Şer û Pevçûnên li Bakur-rojhelatê Sûriyê

 

  Di bîst û heftê Tebaxa borî de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed El-Xebîl desgteser kir, herçend e ku Encûmen girêdayî HSDê bi xwe ye. Tevî ku El-Xebîl li herêmê ne di nav serokên eşîran û ne jî di nav şêniyan de gelekî heskirî bû, lê ew di navbera HSDê û Encûmena Leşkerî de bûye cihê nakokî û alozî yê. Ev yek piştî wê bû ku HSDê red kir ku biryara girtina wî betal bike, tevî bangên serkirdayetiya Encûmenê, ku muhlet dabû HSDê da wî berde, û di encamê de şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derketin.

 Êdî eşîrên herêmê ji bo piştgiriya Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê di demeke kurt de tevlî şer bûn. Ev yek girîngiya eşîrtîyê di herêmê de dide xwiyakirin. Her wiha aloziyên navxweyî di nava HSD’ê bi xwe de jî hene, ji ber lihevnekirina di nav wan de li ser mijarên herêmî û stratejîk heye, ev jî rewşê aloztir dike û krîzên heyî zêdetir dike.

  Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) eşîrên Dêrezorê bi hêsankirina derbasbûna hêzên rejîma Sûriyê li ser çemê Firatê ku deverên di bin kontrola wan de ji deverên di bin kontrola rejîmê li parêzgehê cuda dike, tometbar kir. Lê êşîrên Ereb bi awayekî mitlaq ev sûc red kirin, û tu belge ku vê tawanê piştrast bikin nîne. Ji aliyê din ve, serkirdayetiya siyasî ya HSDê hewl da ku Îranê tawanbar bike ku li pişt van pevçûnan e.

    Lê belê, ev şer û pevçûn ne tenê di encama nakokiya li ser El-Xebîl de bûn, belkû nîşana nerazîbûnên kûrtir li dijî rêveberiya HSD’ê ya herêmê bûn. Ji ber ku eşîran behsa mijarên wekî piştguhxistin, gendelî, xizmetguzariyên nebaş û cudakarî di bikaranîna dahatên herêmî de, dikirin. Her wiha; Şêniyan diyar kirin ku Rêveberiya Xweser a HSD’ê guh li bangên wan ên berdewam ji bo rawestandina binpêkirin û cudakariyê di rêveberiya herêmê de nake. Wan daxwaz kir ku beşdarbûna wan di rêveberiyê de zêdetir be wekî çareseriyek ji van pirsgirêkan re. Digel ku girtina Ehmed El-Xebîl rasterast bûye sedema derketina pevçûnan, lê ew ne faktora bingehîn ya derkeina van bûyeran bû. 

 Rejîma Sûriyê hewl da ku van şeran bi kar bîne û wan weke şoreşeke eşîran li dijî hebûna Amerîkayê li herêmê nîşan bide. Lê rastî bi tevahî cudayî vê yekê bû, ji ber ku eşîr tu carî  nêzî hêzên Amerîkî yên li herêmê nebûne, çi li baregeha ku di nav zeviya petrolê ya El-Omer de ye û çi li deverên din, berovajî vê yekê, hemû daxuyaniyên şêxên eşîran piştrast dikin ku ew daxwaza piştgirîyê ji hevpeymanîyê û ji Amerîka dikin, lewra hewldanên Rejîmê û Îranê ji bo ku derbasî ser xeta van şer, pevçûnan bibin û tevlîheviyê li herêmê peyda bikin, bi ser neketin. 

  Rejîma Sûriyê dikare ji çend aliyan ve rewşa aloz a bakurê rojhilatê welat ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Dikare xwe wekî çareseriyek ji bo aramiyê nîşan bide, an jî ji bo bihêzkirina pêgeha xwe di qada herêmî û navneteweyî de, van kêşeyan bikar bîne. Her wiha di rewşa aram de her wê sûd wergirtiye û berdewam werdigre, ji ber ku têkilî û rêkkeftinên rejîmê bi hêzên kontirolkar ên defakto re hene, ku wan têkiliyan ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe û hevalbenda xwe ya Îranî bikar tîne.

  Ji alîyek din ve; HSD’ê Tirkiye bi piştgirîkirina eşîran di van şeran de sûcdar dike, ji ber şer û pevçûnên ku li nêzî Minbicê qewimîn, ku hin girûpên eşîran ji hawirdeyên Dêrezorê li bakurê Helebê êrîşî nuqteyên leşkerî yên girêdayî Enûmena Leşkerî ya Minbicê ku bi ser HSDê ve ye, kirin. Xuya bû ku ev pevçûn wek hewldanek ji bo piştgirîkirina eşîrên li Cezîrê bû, di şerê wan ê wek ew dibînin ku li dijî xemsarî û neheqiyên HSDê ye.

 Piştî hefteyekê li ser destpêkirina şer û pevçûnan, civînek bi piştevaniya Amerîka li Balyozxaneya Amerîkî ya li Beyrûtê pêk hat, civîn di navber Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û eşîrên erebî de bû, piştre Balyozxaneya Amerîkî li Beyrûtê daxuyaniyek belav kir û têde piştrast kir ku beşdarên civînê li ser çareserkirina pirsgirêk û gazinên xelkê Dêrezorê lihev kirine,û li ser çareserkirina destwerdana derve di deverê de, û pêwîstiya parastina sivîlan ji kuştin û birîndarkirinê, û rawestandina tundûtûjiyê. 

  Di şerên vê dawiyê de zêdetirî 90 kes ji her du aliyan hatine kuştin û metirsî heye ku hejmara qurbaniyan zêde bibe eger şer berdewam bike. Van şeran bandor li ser rewşa mirovî jî kirye, ji ber ku gundên li aliyê rojhilatê çemê Firatê li parêzgeha Dêrezorê rastî pêleke koçberiyê hatin, ji bilî ziyanên li kesên sivîl bûne.

Her wiha; Em ti hebûna nerînên jinan nabînin,  rapor û şîrove tecrubeyên jinên koçber an mexdûrên tundûtûjiyê li ber çavan nagirin.

Ji aliyê din ve, tevlîbûna jinan li herêmê girêdayî rêveberî, rênîşandan û ramana HSD’ê ye, û ew beşdarbûn ne bi bandor e weke ku medya nîşan dide, lê belê ew ji asta pêwîst jî kêmtir e. Di çarçoveya eşîrtiyê de jî hebûna jinan di asta biryargirtinê de, tine ye. Ev tunebûn vedgere pergalên civakî yên kevneşopî yên ku mêran baştir dibîne,  her wiha ji ber zayendperestiya di qadên wekî perwerde û kar de ye, û ji ber kêmbûna derfetên gihîştina jinan ji bo platformên ku jin di rêya wan re bikarin nerîn û ramanên xwe eşkere bikin.

 Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê; Em dibînin ku gihiştina çareseriyeke siyasî ya berfireh ji kirîza Sûriyê re, pêngava bingehîn e ji bo derbaskirina van pirsgirêkên kûr di çarçoveyeke niştimanî ya berfireh de. Heta ku ev yek pêk bê; Divê civaka navdewletî fişarê li hêzên desthilatdar ên defakto bike, û bi awayekî cidî kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên ku rewşa deverê aloz kirine, bike. 

Divê xebat bê kirin ji bo ku beşdariya hemwelatiyên jin û mêr di rêvebirina  herêmê de zêdetir bibe, xizmetguzarî baştir bibin û ji dewlemendiya herêmî sûd werbigirin. Ger ev pirsgirêk  neyê çareserkirin, bêguman wê di pêşerojê de bandoreke nerênî li herêmê bike. Her wiha divê xebat ji bo pêşxistina tevlêbûna jinan di hemû astên jiyana giştî û ya taybet de, di pêvajoyên biryargirtinê, çapemenî û perwerdeyê de jî bên kirin. Divê lêkolîn û rapor jî bi awayekî paralel li ser azmûn û dîtinên jinan bên kirin.

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê