Rewşa jin û mêrên penaber ên sûrî: kêşeyên Berdewam û Pêwîstiya wan bi Parastin û Piştevaniyê

 

  Rewşa jin û mêrên penaber ên sûrî li Libnan, Tirkiye û Urdunê her ku diçe xirabtir dibe. Rewşa jin û zarokan ya herî xirab e. Jin û keç bi gelemperî di demên şer û koçberiyê de yên herî mexdûr in û ziyan li wan dibe.

 Hîna jî penaber rastî gelek kêşeyan tên, ji wan kêşe û pirsgirêkan, kêmbûna asta gihandin û peydakirina pêwistiyên wan di warê perwerde û guhdana tenduristî û derfetên kar de, her wiha ew êşê ji şert û mercên jiyanê yên ne guncaw dikşînin, ji ber ku gelek ji wan di kampên qerebalix de dijîn û ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, av û paqijiyê têdikoşin. Bi ser de jî, zêdebûna gotara nefretê û neheziyê li dijî penaberên jin û mêr, hawîrdoreke tirs û dijminatiyê afirandiye, vê yekê rewşa wan a jixwe dijwar, bi taybetî li Libnanê, girantir kiriye. Li gorî vê yekê, pêwîstî bi lez heye ji bo parastina maf û rûmeta wan. 

  Rewşa Tirkiyê nîgeran e, ji ber ku gotara nefretê li kolanan û medyaya civakî zêde bûye, û ev yek dibe sedema binpêkirin û dersînorkirina jin û mêrên penaber ên Sûriyê. Tew kesên ku belgeya destûra nişetcîbûn a geştiyarî  jî heye ne ewle ne. Ji bilî vê yekê jî, Kirîza aborî ya cîhanî ya xirabtir derfetek da opozisyona Tirkiyê ku kartê jin û mêrên penaber di kampanya xwe ya hilbijartinê de li dijî partiya desthilatdar bi kar bîne, ev yek jî alozî gurtir dike.

 Wiha jî; Li Urdunê, hikûmeta Urdunê hewl dide têkiliyan bi rejîma Sûriyê re vegerîne, ji ber ku  pêşniyara civîna Çaralî ya ji bo fînansekirina binesaziya ku penaberên jin û mêr li Sûriyê dê vegerin wan, pirsgirêk e, ji ber ku dê pere radestî rêjîmê werin kirin, rejîma ku xwediyê qeydeke xirab e di parastina mafên mirovan de. Ev pêşniyar ne çareseriyeke domdar e, û rewşa niha ya jin û mêrên penaber ên ku ji ber zordestî, girtin û kuştina rêjîma Esed û dezgehên wê yên ewlehiyê reviyane, paşguh dike.

  Ji bo Libnanê; Rewşa penaberên jin û mêr tirsnak e, ku ji sala par ve gotara nefretê û bangên dersînorkirina wan zêde bûne. Rewş di nîsana 2023yan de bi gurkirina kampanyayên bêhempa yên li dijî wan xirabtir bû. Ev kampanya di bin sîwana hikûmetê de û bi piştgirîya komên cuda yên wekî sendîka û partiyên siyasî tên kirin, û artêşa Libnanê û tîmên ewlehiyê yên ku hin penaberên jin û mêr bi darê zorê derbasî nav sînorê Sûriyê kirine, beşdarî van kampanyayan dibin. 

  Di heman çarçoveyê de, rayedarên Libnanî îdia dikin ku piştgiriya navdewletî ji bo penaberan têrê nake, û dibêjin ku şer bi dawî bûye û rewşa Sûriyê aram û ewle ye. Lê ev îdia ne rast e û berdewamiya tepeserkirin, girtin û kuştina bi destê rejîma Sûriyê û dezgehên ewlehiyê yên wê diqewime, piştguh dike. Cihê mixabinî û xemgîniyê ye ku siyasetmedarên Libnanî nikarin çareseriyên pratîkî ji bo qeyranên piralî yên welatê xwe pêşkêş bikin. Di şûna wê de, ew behane û gazinan bi kar tînin da ku kêmasiyên xwe veşêrin û birêvebirina xwe ya xirab û qels rewa dikin. û Jin û mêrên penaber wek karteke şantajê ya siyasî ji bo wergirtina alîkariyan, çi ji welatên erebî, çi ji kongireya Brûkselê ya ku dê meha bê li dar bikeve, têne bikaranîn, vê yekê jî penaberên sûrî ji bo hikûmet û kesan kirine karekî bazirganî yê bisûd,  û ew ji bo hikûmetan hincet e ku wan bi têkçûna xwe sûcdar bikin.

 Rewşa jin û zarokên Sûriyê,  bi taybetî,  cihê nîgeraniyê û metirsiyê ye, ji ber ku zêdebûna kampanyayên li dijî penaberên sûrî li Libnanê bûye sedema tundûtûjiyeke bêhempa. Ji destdana mêrên berpirsên malbatan ku radestî rejîmê tên kirin,  ev yek jinên penaber ên Sûrî û zarokên wan dike ber metirsî, hewcedariyê de, ku ev tiştekî nayê qebûlkirin.

   Lê hinek partî û kesayetiyên Libnanî hene ku vegerandina jin û mêrên penaber bo welatê xwe berî ku çareseriyeke siyasî pêk were û   jîngeheke ewle ji wan re peyda bibe, û ev helwest tekeziyê li ser pabendbûna  maf û rûmeta wan dikin. Daxuyaniya piştgiriyê ya ku ji aliyê rojnamevan û rewşenbîrên Libnanî ve hatiye belavkirin, hêjayî pesindayînê ye, her wiha bangewaziya parlamanterê Libnanî Eşref Rifî ku piştrast kir ku rejîma Esed û Hizbullah berpirsyarên koçberkirina gelê Sûriyê ne.  Em bi xurtî piştgiriyê didin bangên Rêxistina Efûyê ya Navdewletî û Human Rights Watch ji bo bidawîkirina dersînorkirina bi zorê ya  penaberan. 

 Derbarê destpêşxeriya Rêveberiya Xweser (QSD) ya wergirtina penaberên jin û mêr, em dizanin ku herêm ji aliyê binesazî û aborî ve ne di wê astê de ye ku bikaribe pêşwaziyê li penaberan bike. û ev yek nabe çareseriyeke domdar ji rewşa Sûriyê re, ji ber ku herêm jî weke yên din, di bin kontrola hêzên defakto de ye, Lê dîsa jî, em di wê baweriyê de ne ku ev destpêşxerî dibe ku derfetek be ji bo vegera bi dilxwazî ​​ya kesên ku dixwazin vegerin, û di nebûna alternatîfên din de ew dikare bibe çareseriyek demkî ya guncav.

   Em wek Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriyê, bawer in; ku hevkarî bi jin û mêrên penaber re ji bo baştirkirina jiyana wan, bidestxistina serxwebûna wan, û alîkariya wan ji bo naskirina hewcedarî û pêşîniyên wan ên taybet, tiştekî girîng e. Divê  roleke wan a navendî di çêkirina  biryarên ku bandorê li jiyana wan dike de hebe, ne ku bêyî şêwirdarîya wan siyaset û biryar li ser wan bên ferzkirin.

   Divê sazî, rêxistin û hikûmet bi girîngiya gihandina dengê penaberên mêr û jin, ku pirê caran nayên bihîstin, bawer bin. Dabînkirina derfet û platformên pêwîst ji bo axaftin, eşkerekirina nerîn û baweriyên wan û beşdarbûna wan di biryargirtinê de dikare bibe alîkar ku diyalog û têgihiştinê pêşve bibe û guherîna pêwîst pêk were.

Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê; Em daxwaza Îtîrafê bi mafên penaberên jin û mêr dikin û rêzgirtin li mafê wan bê kirin, Pêwîst e ku piştgiriyek têr li wan bê kirin, û aramî û ewlehiya wan were misoger kirin. Nayê qebûlkirin ku ew wek karteke şantajeke siyasî bên bikaranîn ji bo wergirtina alîkariyê yan jî sûcdarkirina hebûna wan ji bo têkçûna hikûmetan. Em dibînin ku rewş ji bo vegera penaberên jin û mêr ne ewle ye heta ku rejîma Sûriyê û dezgehên wê yên ewlekarî hîn hene. Em pêwîst dibînin ku kar ji bo çareserkirina sedemên bingehîn ên kirîza penaberan li Sûriyê were kirin, ku ew jî nakokî û nearamî ne.

  Divê civaka navdewletî kar ji bo çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re bike ku giliyên hemû aliyên têkildar berçav bibe, û paşerojeke domdar ji gelê Sûriyê re peyda bike. Em daxwaza çareseriyeke siyasî ya bingehîn û berfireh li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî biryara 2254 dikin,  çareseriyek ku garantiyê bide nedomandina rewşa statîko û vegera penaberên jin û mêr bo gund, mal û cihên xwe, vegerek bi dilxwazî, ewledar û bi rûmet be. Divê  jin û zarok pêşdestîyên vê pêvajoyê bin.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê