Çawa Jinên Sûrî ji Koçberiya Ne Rewa (Qaçaxî) Zerermend bûn



Çawa Jinên
Sûrî ji Koçberiya Ne Rewa (Qaçaxî) Zerermend bûn


 

*Franswa
Zenkîh  (Ebdulah)


 

    Djberiya çekdarî li Sûriyê adara sala 2011an
serî hilda, û heta roja îro bûye sedema mercên jiyanî yên dijwar, û metirsiyeke
mezin li ser piraniya jin û mêrên Sûrî, lewma yek li ser dudyan ji xelkê Sûriyê
( Jin, mêr û zarok ) ji destpêka vê dijberiyê ve  neçarî 
koçberiyê bûne.

 

Çawa Jin Li Ser Bingiha Regeza Wan Di Prosesa Qaçaxiyê de Hatin
Qalbkirin?

  Bi sed hezaran jinên Sûrî neçar man ku bi riyên neyasayî ji welatê xwe
derkevin, vê yekê ew tûşî hemî cûreyên pirsgirêk û metirsiyan kirin, û helbet
ew zarokên bi dayikan re jî  rastî heman
metirsiyan hatin, ji ber ku dayik di hemû şert û mercên cûrbecûr de li gel
zarokê ye, li gorî  nerîtên civakên kevneşop.

   Ji zehmetiyên ku jinên
tenê di dema penaberî yan koçberiyê de rû bi rû wan bûn û dibin, ew e ku tûşî
bikaranîna qaçaxçiyan a darayî û hin jî ya cinsî tên, ji bilî astengiyên li ser
tevgera wan, ku ji civaka nêrane ya ku ji li jêr desthilatên civakî û olî ye,
wekî mercê ku divê kesekî nêrza ji xizmên pileya yekem bi wan re be, yan jî ku
jê re tê gotin “Muhrem”.

 

Belavkirina coxrafî ya penaberên
Sûrî li seranserî cîhanê

    Ji salên heştiyan 0ên sedsala
borî ve, zordariya siyasî û hizrî, ji bilî têkçûna rewşa aborî, roleke mezin di
koçberiya neçar a gelek xelkê Sûriyê ji welatê wan, lîstine. Ji ber gelek ji
wan li jêr gefa girtinê bûn bi sedema têkilyên wan ên siyasî û partîtî, mîna
endamtiya di Tevgera Ixwan el-Muslimîn, û Partiya komînîst de. Lê koçberiya  herî mezin û sedemên wê dijwartir û biêştir
bûn, piştî sala 2011an qewimî, ku bi mîlyonan mirov ji ber şerê çekdarî neçar
man ku Sûriyê bicih bihêlin û koçber bibin.

   Komisyona Bilind a
Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di amarên xwe yên herî dawî de di 30 Çile,
2020 de, hejmara penaberên Sûrî li welatên cîran eşkere kir, ku gihiştiye
5,556,417 penaber, ji wan 3,576,344 
penaber li Tirkiyê,  915 hezar
penaber li Libnanê, û 655 hezar penaber li Urdunê ne
.

    UNHCR diyar kir ku hejmara
penaberên Sûrî di sala 2020ê de zêde bûye, ji ber mercên trajedî yên şer li
welat
.

     Tê texmîn kirin ku hejmara penaberên Sûrî
13 mîlyon in, ji wan nêzîkî sê milyonan li Ewropayê ne, yên mayî jî li welatên
cîran û Amerîka Bakur têne belavkirin.


Zehmetiyên Li Pêş Penaberan û Bi Taybet li Pêş Penaberên Jin

    Gelek penaberên jin û mêr
rastî zehmetiyên tevlîbûna civakên mêvandar û bidestxistina jiyaneke birûmet
tên. Ev jî ji ber pir sedeman e ku ji wan nezaniya zimanê welatên mêvandar û
bandora derûnî ya şer li ser van penaberan e. Lê fokusa ku li ser jinan tê
kirin bi sedema siruşta civaka Sûrî ya nêrane ye, ne ku bi hokarê cudahiyê ye.
Gelek jinên ku jiyaneke perawêzkirî di civakên xwe de jiyane zehmetiyê dibînin
di warê tevlîbûna bazara kar û programên tevlîbûna civakê û fêrbûnê de ji ber
du sedeman ; hin jin çûne welatên nû li gel malbatên nêrane yên ku baweriya wan
bi maf û azadiyên jinê nayê, lewma ew malbat fişarên zêde dibin ser keçên xwe
di civaka nû de. Sedema duyem jî ew e ku hin jin ji tevlîbûna bo civaka nû û
gera li pey biryara xwe ya serbixwe ditirsin ji ber ku ew ji nêrîna civaka Sûrî
yan jî ya Erebî bi giştî ya derdûdorên wan di welatê mêvandar de ditirsin.

    Tevî zehmetiyên ku me behsa
wan kir, lê rêjeyeke mezin ji jinên Sûrî kar hilbijartin an jî xwendina xwe
domandin û şiyanên xwe ava kirin û tehedaya astengiyên herdu civakên resen û
mêvandar kirin.

    Erkê her kesê ku ji bo Sûriyê
kar dike ye ku wekheviya jenderî ya rasteqîn li ber çavan bigire. Ji ber ku bi
bidûrxistina jinan avakirina aştiyê ne mimkun e. Ev yek jî ne daxwazeke ji bo
” dayina ” mafên jinan, ji ber ku maf ne milkê çîneke destnêşankirî
ye heta ku biryarê bide ku wan mafan bide, bel ku jin xwediyên mafên xwe ne û
tiştê pêwîst tenê ew e ku jin wan mafên xwe li xwe vegerînin.


Nêrîna Ysayê Li Ser Qaçaxiyê û Hewlên Penaberiya Ne Rewa

    Tevî ku piraniya kesên ku riya
penaberiya ne rewa gitine ber, ev yek li jêr hokar û nîrên pir dijwar li
welatên xwe kirine, lê yasa vê yekê mehkûm dike ji ber ku qaçaxî ye û dihêle ku
kes rastî bikaranînê û metirsiya li ser jiyanê tên.  Herwiha yasa qaçaxçiyan û her kesê beşdarî
bazirganiya bi mirovan dibe mehkûm dike û karê wan wekî tawaneke cînayetî hesab
dike. Li bi nêrîneke mirovî, pêwîst e çareseriyên guncav bên dîtin da ku
koçberiya ne rewa bê sînordarkirin.


Jin û Zarokên Xwe Di Proseyên Qaçaxiyê De

    Jinên ku li gel zarokan bin
rastî zehmetiyên zêdetir tên di dema qaçaxiyê de. Ev jî bi sedema wê yekê ye ku
jin berpirsiyariya selametiya zarokan di van geştên dirêj de li ser milê xwe
digirin û nikarin vî barî hilgirin. Ji aliyê xwe ve, qaçaxçî hebûna zarokan di
geştên koçberiyê de wekî astengî hesab dikin, ji ber ku ew nikarin reftarên
zarokê yan jî giriyê wî kontrol bikin. Dibe ku ev yek jî bibe sedema
aşkerekirina prosesa qaçaxçiyê û betalkirina wê. Ev yek dihêle ku jina li gel
zarokan bikeve jêr rehma qaçaxçî ku mercên zêde li ser wê ferz bike da ku
birina wê ya bi qaçax qebûl bike. Hin caran jî qaçaxçî wê û zarokên wê di nîvê
rê de dihêle da ku prosesa qaçaxiyê neyê aşkerekirin.


Rasparte û Pêşinyarkirina Çareseriyan

Hokarê sereke yê piraniya haletên penaberiyê li cîhanê ceng in. Neçarbûna
hejmarên mezin ji kesan ji bo koçberiyê dibe gefek ji welatên wan ên resen û
dibe guhertineke demografîk ku bandoreke wê ya metirsîdar heye. Lewma hejmarek
welat hewl û şiyanên xwe ji bo peydakirina aştiyê û piştevaniya cîgîriyê li
welatên ji cengan zerermend terxan dikin. Di haleta Sûriyê de, û li gor nêrîna
min a kesane, çareseriyên siyasî kilîta çareseriya pirsgirêkên penaberiyê ye,
li gel girîngiya zêdekirina piştevaniya mirovî bo herêm û kesên zerermend, û
guhdana cidî bi piştevaniya cîgîriya giştî, ya emnî, aborî û yasayî, û
girîngiya wekheviyê di piştgiriya vê aramiyê de li ber çavan bê girtin, ji ber
ku ew wekheviyê di derfetan de li pêş hemiyan peyda dike bêyî cudahiya cenderî,
yan neteweyî, yan jî civakî û her wekî din.

Ev yek dibe hokar ji bo peydakirina derfetên bêhtir ji bo kar, û di
encamê de, dibe sedema dabînkirina jiyaneke birûmet ji bo hevwelatiyên jin û
mêr: Herwiha geşkirina şiyanên keç û kurên genc roleke mezin digerîne, ji ber
ku karîn û enerjiya wan hene û pişt bi wan tê girêdan ji bo çêkirina guhertinê.

   Em girîngiya rola tevlîbûna jin
û mêrên Sûrî bo civakên Dewletên mêvandar jibîr nakin. Ev yek jî di perwerde û
fêrbûna zimanên wan Dewletan, tevlîbûna bazara kar û jiyana civakî û rewşenbîrî
de tê nîşandan. Ev yek dê bihêle ku pevguhertinek di warê zanînê de di navbera
penaber û mêvandar de çêbibe, û di encamê de, destkeftên civakî, aborî û yasayî
ji bo jin mêrên penaber bên pêkanîn.





*Ev gotar nêrîna nivîskar derdibre û ne merje ku nêrîna
Tevgerê be