Pêngavên Nêzîkbûna bi Rejîma Sûriyê re… ber bi ku ve?

  

     Di heyama dawî de hin pêşhatên mezinê -çi rasterast yan nerasterast- di dosyaya Sûriyê de hatin pêkhatin, ku piraniya çavdêrên karûbarên Sûriyê ev pêşhat weke hewlên nêzîkbûna bi rêjîma Sûriyê re yan jî vegerandina wê bi taybetî ji aliyê welatên herêmê ve, dîtin. Di dema ku nîşanên van pêşhatan ji beriya çend salan ve bi gavên tirsnak an jî daxuyaniyên ji vir û wir de dest pê kirin, lê ji sala borî de, û ji piştî erdheja wêranker a ku di 6ê Sibatê de li Sûriye û Tirkiyê xistibû, ew bi awayekî berbiçav zêde bûn. Ev yek hin pirs û nîgeranan li ser çarenivîsa dosyaya Sûriyê, pêvajoya siyasî û veguheztina siyasî, derdixe holê.

  Destpêkê, hêjaye ku em vegerin berî erdhejê û berî destpêkirina tevgerên bilez ên hin welatên herêmê ên ku ber bi hewildanên vegerandina peywendiyan bi rejîma Sûriyê re diçin. Ji destpêka şerê Ukraynayê di 24ê Sibata sala borî de, diyar bû ku dosyaya Sûriyê êdî ji bo civaka navdewletî ne giringiyek pêşîn e, bi taybetî ji bo welaên Rojava, ku ji dehsalan de yekem car xwe di eniya şerekî de dibîne, û her çend di warê leşkerî de ew şer negihîştiye wan, lê bertekên wî şerî gihîştinê de bi rêya hezaran penaberên Ukraynayî û bandorên aborî, nemaze di dosyaya enerjiyê de. Herweha, şerê Ukraynayê bû sedemek ku têkiliyên  welaên rojava bi Rûsyayê re heta asta herî jêrîn kêm bibin.

   Van faktoran bandoreke rasterast û nerasterast li ser dosya Sûriyê kir, ji ber ku asta tevlîbûna Rojava di dosya Sûriyê de gelek kêm bûye, ku bi daxuyaniyên demkî yên adetî, piştgiriya mirovî û bernameyî, û hin çalakiyên dîplomatîk ên sînordar tên nîşandan, li gel rawestîna hema hema bi temamî di dosyaya siyasî de. Di heman demê de piraniya welatên herêmê -Tirkiye û hin welatên erebî- helwestek  ji şerê Ukraynyê girtin ku heta radeyekê  weke helwesek navîn  tê wesifkirin, yan jî bi kêmanî, û belkî jî ev cara yekem e, ku helwesta wan ne bi temamî li kêlek welatên Rojava ye.

    Di nîva duyem a sala borî de û bi lez û bez ji destpêka îsal ve, dosyaya Sûriyê bi rêya tevgerên Tirkiyê vegeriya meydanê, pêşî bi Rûsyayê re û piştre bi beşdarbûna Îranê – yanî di çarçoveya “Proseya Astanayê” de- ber bi vegerandina peywendiyên bi Şamê re, ku  heta niha gihîştiye civîneke li ser asta wezîrên berevaniyê, li gel axaftinê li ser civîna çaralî ya wezîrên derve û piştre civînek li ser asta serokan. Dihate çaverêkirin ku berî vê yekê civîneke çaralî ya “teknîkî” li ser asta cîgirên wezîrên derve li Moskoyê di nîvê Adarê de pêk were, lê ev yek pêk nehat ji ber şert û mercên pêşwext ên rejîma Sûriyê derbarê hebûna Tirkiyê li ser xaka Sûriyê. 

 Lê li ser asta erebî; Hin welatên Erebî di heyama duwanzdeh salên borî de bi temamî têkiliyên xwe bi Şamê re qut nekirine û car caran asta pêwendiyan bilind kirine, û hin ji wan welatan dest bi vegerandina peywendiyên dîplomatîk bi rejîmê re kirin,û hin welatên erebî dest pê kirin ji bo vegerandina rejîmê li nav Komkara Erebî, ku heya niha ev yek ji ber redkirina welatên sereke yên erebî, bi serkêşiya Erebistana Siûdî û Qeterê, heta niha pêk nehatiye.

 Heger em vegerin bo piştî erdhejê, piştî wê û bi behaneya encamdana karesateke mirovî li çend navçeyên di bin destê rêjîmê de, welatên erebî û heta Yekîtiya Ewropî barekî alîkariyên mirovî bo navçeyên rejîmê şandin. Piştî wê, hin tevgerên Erebî ber bi rêjîma Sûriyê ve dest pê kirin, ya herî sereke di nav wan de avakirina şandekê ji Yekîtîya Navperlemanî ya Erebî bû, ku di dawîya meha sibata borî de çû Şamê, Paşê serdana wezîrê derve yê Misrê hat, ku ev yekem seredana dîplomatîk a piştî zêdetir ji deh salan e. Ev serdan bi behaneya hevxemiya Sûriyê û gelê Sûriyê yên piştî erdhejê bûn, û wê wekî helwestek tenê mirovahî hat nîşandan.

  Her wiha girîng e ku meriv hin rastiyên din jî bide zanîn; ew jî axaftina li ser destpêşxeriyên erebî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ye, û herwiha serdana serokê rejîmê bo Mesqetê, ji bilî hin dosyayên ku dikarin bandoreke rasterast li ser dosya Sûriyê bikin, ku di serî de peymana Erebistana Siûdî û Îranê ya di bin sîwana Çînê de pêk hatiye, her wiha vegerandina têkiliyên Tirkiye û Misrê piştî qutbûna deh salan.

  Ji aliyê din ve -ku em bêjin- welatên rojava û Amerîkayê hin daxwiyanî dan û tekez kirin ku ew li dijî vegera têkiliyên bi rêjîma Sûriyê re ne. Ya rast,  ku ew bi xwe têkiliyan bi rejîmê re venegerînin, û Yekîtiya Ewropî dubare kir ku ew siyaseta xwe li hember Sûriyê naguherîne û sê “Na” li ser Sûriyê piştrast kirin: “Na ji rakirina sizayan re, Na ji nûavakirinê re, û Na ji normalkirina pêwendiyan bi rejîmê re” Bêyî ku pêvajoyek siyasî ya berdewam hebe ku neyê paşve xistin.

Lê  kêmasiya di van daxuyaniyên welatê rojava de ew e, ku ti nerazîbûnek eşkere û diyar ya li hember pêngavên nêzîkbûnê yên welatên din bi taybetî welatên erebî nîn bû, ev yek jî weke cureyekî razîkirinê ji bo van gavan û tevgeran tê  fêmkirin. Ji ber ku êdî ne veşartî ye ku bêzariyek Ewropî û Amerîka li hember dosyaya Sûriyê diyar dibe, û dibe ku ji wan re zehmet be ku gavên vegera pêwendiyan bi Şamê re bavêjin. Lê eger nêzîkbûna welatên herêmê, bi taybetî welatên erebî bibe, wê demê barê dosyaya Sûriyê dikare li ser wan were veguhestin, da ku Yekîtiya Ewropî û Dewletên Yekbûyî li ser pirsgirêkên xwe yên hundurîn ên ku zêde dibin, bisekinin û bi dosyayên ku rasterast bandorê li wan dikin, çi ji hêla leşkerî û hem jî di warê aborî de, mijûl bibin. Herweha, vegerandina rejîma Sûriyê di nav civaka navdewletî de bi rêya welatên erebî û Tirkiyê -wek mînak- barê “exlaqî” ji ser gelê Rojava radike, eger rasterast têkiliyên xwe bi Şamê re vegerîne.

 Ev hemû nîşan didin ku ev pêngavên dawî dibe ku bi armanca vejandina rejîma Sûriyê wek heyî, vekirina pêwendiyan bi wê re û vegerandina wê li nav civaka navdewletî mîna ku tiştek neqewimî be, lêbelê, bi kêmanî xalên jêrîn divê bêne li bîr kirin:

      Yekem: Karesata mirovî li Sûriyê ne di 6ê Sibatê de, piştî erdhejê dest pê kiriye, lê ew ji berî zêdetirî deh salan dest pê kiriye, Kokên wê vedigerin zêdetirî pêncî salan ji bindestiya emnî, tepeserkirina azadiyan û gendelî li hemû astan de û di hemû saziyên dewletê de, ev yek ji Adara 2011’an û vir ve zêde bûye û xerabtir bûye. Hêjayî gotinê ye ku berî erdhejê bi sed hezaran jin û mêrên Sûrî li Sûriyê hatin kuştin, û bi sed hezaran jî winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e bi encama binçavkirinên keyfî û windakirina bi zorê ji aliyê rêjîmê û destikên wê yên fermî û nefermî yên emnî de. 

    Duyem: Bi milyonan jin û mêrên Sûrî ji navçeyên di bin kontirola Rejîmê de koçberî deverên din li Sûriyê bûne, û bi milyonan kesên din bûne penaber li welatên cîran û derveyî Sûriyê ji bo ku ji rêjîma Sûriyê û kiryarên wê birevin, û ji bo lêgerîna ewlekarî û ewlehiyê de li ser hemû astan, di nav de ewlekariya aborî, ku îro 90% ji xelkê Sûriyê li jêr xeta hejariyê dijîn ji ber berdewamiya belavbûna gendeliyê, hîn bi milyonan jin û mêrên derbider li dervayî navçeyên kontirola rejîmê hene ku venegeriyane û dê venegerin, û her wiha ji ber şer jî hîn berdewam e; Ev tê wê wateyê ku di dema vegerandina kontrola rejîmê li ser hemû xaka Sûriyê, ne tenê ew nayê wateya vegera penaberên jin û mêr bo Sûriyê, lê tê wê wateyê ku hejmareke zêde ji wan kesên ku li Sûriyê mane dê hewl bidin welat biterikînin.

    Sêyem: Bi dehan rapor hene, hin ji wan raporan ên sazî û aliyên navdewletî jî ne, ku destêwerdana rêjîmê û hejmareke mezin ji kesayetiyên wê di binpêkirina mafên mirovan de îsbat dikin, ku hin ji wan tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê ne.

   Li gorî vê; Em weke Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriyê, hemû tevger û geşedanan ji nêz ve dişopînin û di heman demê de em bi bîr tînin ku koka pirsgirêka Sûriyê, berî her tiştî, ew kiryarên rejîma Sûriyê bûn û niha jî her ew kiryar in, her wiha qeyrana mirovî li Sûriyê û mezinbûna encamên wê, çi berî erdhejê yan jî piştî erdhejê, yek ji nîşaneyên pirsgirêkê ye, û koka wê bi giştî siyasî ye, û çareseriyên wê yên domdar ne bi piştgiriya mirovî  ye – Tevî giringiya wê ya bilez – lê bi dîtina çareseriyek ji kokê ve ye. Ev tê wê wateyê ku normalkirina rewşa  vê rejîmê tê wateya berdewamiya kêşeya Sûriyê û karesatên mirovî li der û dora wê, di nav de jî pirsgirêka terorê, û ev yek rewşa rejîmê baştir dike ne  ku rewşa gelê Sûriyê, û dibe sedema berdewamiyê û kûrkirina heman faktoran ku bûne sedema koçkirina gelê Sûriyê berî duwanzdeh salan. Ev jî tê wê wateyê ku çi destpêşxeriyên çareseriyê li Sûriyê bêyî beşdariya jin û mêrên Sûriyê ji hemû aliyan, û bi beşdariya jinên Sûriyê ne kêmtir ji %30 di hemû qonax û astan de, dê bi ser nekeve.

  Ev hemû tê wê wateyê ku normalkirina rewşa rejîmê ne tenê çareseriyek ji kirîza Sûriyê re peyda nake, lê ew kirîzê hîn zêdetir û kûrtir dike, çi li ser asta Sûriyê û heta li ser asta herêmî û navdewletî be. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku van geşedanan dosyaya Sûriyê vegerandiye rojeva herî pêş û ev derfetek e ji bo pêşdebirina pêvajoya siyasî ya Sûriyê bi armanca gihîştina bo çareseriyeke siyasî ya berfireh bi rêya cîbicîkirina biryara 2254, ku yekane rê ye ji bo Sûriyê û gelê Sûriyê û her wiha yekane rêye ji bo Sûriyê aramtir bibe û rola xwe ya rast û bi bandor li ser asta erebî, navçeyî û navdewletî werbigire. 

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê