Tevgera gel li Suweydayê: Dîmeneke nû fişarê li ser rejîma Esed zêde dike

 

  Xuya ye ku hevpeyvîna vê dawiyê ya serokê rejîmê Beşar Esed li ser kanala Sky Newsê belav bûyî, bû çirûska ragihandina  destpêka qonaxeke nû di şoreşa jin û mêrên Sûriyê de li dijî rêjîma Esed. Ku di wê hevpeyvînê de Esed Îflasa xwe û rev ji berpirsiyarîyê da xuyakirin, û her wiha nekarîna xwe ji bo peydkirina çareseriyan ji krîzên jiyanê yên navxweyî yên li pey hev.  Bi pozbilindiya xwe ya her car, wî red kir ku ti tawîzan bide û ne jî nerînekê ji bo tevlêbûna di proseseke siyasî de bide, ku bi vê yekê wî hemû pêşxeriyên erebî û tirkî yên vê dawiyê , şewitandin. Daxuyaniyên bêwate yên Esed vedengek bi hêrs di nav jin û mêrên Sûrî de li deverên di bin kontrola wî de hişt, ku biryara zêdekirina mûçeyan 100%, bi hilweşîna bilez a rêjeya danûstandina diravê li hember dolar hate standin. Li gel zêdebûneke bê kontrol di nirxan de û nebûna hêza kirînê li cem %80 ji jin û mêrên Sûrî, û  biryar hat dayîn ku piştgirî ji bo hin kelûpel, madeyên bingehîn û sotemeniyê were rakirin, ku vê yekê gelek dikan neçar kirin ku girtî bimînin ji bo ku zirarê nebînin bi sedema bêîstîqrariya biha û nirxê pevguhertina diravê, her wiha karmendên dewletê di hin sekoran de nema çûn ser karê xwe, û li hin deveran amûrên hatûçûn qut bûn. 

   wate; Pereng ji bin xweliyê derket, û dengê hêrsa çalakvanên jin û mêr li ser malperên medya civakî yên Sûrî li çend bajaran (Misyaf – Ceblel – Gundewarê Şamê – Hums) li dijî  rewşa karesatî ya jiyanê bilind bû, û gazin ji xemsariya rêjîmê ji peydanekirina pêşniyarên avaker û aktîv û çareseriyên bi bandor û belavbûna gendeliyê kirin. Dibe ku tevlîbûna keç û xortên peravê di pêlên hêrsa gel de weke guherîneke girîng be, ku ev nîşana  jihevketina binkeya gelêrî a ku rejîmê bi salan ji bo berjewendiya xwe di şerê li dijî dijberên xwe de ew revandibû. 

  Ji sala 2011-an ve, serdestiya tirsê di nav jin û mêrên Sûriyê de têk çûye, heta di nav wan kesên ku tevlî şoreşa yekem nebûn, û belge ew e ku desthiladariya ewlekarî û sîstema terorê bi ser neketin di bêdengkirina wan dengên hêrsbûyî yên nerazî ji siyasetên aborî yên mafyaya hikûmeta Esed ya ku bû sedema hejarkirina xelkê û bêparkirina wan ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê, û rexnekirina  hevalbendên (Rûsiya-Îranî) û arastekirina rexneyên ku serokê rejîmê û derdorên nêzîkî wê kirin armanc. da ku kolana sûrî ya bi hêrs  bikaribe , piştî derbasbûna zêdetirî deh salan ji şer û pevçûnan, derfetek dîrokî wergire ji bo guhertina rêya zorê ya ku tê de hatiye danîn, û rewşa de-fakto ya ku Esed guman  dikir ku aram bûye piştî  destpêşxeriyên vê dawiyê yên nêzîkbûna navçeyî û erebî, û mijûlbûna cîhanê bi şerê Ukraynayê, û bi vî awayî rojeva pêşîneyên navdewletî hatiye guhert.

  Di dema bilindbûna bilez ya hêrsa gel de; Weşanên Tevgera 10’ê Tebaxê, Tevgera Şuxl ya Sivîl hatin belavkirin, û hin tevgerên gelêrî yên takekesî derketin hole, û daxwaza gireva sivîl kirin,  daxwaza çareseriyeke lezgîn ji bo qeyranên jiyanê yên jin û mêrên Sûriyê kirin, ji ber ku ev mijar ji aliyê hikûmet û serokê rejîmê ve di wê hevpeyvîn de û di biryarên nesaskar de, hatbû paşguhkirin. lewma Tevger derbasî asteke din a karîgeriyê bû, ev jî nîşan dide ku tevgerek ciwanan  a sivîl heye ku li gorî hewcedariyên qonaxê ye, û gav bi gav daxwaz û mekanîzmayên xebatê li gorî hesasiyeta rewş û mercên her herêmekê pêşe ve diçe. Me hin destpêşxerî û bangên aştiyane, bê tundûtûjî dîtin, ku çalakiyên destpêka şoreşê li bîra me anîn, ji wan çalakiyan: Belavkirina kaxizan ji bo hişyarkirinê, daxwazin civakî û girêdayî pêdiviyên jiyanê, hevgirtin di nav bajaran de, daxwaza guhertina siyasî û têkoşîna li dijî gendelî û madeyên hişber, banga ji bo gireva sivîl, û bang li hêzên ewlekarî û artêşê  ku careke din tevlî rijandina xwîna Sûriyê nebin. Gelek silogan û pankart û haştag li bajarên curbicur belav bûne ku diruşmên daxwaza çareseriya siyasî dikin û tekezîyê li ser aştiyanebûna tevgerê û rewabûna daxwazan dikin, û hemû dagîrkerî û projeyên cudaxwaziyê red dikin,  ku bi navê jin û mêrên ciwan ên Sûriyê ji Şamê û gundewarê wê, Tertûs, Laziqiye, Suweyda, Deraa, Hums, Heleb, Idlib, Cezîr û Hesekê, ji hemû netewe û mezheban, imzekirî, da bi vê yekê pela ku rejîmê xwe weke parêzvana kêmneteweyan û jiyana hevbeş,  li pişt veşartiye, biweşe. 

  Tevgera li başûrê Sûriyê ji ber rewşa taybet a her du parêzgehên Sûweyda û Deraa û nehevsengiya hêza ewlekarî ya li wan li gorî parêzgehên mayî, rewşek cuda girt. loma yekser li ser erdê Xwepêşandanên aştiyane li her du parêzgehan belav bûn û daxwaza pêdiviyên jiyanê  ku girêdayî çareseriya siyasî li Sûriyê bûn li gorî panorama diroşman. Xwepêşandanên li Deraa û gundewarê wê rastî fîşek û topbaranê hatin, ku bû sedema pevçûnan di navbera hêzên rêjîmê û aliyên xwecihî de, û xwepêşandanên gel berdewam bûn ji bo piştgirîya tevgera gelêrî li Suweydayê ku daxwaza çareseriyeke siyasî li gorî biryara navdewletî 2254 dikin, serbestberdana girtiyên jin û mêr, rawestandina pompekirina madeyên hişber û bidawîkirina bandora Îranê li herêmê û daxwazin din ên ku tevgerên nû li xwe digrin. 

 Li Siweyda; ku bi hezaran xwepêşanderên jin û mêr daketin kolan û meydanên yên giştî û daxwaza başkirina rewşa jiyanê û rakirina biryarên vê dawiyê derketibûn. lê xwpêşandan bi lez  veguherîn û bûn xwepêşandanin ku bi dirûşm û daxwazên siyasî , ku di serî de cîbcîkirina  biryara 2254, derketina rejîma Esed û Partiya Beis ji desthilatê, bidawîkirina dagîrkeriyên curbicur li Sûriyê,  bidawîkirina firotina samanên Sûriyê,  rawestandina hinardekirin û çêkirina madeyên hişber, û gelek daxwazên din.

   Tiştê ku di van xwepêşandanan de balê dikişîne, ew daxuyaniyên kesayetiyên olî ne, ku piştevaniya daxwazên dadmend dikin, daxwazên kolanê dikin çarçoveya welatperwerî de. Di 19’ê Tebaxa 2023’an de bi navê Şêx Hicrî daxuyaniyeke fermî derket û tê de piştgirî da rewatiya tevgera gel û daxwazê kolanê, û  red kir ku ti tawîz bên kirin, ev yek wek guhertineke ku berê nebûye .

   Her wiha tevlîbûna êlên Bedûyî di nava tevgera gel de (komên niştecihên Misilmanê Sunnî yên Bedewî yên ku li parêzgehê dijîn) gaveke erênî û piştgiriyeke girîng bû piştî serdema nakokiyên ku rejîmê di navbera her du pêkhateyan de çêdikir. Nûnerên eşîran serdana navenda Şêx Hicrî kirin û di 26ê Tebaxê de daxuyaniyeke fermî belav kirin, tê de daxwazên tevgerê bi tevahî qebûl kirin, û beşdarbûna xwe di xwepêşandanan de ragihandin, wek piştrastkirin li ser têkçûna hewlên berê yên rejîmê di dabeşkirina di navbera xelkê Suweyda û cîranên wan ên Bedewî de. Her wiha piştraskirin ku tevgera nû ya gel tevgereke welatperwerî ye  û ne li ser bingehek etnîkî, olî, cudaxwazî ​​ye, wek ku maşînên medyayî yên fermî û nefermî yên nêzîkî rejîmê hewl didin ku wesf bikin. Tevî bilindkirina hin siloganên ku behsa mafê civakan di reêvebirina kar û barên xwe yên sivîl û xizmetguzariyê bi awayekî serbixwe dûr ji desthilata Esed û Partiya Beis, nemaze ji ber ku parêzgeh ji dehsên  dirêj ve rastî xemsariyek  bi qest hatiye, ku weke çekek ji bo sizakirina xelkê di salên dawî  haiye bikaranîn , ji ber helwestên wan yên redkirina rejîma Esed û beşdarnebûna wan di şerê li ser gelê Sûriyê de Piştî şoreşa 2011an, lê belê xwepêşandanan û xwepêşanderên jin û mêr çareseriya yekane taybet bi parêzgeha wan red kirin, diyar kirin ku nebûna çavkaniyên wê yên darayî û aborî, cihê wê yê cografî û rewşa ciyopolîtîk a herêmê rê nade ku rêveberiyeke xweser a serbixwe ava bike. û tekezî li ser  daxwaza xwe  ji bo çareseriyeke siyasî ya giştî û berfireh li Sûriyê dikin, ku bi cîbicîkirina biryarên navdewletî û veguheztina siyasî ya girêdayî dadweriya veguhêz, redkirina ku beşek bin di perçebûna Sûriyê de da derfetê nedin rejîmê û berdevkên wê ku tevgera gel a rewa bi cudabûnê tometbar nekin. 

  Di heman demê de jin û mêrên Sûriyê yên li koçberiyê (Ewropa – welatên cîran – Colana Sûriyê ya dagirkirî…) biştgirî dan pêla duyemîn a şoreşa xwe, weke ku wan binav kirye. Xwenîşandan li çend bajarên Ewropî pêk hatin, her wiha ku li parêzgeh û bajarên Sûriyê yên li derveyî kontrola rejîmê, yên di bin desthilata hêzên cur bi cur yên defakto de. Al û siloganên jin û mêrên Sûrîyê bo cara yekê li deverên cuda yên cografî li gel hev hatin bilindkirin, ala Durzî li Idlib û Helebê û gundewarên wan hat bilindkirin, alên şoreşê û stranên wê li Suweyda û plakardên ku navê girtî û bêserûşûnên di zindanên  Esed de hatin bilindkirin, her wiha ala kurdî li hemû meydanan hebû.

  Di plakardan de diruşmên hevgirtina di navbera bajaran de, redkirina herêmîbûn û mezhebperestiyê, tekezî li ser yekitiya çarenûsa Sûriyê, redkirina parçebûnê, û pêwîstiya çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî, ji bo rizgarkirina Sûriyê bi hemû pêkhate û nasnameyên wê hatin bilindkirin, bi lihevkirineke nepilankirî a nedîtî. 

   Rola herî girîng û pêşkeftina berdewam di dîmenê de beşdarbûna berfireh a jin û keçên ciwan bû, ku wan ji roja yekem de pêşengiya tevgera kolanan dikirin, wan serkêşiya xwepêşandanan kir û daxwazên gel li gor nêrîna xwe bilind kirin. Jinên Sûriyê û gelekên yên din serbixwe, çalakvanên sivîl û siyasetmedarên ciwan in ku bi rêxistinî û enerjiya afirîner dixebitin, ji bo şandina peyam û daxwazên ku daxwazên jin û mêrên Sûriyê ne ji bo dadwerî, veguheztina siyasî, şerê li dijî gendelî û tawan û bazirganiya madeyên hişbir, û azadkirina kesên bi zorê hatine bêserûşûnkirin. Ew ji medyaya xwecihî û ya cîhanî re bi mînakeke erênî axifîn da ku jin di rêzên yekem di xebata siyasî de cihê xwe yê xwezayî bigre, û nêrînên xwe li ser pirsgirêkên civakî bîne ziman, û beşdarî şerên çarenivîsê bibe, nemaze piştî ku di pêla yekemîn a şoreşa 2011’an de bi awayekî sîstematîk tevlîbûna jin û keçên ciwan di nava çalakiyên siyasî de hatibû vederkirin,  lê jinan karîbûn bi wêrekî û bawerî wan zêdegaviyê li şert û mercên wê demê bikin. Êdî  rasterast ji civaka navdewletî re peyam şandin, di nav de lîsteyek ji daxwazên gelê Sûriyê ji bo dewleteke sivîl a piralî li gorî nêrîna wan pêk tê. û gotareke ne-standard, dûrî parêzgariya civakê, bi edebiyateke jîr û zelal ji civakên xwehî re şandin.

Bi vê yekê tevgera jinan a Sûriyê pêngaveke nû ji bo îsbatkirina bibandor û hebûna xwe ya birêxistinkirî di qadên çalakiyên siyasî û sivîl ên hundirê Sûriyê de tomar kirin. Divê em bêtir piştgiriya vê tevgerê bikin li gor amûrên mimkin ên Tevgera Siyasî ya Jinan a sûrî, û li gorî Bernaya me yên siyasî yên jinan ên hevbendî. Û hemû karîna xwe wek jin û mêrên femînîst, tevgerên demokratîk û hêzên aktîv ên civaka sivîl li dîasporayê, her yek di cihê xwe , da em bibin xerîk û piştgirên tevgerên navxweyî yên sivîl ên aştiyane, û em hewl bidin ku ji nermbûna wan tevgeran sûd werbigirin, û mifa ji enerjiya nifşê nû, bi taybetî jinên ciwanm werbigrin.

Ji 17’ê Tebaxê heya roja îro, jinên ciwan û xortên tevgera başûrê Sûriyê bi rejîma Esed û hikûmeta wê re rêya bêveger girtine. ev cara yekem e ku avahiya Partiya Baasê li pêş karmendên wê hat girtin, hin saziyên dewletê hatin girtin, tenê hin xizmetên wekî ceyran û genim ji bo nanpêjxaneyên hatin dayîn.  Tevgerê rengekî şaristanî yê diyar wergirt, ku gireva sivîl a navber hate ragihandin da ku zirar  li jiyan xelkê nebe , ev yek jî  bi lihevkirinê di navber bazirganan û xwepêşanderên jin û mêr pêk hat, ku di encamê xwepêşanderan Meydana Karama veguherandin meydanek siyasî, çandî û hunerî, forûmek ji bo diyalog, bûyer û çalakîyên çandî û gihandina nameyan ji bo raya giştî û derbaskirina daxwazên wan, li gel tekeziya wan li ser parastina milkên taybet û giştî û saziyên dewletê û nehiştina belavbûna aloziyê. Diyar dibe ku hewldanên cidî yên çalakvanên jin û mêr ên tevgerê ji bo birêvebirina karûbarên parêzgehê ji aliyê civakên xwecihî ve tên dan, heya ku daxwazên kolana serhildanê pêk werin. Nemaze ku rejîmê heta niha daxuyaniyek fermî nedaye ku niyeta xwe ya çaverêkirî ji rûbirûbûna wê serhildana gel zelal bike, ya ku senaryoyan ji bo qonaxa pêş de vekirî û nezelal dihêle, di heman demê de tiştê yekane yê domdar îradeya gel e, ew xelkê ku guhertin, aştî û azadiyê dixwazin, yên ku berê xwe dan qadan û daxwazên xwe diyar kirin e.

  Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê ; Em bi kûrî piştgirîya tevgera gelê xwe li hundirê Sûriyê, li başûr û li seranserê erdnîgariya Sûriyê dikin, û em daxwazên wan ên rewa li xwe digrin û qebûl dikin. Em berpirsyariya gihandina van daxwazan, û vekirina kenalên danûstandin û danişînên diyalogê – ku me berê dest pê kiriye – bi xwepêşanderên jin û mêr yên aştyane re dixebitin, da ku daxwazên û pêşniyarên wan bighînin hevparên siyasî yên jin û mêr û welatên çalak di dosyaya Sûriyê de, ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî û pêşxistina planeke zelal ji bo cîbcîkirina biryar û rêkeftinên navdewletî derbarê aloziya Sûriyê de, di destpêkê de dadweriya veguhêz û veguheztina siyasî ku bi çûna rejîma Esed û hêzên defakto yên nakok ku encama salin bi xwîn ên pevçûnan e, ev pilan divê di çarçoveya hiyerarşiya şert û merc ên biryara navdewletî ya 2254 de li gor lihevkirina jinên û mêrên Sûrîyê bi xwe be, û ne li ser hesabê wan be.  Em bi nîgeranî çavdêriya bêdengiya rejîmê ya li hember serhildana başûrê Sûriyê dikin, ku bertekên wê li seranserê erdnîgariya Sûriyê hatin bihîstin, dubarekirina senaryoyên salên borî yên ku parêzgeh ji aliyê DAIŞ û milîsên Îranî yên derdora wê ve hatibû xiyanetkirin. Serhildana ku dengê wê li seranserê cuxrafiyeya Sûriyê hat bihîstin, û tirsa ku senaryoyên salên borî dema destê DAIŞ û milîsên Îranî yên derdora wê berdane nav parêzgehê, dûbare bike.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê