaze li ser asta Komîteya Destûrî, ku gelek hewl, pere û hêviyên xwe ji bo wê xerc kiribûn.

  Me heta niha gelek pêngav dîtine, di nav wan de pêşxistina rewşa mirovî li ser rewşa siyasî, wek sivikkirina sizayan li ser çalakiyên rejîmê, nemaze piştî erdhejê, ku zextek mezin bû piştî du salan ji zextên ji ber belavbûna Koronayê, û guhertina mekanîzmayên başkirina zû bi nûavakirinê, ku tê wateya jinûve avakirina binesaziyên sivîl ên wêrankirî mîna nexweşxane, dibistan, toreyên av û paqijiyê. Diviyabû ku hin pêngav ji aliyê rejîmê ve jî bên avêtin, rejîmê pêşwazî li vekirina deriyên girtî li ber xwe kir ji wan pêngavan: azadkirina girtiyên siyasî, misogerkirina vegera dilxwazî ​​û ewle ya jin û mêrên penaber, gihandina alîkariyên mirovî ji kesên mafdar re bê astengî, û tevlîbûna pêvajoya çareseriya siyasî bibe. Lê yek ji wan jî ne kir.

   Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, tekez dikin ku pêngavên rejîma Sûriyê ti nirxeke wan a rasteqîne nîne û tenê şeklî ne.

  Mixabin em îro rû bi rûyî rastiyeke her ku diçe xerabtir dibe tên. Ji hêlekê ve, rejîm hîna li ser helwesta xwe ya dijminane li dijî gelê xwe ye,  wisa Xuya ye ku ew naxwaze di hundir de ti tenazulata bike, ji aliyekî din ve, ew amade ye ku her tenazulatm çi be bila be, bide welatên din ji bo xatirê mayîna xwe û vegerandina rewatiya xwe, bi hêza ku ji piştevaniya Îran-Rûsya distîne,  ji bo guhertina rewşa siyasî li herêmê û vegerandina aramiyê û bidawîkirina şerê ku bandor li herêmê bi giştî kiriye, her wiha rejîmê sûde ji mijûlbûna Yekîtiya Ewropî bi şerê Ukraynayê, qeyranên wê yên aborî û enflasyona ku jê encamp daye, daketina asta jiyanê, û mijûlbûna bi xwepêşandanên karkeran. Her wiha Amerîka bi dosyayên din ve mijûl e, ku ya herî girîng şerê Ukraynayê ye û têkoşîna ji bo îsbatkirina hêza xwe ya leşkerî û aborî bi Çînê re, û mijûlbûna wê bi vegerandina pozîsyona xwe wekî cerdevanek ji bo cîhanê û bi taybetî ji bo Ewropayê.

  Gelo ev hemû tê wateya çareseriyeke mîna rêkeftina Taifê ya têkçûyî li Lubnanê, lê bi awayekî din? Di dema mijûlbûna van welatan bi mijarên wan ên taybet û girîng, dê ti wateya danûstandina bi wan û şandeyên wan re hebe? 

  Pirsa herî girîng ev e, gelo îro amûrên bihêz di destê jin û mêrên Sûriyê de hene ku biryarê li ser çarenivîs û paşeroja xwe bidin?

  Di roja îroyîn de, opozisyon ne xwedî hêz e ku kartên zextê yên têra xwe di destê wê de hebin, di dema ku bi awayekî berbiçav dev jê hatiye berdan, her çend mabûna wê ji bo her vegerek gengaz a li ser maseya danûstandinan pêwîst be jî. Îro Sûriye di qonaxên pir dijwar re derbas dibe, ji ber ku her tişt di metirsiyê de ye… Qurbanî û êşên ku jin û mêrên sûrî ji bo paşerojeke baştir ji xwe û zarokên xwe re dane… Yekîtiya xaka Sûriyê… Rewşa mirovî ya xerab ku hemû jin û mêrên Sûriyê yên di hundirê welat de heman zehmetiyê dikşînin  … jin û mêrên penaber ku bûne kartên zextê di danûstandin û şantajên siyasî de tên bikaranîn,  tirsa wan ji vegera bi zorê  ku dibe jiyana wan bihayê wê vegera be..

  Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, tekez dikin ku em piştgiriya helwesta pêkanîna hemû pêngavên aliyên pêwendîdar di kirîza Sûriyê de dikin, heta ku ew li gorî biryara navdewletî ya 2254 bin û ne li derveyî çarçoveya wê bin. Em her destpêşxeriyeke çareseriyê red dikin ku bi rêkevtinên dualî di navbera her welatekî û rêjîma Sûriyê de li derveyî çarçoveya Netewên Yekgirtî pêk were, û her wiha em bikaranîna dosyayên mirovahî wek kartek zextê red dikin. Em daxwaza çareseriyeke dadmend dikin ku dawî li kirîza Sûriyê bîne û mafên hemû jin û mêrên Sûriyê, di bin sîwana navdewletî de û bi cîbicîkirina biryara Navdewletî ya 2254, misoger bike.

 Ev tev dihêle ku em bifikirin ka çi amûrên me hene û li hember rewşek xirabtir û nediyar em dê çawa bikarin ji wan amûran sûd werbigirin.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê