Proseya Siyasî di Siya Guherînên Herêmî û Navdewletî

 

Şerê Rûsya li dijî Ukraynayê doseya Sûriyê careke din xist nav tarî û nezelaliyê de, nemaze bi îdiaya Rûsya ku Cinêv êdî ne cihekî bêalî ye, nexasime piştî aloziyên nû derbarê dayîna vîzeya derbasûna şanda Rûsî bo Swîsreyê, û rêjîma Sûriyê ev yek kire xizmeta xwe de da ku beşdarî gerek nû ya gerên komîteya destûrî nebe, û hemû hewlên xwe ji bo guhertina cihê komîteyê dan, vê yekê jî pirsa Sûriyê xiste nav sarincoka pêwendiyên navdewletî de.

Niha prose hîn bêhtir aloz bûye, piştî pêşketinên rewşa Îranê ku pêla  xwepêşandanên nerazîbûnê destpê kir li hember binpêkirina mafên jinan, ku fereh bûn û bûn  xwepêşandanên gel li dijî rejîma dîktator a Îranê. Serhişkî û kîndariya rejîma Iranê û çewsandina xwepêşanderan piştî kuştina jina ciwan a kurd “jîna Mehsa Emînî”, bû sedem ku tevger ji çalakî û xwepêşandanan ber bi şoreşa azadî û rûmetê ve biçe, ku dê bandorê li danûstandinan li ser rêkeftina atomî, û pêwendiya wê ya xurt bi dosyaya Sûriyê re bike.

Bi vê yekê re hilbijartina serokê Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, rastî astengiyê hat.  ku bû sedema desttêwerdana Amerîkayê û pêvajoya siyasî li Iraqê hêsan kir, û ji nû ve kontrola Çarçoveya Hevahengiyê li ser rewşa siyasî, û vegera serdestiya baskên alîgirên Îranê, û dûrxistina opozisyona Sedrî û hevalbendên wê ji proseya siyasî ya Iraqê.

 

Li hêleke din, dergehê têgihîştinê di navbera Rûsya û Tirkiyê de, û hemahngî ji bo vegera pêwendiyên siyasî bi rêjîma Esed re, berfirehtir bûne, ji ber berdewamiya civînên ewlehî yên ku herdu alî her demekê bi rêkûpêk li dar dixin, û sûdê ji mirina prosesa siyasî werdigrin. Û rêveberiya Tirkiyê dixwaze vê kaxezê di hilbijartinan de di hundir de, li hember aliyên opozisyonê yên meyldarê hemahengiyê bi rêjîma Sûriyê re ne bikar bîne, ji bo ji barê penaberan xilas bibin, û pêkanîna rêkeftinekê bikin derbarê herêma ku navê herêma ewle lê dikin.

 

Serdana nûnerê taybet Pedersen bo Şamê, ji bo vekirina rê li pêş vegerandina civînên komîteya destûrî, bû. Lê belê, hemû tiştên berçav, nîşan nadin ku ji bilî zivirandina di cîh de, li ser asta navdewletî ti pêşketinek bi dest neketiye.

Her wiha, destpêşxeriyên Erebî ji bo derketina ji vê rewşa asê berdewam in, da ku pêştestiyên xwe yên bingehehên avakirina siyasetan bidin pêş.

Tevgereke Erebî ji bo vejandina destpêşxeriya Urdunê, bi piştgiriya Îmarat, û dibe ku bi piştgiriyeke Erebî  bejî, derket holê da ku wê destpêşxeriyê di konferanseke ku tê pêşbînîkirin li paytexta Urdunê, Emmanê, bi armanca bidestxistina aramiyê li herêmê were lidarxistin, were pêşkêşkirin. Aliyên ku dê beşdarî wê konferansê bibin dixwazin aramiyekê peyda bikin da ku pêngavên din li ser bên avakirin.. Lê ev hemû dibe ku rastî têkçûnê were, ji ber nebûna lihevkrineke (Amerîkî-Rûsî) li ser tevgera siyasî ya (Erebî, navherêmî û navdewletî) ji bo çalakkirina dosyeya Sûriyê. Gelo hêzên Erebî wê biser bikevin ku pirsa Sûriyê ji şerê berdewam li Ukraynayê û nakokiyên navdewletî li cîhanê, cuda bikin? Pêwîstiya vê yekê bi çavdêrî û şopandinê heye, di gel hişyariyê da ku dosyeya Sûriyê ji daxuyaniya Cinêvê û biryara Netewên Yekbûyî ya hejmar 2254, neyê dûrxistin. ji ber ku ev yek nabe alîkar di pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê de ji bo guhertina niştimanî ya demokratîk.

Hevdîtinên maratonî yên Pedersen diyar dikin ku ew hîn jî hêviyan girê dide, û li ser prensîba “gav bi gav” dixebite, tevî ku rejîm û opozîsyon, herdu jî, vê destpêşxeriyê red dikin. Lê hêj hejmarek ji hêzên navdewletî hewl didin ku pêketinekê bidest bixin di vê bazara ligel rejîmê û hevalbendên wê li hember ku Welatên Rojava ji hin tiştan di berjewendiya rejîmê de bên xwar. Tevî ku Yekîtiya Ewropa her sê Nexêr (Nexêr ji rakirina sizayan re, Nexêr ji nûavakirinê re, û Nexêr ji bo normalîzekirinê re) dubare dike, ta ku rejîm di proseya siyasî de bi temamî beşdar bibe, lê diyar e ku ew siyaseta razîkirinê, li hember gotara Amerîkî derbarê guhertina reftara rejîmê, bi zimanekî nû bikar tînin.

 

Hêjayî gotinê ye ku tawîzên rêveberiya Amerîkayê ji Libnan û Urdinê re li ser mijara veguhestina gaza dagirkera Israîlî ji Misrê bo Libnanê di rêya Urdin û Sûriyê re dane. Lê heta niha ev proje neketiye warê cîbicîkirinê de û ji sizayên Qeyser (Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Bakurê Rojavayê Sûriyê) hatiye derxistin. Lê heta niha zelal nebûye ku welatên rojavayî yên ewropî û amerîkî dê di vê bernameyê de çi pêşkêşî rejîmê bikin, û eger hat û tiştek pêşkêşî rejîmê kirin, gelo em dikarin navê “ Nezelaliya Avaker” li siyaseta (Pêngav li hember Pêngavê) bikin, ege kar li sr hat kirin ji aliyê Dewlwtên serpereştyarên prosesa siyasî li Sûriyê? Tişta pêşketin tê de çêbûye tenê dosyeya mirovî ye, û em dikarin navê (Pêngav li hember Pêngavê) lê vê yekê bikin, ku Rûsya sixwaze pêngavekê ji bo qebûlkirina rejîmê bidest bixe û sizayên Ewropî û Amerîkî ji ser wê rake. Di demekê de ku aliyên din dixwazin rejîm bi temamî tevlî prosesa siyasî bibe û pêşketin di proseya destûrî de bê kirin û nîqaş êdî li ser hikumraniya veguhêz bê kirin. Lê ev yek her zehmet dimîne bi sedema berdewamiya şerê Rûsya li dijî Ukrayna. Ev yek jî nayê wateya ku hejmarek welatên derdora Sûriyê ji vê rawestandina prosesa siyasî sûdê wernagirin (Tirkiye, Israîl, û rejîm bi xwe jî), û her Dewletek jî ajandaya wê ya taybet heye. Tirkiyê dixwaze çareseriyek ji bo pirsa koçberan bê dîtin da ku Erdogan û Partiya wî di desthilatê de bimînin û serkeftinê di hilbijartinên dahatî de bidest bixin. Di demekê de ku seropkê hikûmeta Dagîrkeriya Îsraîlê dixwaze sûdê ji derbeyên asmanî yên Îsraîlî li dijî binkeyên Îranê û hêzên rejîmê li başûrê Sûriyê di hilbijartinên dahatî de werbigire. Her çî rejîm e, ew sûdê ji rawestanê digire da ku li ser desthilatê bimîne.

Rewşa xelkê Sûriyê bi jin û mêran ve ji dema navdewletîkirina dosyeya Sûriyê ve û kirina xaka Sûriyê wekî çiraveke safîkirina hesabên navdewletî û kirina Sûriyan, bi jin û mêran ve, wekî destik di nav destê fakterên navdewletî, navherêmî û Ereban de, ew ji hevsengiya doza wan wek aliyekî kara derxistine, û doza wan xistine jêr rehmeta van fakteran de, û wiha diyar e ku doza Sûriyê dê neyê veqetandin ji nakokiya cîhanî, ji ber ku heta niha hîn xaka Sûriyê wekî çiravekê ji bo safîkirina hesabên navdewletî maye tevî gotgotên hêzên navdewletî û navherêmî ku dibêjin ew dixwazin pira Sûriyê ji van nakokiyan dûr vixin. Lê rastiyên li ser erdê dibêjin ku Sûriye û xaka wê û tiştê lê diqewime qada nakokiyeke navdewletî ne.

Tiştê ku van rojên dawiyê li bakurê rojavayê Sûriyê diqewime û şerê serbazî di navbera grûpan de ji bo sepandina rikêfê bi fermandariya ( Desteya Tehrîr el- Şam, Bereya Nusre ya berê ), û destdanîna wê bo ser herêma Efrînê, dibe ku rengvedana rikaberiya serbazî be di berjewendiya hin aliyên derekî di çarçoveya safîkirina hesaban de, û di çarçoveya rikêf û kontrolkirinê de û amadekirina bakurê rojavayê Sûriyê ji bo hin senaryoyên piralî û aloz, wek nimûme, ku ev herêmê bikeve jêr kontrola Desteya Tehrîr el-Şam , ki li ser lîsteyên terorê ye, û wê demê di bikaranîna wê di bazarên aliyên sûdmend de hêsan be. Lê wekî her car û wekî bûye adet, welatiyên sivîl bi jin û mêran bihayê van nakokî û milmilaniyên xwecihî, navherêmî û navdewletî didin. Şerê berjewendiyan ku rengê xwe bi şêweyekî serbazî vedide sivîlan bi jin û mêr di nav feraşên xwe de dihêre. Niha jî em careke din vê yekê dibînin di şerê grûpên çekdar û Nûsre de, ku ji encama wî em koçberiyeke nû dibînin û tirs ji girtinên nû heye û egera çewsandineke nû li dijî jinan heye.

Tiştê ku ji me re pêwîst e û herî girîng e û pêşdestî ye ew e ku kutleyeke siyasî hevgirtî û qayim hebe da ku bikaribe ji rewşa girêdayî derve berû azadkirina kesayetiya Sûriyê biçe. Ev yek jî di rêya prensîpa “ Kutleya Yekalîker “ re ku roleke zelal û diyar a Tevgera Jinan a Sûrî tê de hebe ku kar ji bo pêkanîna berjewendiyên Sûriyê dike bi rêya encamdana guherîna demokratîk a reha ku dê rejîmê û hêzên girêdayî ramale, berû pêkanîna berjewendiyên gelê Sûriyê di azadî, demokrasî, û Dewleta welatîbûnê ya wekheviya temam. Êdî gelo opozisyona Sûriyê dikare pêwendiyên girêdanê û xweavêtina di himbêza hêzên derekî de bişkîne, û beşdariya cemsera demokratîk berfireh bike û xwe bide ber berpirsiyariya xwe ya dîrokî, ji bo derxistina çareseriya siyasî ji destê saxwaz û berjewendiyên navdewletî û veguhestina ji bo rewşeke Sûrî xwerû?

Tecrûbeyên tal ên Dewletên ku tûşî milmilaniyên wekî ya Sûriyê bûbûn, û di Dewletên hesînorên Sûriyê de wek “ Libnan û Îraqê”, piştrast dikin ku ew welat ji lîstika perjewendiyên navdewletî rizgar bibin. Lê li hember jî piştrast dikin ku divê berjewendiyên me li pêş berjewendiyên wan bin. Û em dikarin Îraqê wek nimûne bo xwe werbigirin. Lewma pêwîstiya hêzên opozisyonê bi dirustkirina “ Kutleya Yekalîker “ heye ku piştevanî û piştgiriya gelê Sûriyê werbigire, heta ku em bigihêjin asta ku dosyeya Sûriyê û çareseriya wê ya siyasî ji nav diranên wan aliyan derxînin ku desttêweerdanê di çareseriya siyasî de dikin.

 

 Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê