Dawîname Kongirê Giştî yê Yekem yê Trvgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê 12-14 Çileya 2019an

                                                               

Dawîname

Kongirê Giştî yê Yekem yê
Trvgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

12-14 Çileya 2019an

Tevgera Siyasî ya Jinan a
Sûriyê kongirê xwe yê Giştî yê Yekem li bajarê Frankfort – Elmaniya, di 12-14ê
Berçileya 2019an li dar xist.

Emîndariya Giştî ku di
Kongirê Damezrênerî ku Cotmeha 2017an hat lidarxistin, hatiye hilbijartin,
raportên xwe derbarê tevahiya karê xwe û çalakiyên tevgerê di qunaxa borî de, û
di nav de raporta Siyasî û raporta Rêxistinî û Darayî û Ragihandinî û Çalakiyan,
serbarî dîtina siyasî ku tevger li gorî wê karê xwe ji damezrandinê ta îro dike,
pêşkêş kirin. Herweha behsa astengiyên ku lê pêş tevgerê di dema borî de hatine
û çawaniya derbaskirina wan astengiyan, hat kirin.

Kongir tevahiya raportan
gengeşe kirin û dîtina siyasî û peyroya navxweyî pesend kirin, û Emîndariya
Giştî ya nû li gorî peyroya navxweyî hat hilbijartin – Herweha komîta Çavdêriyê
jî hat hilbijartin.

Tevgerê tekezî li ser
pabendbûna xwe bi berdewamkirina kar kir li ser:

1.           
Yekîtiya
xak û gelê Sûriyê, di çarçoveya dewleteke dîmuqratî firehalî, dewleta
hemwelatîbûna tevahîdarane ya yeksan ji bo hemû welatiyên wê bê cudahî li ser
bingeha regez û ol û netewe û her tevlîbûn yan dabeşkirinine din be, dewleteke
gerentiya veguhestina aştiyane ji bo desthelatê bide bê ti şêweyî ji şêweyên
diktatoriyetê, û redkirina hebûna her hêzine biyanî li ser erdê wê, û ew yek bi
rêya Çareseriya Siyasî li jêr sîwana Daxuyaniya Cinêvê û biriyarên Neteweyên
Yekgirtî yên peywendîdar be.

2.  Gehiştin
bo destûrekî gerentor ji bo mafên welatiyan, û peydakirina jîngeheke aram û
bêlayen weke kevirê bingehîn ji bo pêkanîna her piroseyeke rêfrandomê yan
hilbijartinan ku ji Desteya Hukumdar ya Veguhêz tê xwestin.

3.  Pabendî
bi hewldanê ji bo gerentiya hemwelatîbûna wekhev ji bo hemû Sûriyan di destûr û
yasa û siyasetan de bê cêwazî li ser ti bingehî û danîna mîkanîzmên ku
gerentiya bicîkirina wê yekê dide.

4.  Hewldan
ji bo hebûna jinê bi hemû astên standina biriyarê bi yeksanbûnê li gel mêr. Û
peydakirina mîkanîziminan ji bo gerentiya bicîkirina KOTAya pêşiniyarkirî bi
rêjeya herî kêm (30%).

5.  Doza
girtiyan, windakiriyên bi neçarî,  li ser
destê Rêjîmê û aliyên din ên milmilaniyê, weke dosiyayeke siyasî mirovî ye ku
divê beriya her pêngavê were çareserkirin ji bo peydakirina jîngeheke ewleh û
bêlayen. Serbarî bibîrxistina berdewamiya girtinê ji aliyê Rêjîmê li navçeyên
ku desthelata xwe li ser vegerandine, û navçeyên din ku tê de heman binpêkirin
li ser destê alîne din têne kirin

6. Balkişandin
li ser kiriyarên Rêjîmê û yên aliyên din ên derbarê neçarkirina beşdariyê di
milmilaniya leşkerî de, ku jihevxistin û azarên Civaka Sûriyê bihtir dikin û bi
taybet yên jinan.

7.   Girêdana
dubareavakirinê û pêngavên pêve girêdayî bi pêngavine piraktîkî û rasteqîne û
bawerpêkirî berev Veguhestina Siyasî

8.    Eşkerekirina
kiriyarên guhertina dîmuxrafî ya rêbazkirî ku Rêjîm pêk tîne (Yasaya jimare
10). Û aliyên din ên tevlîdar di milmilaniyê de derbarê rênedan ji bo sivîlan
da ku vegerin navçeyên resen ên niştecîbûna xwe.

9.           
Peywendî
û hemahengî li gel hemû navçe û bajarên Sûriyê bê ku hêzên desthilatdar ên
dîfakto û bi taybetî Rêjîm werin beçavbirin, û encamdana awane netundûtûjiyane
ji bo şerê diktatoriyetê bi hemû şêweyên wê ji bo bicîkirina azadî û rûmet û
dîmuqratiya tevahiyane û mafên mirovan di nav de mafên jinê jî.

10.   Redkirina siyasetên vegerandina bi neçarî derheqê
penaberan beriya ku jîngeheke ewleh û bêlayen were peydakirin, bi mercê ku
xwebexşane be. Û xistina fişarê li ser desteyên navdewletî û hikûmetan ji bo
başkirina rewşa ku tê de dijîn û bi taybetî bêparkirina wan ji xizmetguzariyên
sereke û mafê xwendinê.

11.   Dosiyaya vegera penaberan weke dosiyayeke siyasî
ne cihê istixlal û bikaranînê were binavkirin.