Efxanistan û jinên Efxan li hember terorê: Çi derbarê wan kesên ku li ba me bi vê yekê şad bûne?

  Piştî 20 salan ji hebûna leşkerî li Efxanistanê Amerîka hêzên xwe vekişandin, û gelek destkeft ji Tevgera Taliban re hêlan, ew jî çek û keresteyên leşkerî û zaniyariyên bayometrî, ku bi milyonan welatiyên Efxan dixine jêr metirsiyê de, herwiha bêhêvîtiya giştî ku dibe jîngeheke guncav ji teror û tundiyê re. Hin alî bawer bûn ku Amerîkî rêkeftinên bi merc kirin ji bo Efxanistanê radestî Taliban bikin, lê diyar bû ku ew danûstandinê li gel alîkî tund dikin ji bo wî alî dûbare were li ser xwe, û rastiyeke girîng piştguh kirin, ku rêxstinên terorîst ên din hene weke rêxistina Qaîda û rêxstina Daişê, ku li bendê ne xaleke lawaz hebe da bikar bînin û bibine navendeke şerê gerdûnî yê pîroz.

    Ev rewş û pêşbînî dîmenekî kevin anî bîra Sûriyan, dema rêxistina Daişê sala 2013an Reqa dagîr kir, û paytexta xwe li wir ragihand, û şerê rejîma Sûriyê yê germ û lawaziya artêşa azad û dabeşbûna wî û zordariya li Sûriyê hemû ji berjewendiya xwe re bikar anî. Şerê Efxanistanê tirsek di dilê Sûriyan de dirust kir, ew jî ku xwesteke navdewletî hebe ji bo geşkirina Islama siyasî û grûpên tund weke desteya Tehrîr El-Şam ji nû ve bên amadekirin.

    Vekişîna Amerîkî û derencamên wê dihêlin gelek pirsiyar derbarê vê deverê derkevin, ku piraniya xelkê wê musilman in, û Sûriyê beşeke jê, herwiha pirsiyarên derbarê çarenivîsa me eger em bixwazin ji bin destê zordariyê derkevin, û bikevine bin destê tundiyê de, lewma jî dema me bihîst ku hin alî di civaka me de bi taybet li Idlibê ahengan lidar dixin, û bi serketina Taliban dilxweş in û şêrînî tên belavkirin û mizgeft nimêjan dikin, tirs kete dilê me de. Bi taybet ku Desteya Tehrîr El-Şam û Bereya Islamî beyanameyek belav kirin, û gotin ku bûyerên Efxanistanê serkeftieke ji bo Islamê û şikestineke ji Amerîka re, û dan xuyakirin ku ew serkeftin dê yek ji sedemên şikandina Iranê li Sûriyê be.

    Kontrolkirina Kabul ji aliyê Taliban ve, û di demeke kurt de, ne şikestine ji bo artêşa Amerîka, belkû ji bo pransîpên Amerîka û hevalbendên wê, tevî ku derbasbûna Amerîka ji bo Efxanistanê ne bi mebesta perwerdekirina keçan û dirustkirina projeyên geşepêdana civakî û piştevaniya dewleteke demokratî bû, belkû armanca wê  tolvedan bû ji êrîşa li ser herdu burcên bazirganî li New York, û kontrolkirina Taliban ku razî nebû Usama bin Ladin, berpirsê wê oprasyona New Yorkê, radest bike.

    Tevî wê yekê, hebûna Amerîkî ku ji bo heyama 20 salan berdewam bû, derfetek bû ji bo kontrolkirina Taliban û hêviyek bû ji bo welatiyên Efxan da ji terorê û tundyê rizgar bibin, û piştevanî ji dewletekê re hebe ku rêzê li mirov digire û berbestên hember jinê kêm dike. 

    Di wê demê de, rêjeya jinên ku li Efxanistanê kar dikirin, gihişte 22%, û tevî ku rêjeyeke nizm e, lê li gor rewşa jinê di serdema desthilata Taliban de sala 2001, ev rêje baş e, lê îro jinên Efxan xwe amade dikin li pişt nîqabên ku Taliban dirust kirin û bûne nîşana siyaseta wan û kiryarên tundin li hember jinê, bên zîndanîkirin.

   Wate, jina Efxan dê yekemîn qurbanî be, û şikestina Amerîka tê wateya şikestineke exlaqî û moralî, piştî ku ew û hevalbendên xwe ew welat li ber çarenivîseke tarî hêlan, lewma jî diyar e ku çi bijarde li hember jinên Efxan ên bisebir nîne ji bilî xweragirî û têkoşînê, ev yek jî bicî dibe dema alîkî dijî terorê û Taliban di nav Efxanistanê de bê pêkanîn, lê bê guman pêwîstiya wî bi piştevanî û hemahengiyeke navdewletî heye da ku ev doz biserkeve, ku doza azadîxwaz dadxwaz û aştîxwazan e li tevahiya cîhanê, eger ev yek jî biser bikeve dê serkeftinek be ji doza me re. Li Sûriyê ku bin destê zordariya siyasî û tundiyê de ye, û li gor bijardeyên berdest, rewş nêzîkî ya Efxanistanê ye, û welatiyên Sûrî li gel derbasbûna demê, bêhêvî dibin, nûçeyên Efxanistanê jî hişyarî ji heman çarenivîsê re didin, bi taybet ku gelek kes terora rêxstina Daişê û zordariya grûpên tund û terora rejîmê dîtin, weke kuştin û şerpirekirin û jinavbirina jêderên dahatê, vêca emê dîlên kîjanê bin.. zordarî yan tundiyê? bijardeyeke sêyemîn heye, ew jî take bijardeye, û derfet heye kar li ser bê kirin, ew jî ku Sûrî biryar bidin bi herdû bijardeyên din razî nebin, û kar li ser dirustkirina cemserekî demokratî niştîmanî û piralî bikin, rola wî di bidawîanîna zordaran de hebe, û dewletek welatîbûna wekheviyê û piralîbûnê li ser kavilên wan ava bike, dewleteke rêzê li maf û azadiya mirovan bigire, û nirxê destkeftên jinê nas bike, û rêzê li mafê jinan bê kêmasî bigire.

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriyê