Gotina Jinan jî Heye: Jin Beşdar Nebe.. Rewayî tune ye

*Hiwazin Xedac

  ( Eger ji mafê jinan be ku biçin ser serbira îdamkirinê , wê demê ji mafê wan e ku biçin Parlemanê jî ). « Olympe de Gouges »

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, ku di cotmeha 2017an de li Parîsê hatiye damezirandin, sêyemîn konferansa xweya salane  lidar xist, weke peşeke bingehîn ji çalakî û xebata Tevgerê, da ku bigihêjin avakirina Dewleta Sûriyê ya demokratîk, piralî ku li ser bingehên wekheviya hevwelatîbûnê ji bo hemuyan, bi garantiya destûr, yasa û peymanên cor bi cor ên ku piştgiriya beşdarbûna jinan di hemû navendên biryardanê de dikin. Di vê konferansa ku karê wê di nav şeş rûniştinan de dirêj kir, Tevgerê dirûşma “Bê Jin… Rewayî tuneye” pejirand, ku komek peyam û encam di mekanîzmayên karê siyasî de pêşkêş bike,û wê bigihîne asta nirxê bandora wan a di siyasetê de, û rola wan di pêşerojê de, di guherîna terazuyan de, bi avakirina hevpeymaniyeke aram, ku dûr be ji bikaranîna corê zayende û bêçarebûna Jinan.

    Civakên Baviksalariyê û Dijberiya Şiyanê

   Ji dema damezrandina Dewletên nûjen ve wekî dewlet ji bo hevwelatiyan çi jin û çi mêr, têgiha siyasetê, ku  seranserî demek dirêj didît ku ew tenê ji mafê mêran bû, hat guhertin, û jinan dest ji nerît û kevneşopiyên kevnare berdan, û jinan hişmendiyek saz kirin ku cûdakariya zayendî red dike, û ew hemû behaneyên dihatin gotin ku jin karê wan tenê di malên wan de ye, hilweşiyan. Ji ber ku berjewendiyên civakê yên giştî ne cudan e ji çalakî û berjewendiyên malbatê yên taybet. Lê ligel hebûna cudahiyê di warê mafnasî û hevwelatîbûnê de di navbera welatên ku xwe li ser bingehên dîmoqratîk ava kirine û berjewendiyên hemû welatiyan çi jin çi mêr, diparêze, û civakên baviksalariyê ku şiyana jinan bi dîwarên malê sînor kirine, wê demê, axaftin li ser rola jinan di warê siyasî de, dibe şerek li dijî efsanên civakî û zanyarî, ku bi dirêjiya dîrokê hatine pejirandin, dibînin ku siyaset karê  mêran e. Û piraniya caran, beşdariya jinan di siyasetê de dûr e ji nirx wekî hêzeke siyasî. Ji ber ku lîsteyên cuda yên ku dibêjin jin azad in di binyada Dewletê de, an jî di binyadên siyasî yên wekî partî, komele û peykerên sivîl, û saziyên çalak de, nayên girêdan ligel piştevaniya serkirdayetiya siyasî ji bo jinan, an jî hebûna wê di karê siyasî de wekî babeteke asayiî û girîng.

  Di sînorên Dewleta Sûrî de ku, yekemîn Dewleta Erebî bû ku mafê dengdanê da jinan, beşdarbûna jinan di karê siyasî de, berê jî û heta niha, li jêr barê gotara xweşikkirina wêne bû û dûrxistina tohmeta kevneşopiyê yan jî serdestiya hizrê mêrane bûye. Eger li parlemanê û cîbicîkirina ajandayên rejîmê yên dûrî berjewendiyên hevwelatiyên jin û mêr be, an jî li nav partiyên siyasî û îdeolojîk ên girêdayî partiya Be`is in û heta tevahiya biwarên siyasî, her çiqas di nava ajanda û bernameyên wan ên siyasî de doza jinê û azadiya wê hebe jî. Ev yek jî bi şêweyekî nerênî bandorê li ser şiyan û şalakiya wan a siyasî û sepandina hebûna wan dike. Ev yek jî tevî ku cudahiyeke ” rêjeyî” heye li ser asta mewdaya qebûlkirina beşdariya jinan wekî çalakvanên siyasî, û baweriya bi zanînên wan ên siyasî, yan jî şiyana hevkarîgeriya siyasî û sazkirina diyalogên siyasî û pêşkêşkirina nêrînên siyasî.

Jin Beşdar Nebe.. Rewayî tune ye

    Li ser bingeha dîtina siyasetê wekî zanisteke avakirî li ser zanîna siyasî, ne ku li ser dijberiya rolan di navbera herdu regezan de, sepandina vê bîrokeyê ji aliyê jinan ve şiyanê dide wan ku ew tişta di dîrokê de hatiye pejirandin ku siyaset tenê meydana cîhana mêran e jinav bibin, û her weha jî girêdana siyasetê tenê bi nêrzayan ve bişkînin, û perdeyê jî ji ser wê yekê rakirin ku di dermafê jinanên ” nepenî ” de tê kirin ku tenê wekî hejmar tên dîtin di meydana partî û komeleyan de. Jixwe vê yekê jî jin kiriye babeta rikaberiyê ji bo bikaranîna wê ji bo meremên siyasî û îdeolojî li gorî nêrîneke xwerû mêrane, yan jî bikaranîna wê di veguhertinên çawanî de ku hin jinên êlîteyan dikevin nav ” lîstika bikaranînê ” de bêyî ku li kêlek wê yekê karek hebe ku wê ji xeleka îzolekirinê ya dîrokî derxîne, ku bi xwe li babeta cudakariya jenderî, encamên nîqaşên sînordarkirî di navbera herdu regezan de, û bîrokeyên qalibkirî vedigere ku hiştine rola jinê di siyasetê de sînordar be û ji biwarên pejirandina mafên wê dûrxistî be.

   Ji vir, tekezî li ser zanîna siyasî ya jinê tê kirin, û her wha redkirina dayina rewayiyê bi siyasetê bêyî beşdariya jinan. Ji ber ku şiyana jinan ji bo pêşxistina bîrokeyên cuda derbarê rolên wan ên siyasî dem û bikaranîna teknîkên cuda ji bo pejirandina rewayiya xwe ya siyasî, dê tişta ku jîwar û veguhertinan sepandiye ku doza jinê bazirganiyeke siyasî û yasayî ya sûdbar e ji bo hemû veberhêneran ji bilî jinê, jinav bibe.

Ji Dirûşmê bo Konferansê   
  Dûr ji ketina nav hûrgiliyên sazîkirina Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, prosesa rêxistinkirinê bandoreke wê ya xuya hebû li ser core û taybetmendiyên armancên siyasî yên Tevgerê. Ji ber ku di rûniştinên konferansa xwe de, pişta xwe bi rûmaleke giştgîr ji bo çalakî û karên komîteyên xwe yên cuda di nava salekê de girêda, bi riya agahdarbûnê ji raportên kar û rêrewa birêveçûna wî û herwiha nirxandina wî. Her wiha lêveger û şopandin ji  bo rewşa Sûriyê ş veguhertinên wê hat kirin û helwesta Tevgerê jê hat helsengandin. Her wiha stratejiyeta Tevgerê û rêziknameya wê hatin nîqaşkirin û hin xalên wê bi riya dengdanê hatin serastkirin, ji bo bihêzkirina çarçoveya karê siyasî ku hûrgiliyên wê li gorî tekistên ron û diyar, bêyî tevlihevî, zelal dibin û li gorî pîverên demokratîk tên pejirandin.

  Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî her wiha belgeyek derxist ku navê ” belgeya rênimayan ” lê tê kirin û deng li ser xalên wê da, da ku reftara di nav Tevgerê de bi riyên siyasî bê rêxistinkirin û endamên wê bên rahênankirin li ser pabendbûn bi maf û yasayê. Ev jî bi temamî derketina ji qalibên nerîtî yên “partî, komele û kutleyên” siyasî yên ku tenê dihêlin takekes pabendî tişta ku damezrîneran an jî peyrewên vê xeta siyasî pejirandî bin. Ev Tevgera ku komek jinên xwedî nêrînên cuda di nav xwe de civandine, kariye ku riyeke cuda ji wêneya qalibkirî ya kutleyan veke, ji ber ku tu çareserî ji bo pirsgirêkên asê tune ye ji bilî siyaseta avaker, ne ku bisiyasetkirina van pirsgirêkan.

    Û tevî hebûna hin astengiyan, Tevger hê hewl dide ku rêreweke cuda veke li pêş guhertinên civakî yên mezin  derbarê mafên Jinan ên sivîlane û wekeheviya wî ya siyasî di riya piştvanîkirina dozên welatiyan bi jin û mêran ve, û karkirin ji bo ku herdu rêrewyên siyasî û sivîl ligel hev bên meşandin û her wiha karkirin li ser mekanîzmaya hebûna jinê bi şêweyekî cidî di navenda çêkirina biryarê de û di hemû deste û saziyan de.

    Ev jî serbarî girêdana rêrewyên kar li ser herdu astên xwecihî û navdewletî, û gihandin êş û azarên gelê Sûriyê di hemû biwarên ” aborî, siyasî, û civakî ” deû di hemû herêman de bo civaka navdewletî û tekezî li ser mafên wî, di riya pêşkêşkirina Tevgerê, bi nûneratiya Dr. Ebîr Hisên, ji gotinekê re bo Encûmena Asayişa Navdewletî, roja 25 Hezîrana 2021ê de. Di wê gotinê de, hejmarek pêşinyar hatibûn pêşkêşkirin ji bo ku hinek metirsî bên kontrolkirin, her wekî: Birçîbûn û birçîkirin, desthilatên De Facto û zordariya wan, guhertina demografîk û asewarêên wê di siberojê de, , ji ber ku rastî ne dilxweşker e derbarê beşdarkirina jinan di biryara siyasî de, tevî hilbijartina hin jinan di encûmenên xwecihî de li navşeyên li derveyî kontrola rejîmê. Her weha jî tekezî li ser dirustkirina jingeheke ewle û bêalî li gorî biryara hejmar (2254) û biryara Encûmena Asayişê, hejmar (1325), ji ber ku şiyana jinên sûrî di xweragiriyê de di nav şerekî dijwar û têkel de, wî mafî dide wan ku tekeziyê li ser rola jinan a yekalîker û çalak bikin wekî hêzeke guvaşker di pêvajoya veguhertina demokratîk de ji bo ewlehî û aştiya domdar.

    Piştî dîrokeke dûr û dirêj ji pêvajoyên dûbarekirina tunebûna rewayiya beşdarbûna jinan di siyasetê de, li ser bingeha hin rêzbendiyên civakî û siyasî ku xwe didin ser hin bûyerên ji nişkê ve ku efsaneyan jîtekezî li ser wan kir, guhertinên niha di rol û xebatên jinan de ji bo azadî û mafên wan hemû pîverên bê binemayên lojîkî jinav dibe, û êdî nema pêkan e di warê hizrî û prensîpî de ku bîr li projeyekê ji bo guhertina civakî û siyasî û rizgarbûn ji derd û serdestiya olîgarşiya baviksalariyê û guhertina naveroka binyada desthilatê li Sûriyê bêyî jinan bê kirin. 


Têbînî: Ramanên di vê nivîsê de taybet bi nivîskar in û ne merc e ku nîşanderê helwesta Tevgerê bin.