ZêdebûnaTundûtûjiya Leşkerî li Bakurê Sûriyê: Bandorên wê yên Mirovî û Encamên Siyasî

 

  Rejîma Sûriyê bersiva Israîlê li ser bombebarankirina firokexaneyên Heleb û Şamê, ku du firokxaneyên navdewletî yên giring in, ne da. 

Li şûna bersivdanê, wê û hevalbendê xwe yê Rûsî, di meha Cotmeha 2023an de, zincîrek êrîşên tund li ser taxên niştecihbûnê û dezgehên giştî li bajarê Idlibê û gundewarê wê, û gundewarê rojavayê Helebê pêk anîn. Li gorî îdiaya wan, ev yek weke bersivdan bû li komên çekdar yên li Idlibê, ku êrîşî merasîma derçûna efserên Koleja Leşkerî li bajarê Humsê kiribûn, ku di encamê de sivîl hatin kuştin. Tevî ku ti aliyekî berpirsyariya wê êrîşê li xwe negirtiye.

Di dema ku cîhan li dijî Israîlê, piştî bombebarankirina nexweşxaneya el-Mehmedanî li Xezayê, rabûye, rêjîma Esed çar nexweşxane, şeş dibistan, çar kamp û bazarên gelêrî bombebaran kirin. Di vê bombebaranê de ne tenê kevir wêran bûn, belkû xelk neçar man koçberî konan bibin, û bû sedema kuştin û birîndarbûna gelek sivîlan, di nav wan de zarok jî hene. 

Bi vî awayî êşa zêdetir ji 4.5 mîlyon mirovî dest pê kir, di nav de 1.9 mîlyon di kampên navxwe yên koçberan de dijîn, û meha Cotmehê bû mehek xwîndar. Rêxistina Berevaniya Sivîl li bakurê Sûriyê 66 qurbaniyên sivîl û birîndarbûna zêdetir ji 270 kesan di encama van êrîşan de bibelge kiriye, ku têde çekên şewtandinê û yên Guşî ên qedexekirî li ser asta navdewletî di nav wan de ne. 

Ev êrîş bûn sedema rawestandina perwerde û xizmetguzariyên pizîşkî yên giştî, û bêtirî du milyon sivîl ji lênihêrîna bingehîn a tenduristiyê bêpar man. Ev êrîş bi awayekî rasterast û sîstematîk kesên sivîl û binsaziyê armanc dikin, û li gor yasaya mirovî ya navdewletî ew wek tawanên şer tên hesbandin. 

Her wiha ev êrîş bûne sedema derbiderkirina bi hezarên malbatan, û tê çaverêkirin ku hejmar zêde bibe, ji ber ku derketina ji bo stargehên demkî berdewam e. Malbatên koçberkirî di şert û mercên karesatîk de rû bi rû ne, ku bi hewcedariyên lezgîn ên xwarin, ava paqij, stargeh, lênihêrîna tenduristî û perwerdehiyê ne. Tirs heye ku bi nêzîkbûna demsala zivistanê û nûbûna pêlên koçberbûnê re, bi taybetî bi berdewambûna hewcehiyên mirovî ji destpêka şer berî 12 san ve, û bi sedema erdheja vê dawiyê, êş û azar zêdetir bibe. Ev yek jî hevdem bû ligel bidawîbûna destûrên ji bo gihandina alîkariyan di deriyê Bab el-Hawa re. 

  Ev Bûyer siyaseta rejîma Sûriyê ya ku armanca wê têkbirina aramiya mêr û jinên Sûriyê, û zêdekirina barê aborî û derûnî li navçeyên derveyî kontrola wê, nîşan dide. Ev siyaset jiyana sivîlan yên jin û mêr, pir dijwar dike, û fişara li ser wan zêde dike ji bo ku lihevkirinan bi rejîmê re pêk bînin, ku tê wateya vegera wan a bê şert û merc, ji bo xurtkirina rejîmê. 

Her wiha rejîm bi rêya vê bombebarana berdewam, peyamekê dide alîgirên xwe ku şer berdewam e, û divê ew li ber xwe bidin û li hember xirabûna rewşa aborî ku roj bi roj xirabtir dibe, xwe ragirin û tehemil bikin. Di heman demê de, ew hewl dide ku hêrsa gel a ku ji encama bombebarana zanîngeha leşkerî derketiy kêm bike.

 Her wiha; Li gorî dem û tundiya aloziyên heyî û bi sedema qeyranên siyasî û aborî yên rejîma Sûriyê, ew rewşê ber bi gurbûna leşkerî ve dikişînin. Ev gurkirina ku wekî rêyeke ji bo lawazkirina herêmê û tevlihevkirina kartan û ji bo ferzkirina hebûna xwe wekî aktorek jêhatî tê bikar anîn, û da ku xwe wek xwediyê însiyatîfê bide diyarkirin, nemaze di siha şikestinên wê yên vê dawiyê de, di nav wan de tevgera gelêrî ya li Suweydayê, nebûna pêşkeftinek berçav di destpêşxeriya erebî de, û rawestandina bangên aliyên navçeyî û navdewletî yên bibandor ji bo normalkirin û vegerandina wê. Rejîma Sûriyê dizane ku rawestandina tundûtûjiyê dibe ku derî li çareseriyên siyasî veke, û bi vî awayî dawî li desthilatdariya xwe bîne, ku ew vê yekê bi tevahî red dike. 

Jin û zarok gelek caran rastî encamên nemirovane yên şerê çekdarî tên. Ev yek ji hêla daxuyaniyên rêxistinên ku li Idlibê dixebitin hatiye tekezkirin, û ku jin û zarok beşa herî mezin a qurbanî û awareyan e. Bi heman awayî, rûbirûbûna tundûtûjiyê û têkçûna binesaziyên bingehîn, wek nexweşxane û dibistanan, jinan dixe rewşek lawaz û tund de, ji ber ku ew barê herî mezin di parastina tenduristî û perwerdehiya malbatê di nav şert û mercên pir dijwar de hildigirin.

 Her wiha; awarebûn û jiyana li kampan de rûbirûbûna jinan a li hemberî tundiya zayendî û cureyên din ên kedxwariyê zêde dike. Ji ber şert û mercên giran ên li kampan jinan ji taybetmendî û ewlehiyê bêpar dike, û bi zehmetî dikarin  lênihêrîna tenduristiyê ya pispor wergirin, di nav de lênihêrîna tenduristiya zayînê. 

 Her wiha, berdewamiya bombebarankirin û wêrankirina binesaziyê barên aborî û derûnî yên li ser jinan zêde dike.Gelek caran jî , tê xwestin ku jin bi tena serê xwe berpirsiyariya debara jiyana malbatê bigrin ser milê xwe, ji ber nebûna an jî jidestdana hevjîn û serpereştên mêr bi sedema nakokiyan. Dibe ku ev zext û fişar bibin sedema zêdebûna bûyerên depresyonê û nexweşiyên din ên derûnî û laşî di nav jinan de.

  Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê; daxwaz dikin ku fişarên navdewletî û yên erebî zêdetir bibin, û rêyên dîplomatîk bikar bînin da ku zextê li rejîma Sûriyê û hevalbendên wê bikin, ji bo rawestandina êrîşên wan yên li ser sivîlan û jêrxana Sûriyê. Her wiha em daxwaz dikin ku li gorî biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê û biryarên têkildar dest bi danûstandinên cidî yên aştiyê bikin ku rêya veguheztina siyasî vedike.

Her wiha; Em tekezî li ser berdewamiya vekirina deriyên sînorî ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî dikin, bi taybet deriyê Bab El-Hawa. Û em ji welatên xêrxwaz daxwaz dikin ku alîkariyên darayî û lojîstîkî yên pêwîst Ji bo piştgirîkirina malbatên koçber û civakên ku ji şer û pevçûnan bandor bûne, dabîn bikin. 

 Her wiha, em daxwaza aktîvkirina biryarên Encumena Ewlekariyê yên Neteweyên Yekbûyî yên derbarê parastina jin û zarokan li navçeyên nakok dikin, û daxwaza dabînkirina parastineke taybet ji bo wan li nava kampan û deverên ku ji ber şer ziyan dîtine dikin.

  Di dawiyê de, em daxwaz dikin ku rejîma Sûriyê û hevalbendên wê bên sizadan li ser tawanên ku li dijî sivîlan kirine, li gorî pirensîpên yasaya mirovî ya navdewletî. 

 Dawî, Rewşa Sûriyê aloz e û girêdayî hêzên navçeyî û yên navdewletî ye, û pêwîstîya wê bi hewlên dîplomatîk ên zêde heye ji bo dîtina çareseriyên siyasî yên ku garantiya parastina xelkê sivîl dikin û aramiyê li herêmê pêk tîne.

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê