Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê hilkişîna Tûndûtûjiyê li Bakur-Rojavayê Sûriyayê Şermezar dike û banga Rawaistandina tûndiyê û parastina Sivîlan dike

  

 Herêmên bakur-rojavayê Sûriyeyê rastî êrîşên tund tên.  ku rejîma Sûriyê û hevalbenda wê ya Rûsî di 5ê Cotmeha 2023an de dest bê kiribûn. Ev êrîşên ku hin caran bi awayekî bêserûber bûn, û hin carên din bi mebest sivîl û navendên jiyanê yên sivîlane, dikirin armanc û dihatin bombebarankirin, di wan êrîşan de cebilxaneyên cûrbecûr yên qedexekirî li ser asta navdewletî, hatin bikaranîn, di nav wan de çekên goşî jî hene. Armancên sereke yên van êrîşan li ser bajarê Idlibê û hin navçeyên li gundewarên wê yên rojava, başûr, rojhilat û bakur bûn, her wiha hin li ser herêmên gundewarê rojavayê parêzgeha Helebê bûn. 

 Rêxistina Hevrêzên Bersivdana Sûriyê kuştina bêtirî 60 kesên sivîl, ku sêyek ji wan zarok bûn, û birîndarkirina bêtirî 285 kesan belge kiriye. Êrîşan binsaziyên giring kirin armanc, ku zêdetirî 88 ji wan hatine belgekirin, di nav de navendên girîng ên sivîl ku hatine armanckirin wek dibistan, binkeyên bijîşkî, navend û alavên girêdayî Berevaniya Sivîl a Sûriyê, mizgeft, kampên koçberên neçarî.  

 Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, êrîşên bombeyî yên rejîma Sûriyê bi tundî şermezar dikin. ji ber ku ew dever û navçeyên sivîl lê dijîn dike armanc, ev yek jî  binpêkirineke eşkere ye ji biryarên Encumena Ewlekariyê jimare 2139 û 2254, yên ku banga rawestandina êrîşên bêserûber dikin, herwiha ev êrîş binpêkirina rêgezên yasaya navdewletî ya mirovî ya girêdayî cudahiya di navbera kesên sivîl û yên şervanan de, Vê yekê tirsê di nava jin û mêrên sivîl de belav kir, û ew neçar kirin ku ji cih û warên xwe derkevin û ber bi koçkirina bi darê zorê ve biçe. 

 Em bang li civaka navdewletî dikin ku fişarê li rejîma Sûriyê û hevalbendên wê bike Ji bo rawestandina êrîşên li ser hemû herêmên Sûriyê. Her wiha tekezî li ser aliyên bibandor û çalak dikin da ku proseya veguhestina siyasî bilez bikin li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê û biryarên pêwendîdar ên Netewên Yekbûyî, da ku rê li ber rijandina xwîna li Sûriyê bê girtin, û bi milyonan  jin û mêrên awarebûyî karibin bi ewle vegerin malên xwe.

 

Silav li Giyanê hemû Jin û Mêrên Sûriyê

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Çarşem, 25ê Cotmeha, 2023an