Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê

Tevî guhdana Rêveberiya Amerîkî û hin welatên Ewropayê bi kirîza Sûriyê, û belavkirina wan ji daxuyaniyeke hevbeş re bi hilkeftina dehemîn salvegera şoreşa Sûrî ku, tê de hatibû ” hilbihartinên Sûriyê, ku biryar e îsal bên kirin, dê ne azad û nejî pak bin, û nabe ku bibin hokarê her rêkareke navdewletî ji bo normalîzekirineke pêwendiyan ligel rejîma Sûriyê”, lê her rejîma dîktator di encamdana hilbijartinên serokatiyê de berdewam e, wekî çawa serkutkirin û tirsandin jî berdewam e, û vê carê pariya jiyana rojane ya hevwelatiyê Sûrî bi kar tîne, û hewl dide ku raya giştî ya cîhanî bi rewatiya hilbijartinan bi baweriyê bigihîne, û nîşan bide ku şert û mercên guncav ên van hilbijartinan, wekî ewlehî û aştiya civakî, aborî û siyasî, pêkhatî ne.


Ev yek cihê dilgiraniya xelkê Sûriyê, bi jin û mêran ve, ye ku êdî xebat, derd û azarên wan dê bêsûd bin, bi taybet jî bi hebûna aliyên ku piştevaniya rejîmê dikin, ku mebest Rûsya û Îran in ku rijd in rejîmê careke din bidin pêş, û aliyên dijberî wî bi rewatiya wî razî bikin. Ev yek destpêşxeriyên cidî ji bo çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Sûriyê dixin cihê gumanê, berûvajî daxuyaniya berê ya Linda Thomas-Greenfield, balyoza Amarîkayê li Neteweyên Yekbûyî, ku tê de gotibû: ” nabe ku salvegera yazdehemî ya  kirîza Sûriyê wekî salvegera dehemîn be.”

Helwesta Dewletên Erebî, ku Komkara Erebî nûneratiya wan dike, ji helwesta welatên rojavayî û hevpeymanên rejîmê ne baştir e, ji ber ku ew hewl didin Sûriyê vegerînin Komkara Erebî, piştî gera Lavrov li Welatên Kendavê bi mebesta qebûlkirina Sûriyê di Komkara Erebî de, ev yek jî dê fişar û dorpêça ku, ji encama sizayên navdewletî li ser rejîmê hatine sepandin, û derencamên Ysaya Sîzer sivik bike. Heta sizayên Amerîkî, ku bi sedema bernameya atomî li ser Îranê hatine sepandin, bandoreke mezin û diyar li ser kirîza Sûriyê dikin. Bi vî şêweyî, egerên çareseriyeke siyasî sazanî û hevbeş ji aliyên navdewletî dê rastî astengiyên nû bibin ku dê dema derd û êşên Sûriyan dirêjtir bikin.


Her çiqas helwestên welatan ji hilbijartinên serokatiya Sûriyê bên guhertin û cuda bin, tenê gelê Sûriyê dikare rewatiyê bide wan, ji ber tenê ew xwedanê mafê xweberbijêrkirin û hilbijartinê ye, di sersiya Dewleta yasa, dadmendiya civakî, û aştî û ewlehiya civakî li ser xaka wê, ku ji mafê her hevwelatiyeke Sûrî û hevwelatiyekî Sûrî be, ku mercên serokatiyê pêk bîne, xwe kandîd bike, li gorî destûreke ku ji aliyê gel ve hatibe danîn, neku ji aliyê çîneke biçûk a zordar û desthilatdar ku şanogeriyan demokrasiyê li pêş civaka navdewletî nimayiş dike di demekê de ku xwediyên nêrîna azad desteser dike, û idiyaya ewlehiyê dike di demekê de ku her kesê di rûyê wê de derkeve bi darê zorê koçberî deverên ne cihê niştecîbûna wan in dike, ew idiyaya sekularîzmê dike di demekê de ku jinan ji mafê xweberbijêrkirinê bêpar dike, idiyaya cîgîrbûna aborî dike di demekê de ku bêhtirî 60% welatiyên wê li jêr xêza hejariyê ne, idiyaya hevwelatîbûna yeksan dike di demekê de ku bêhtirî 6 milyon hevwelatiyên welêt li ser û binê dunyayê koçber û penaber in! Gelo ev çi rewatî ye ku ev rejîm idiyaya wê dike, û ev çi hilbijartinên ku wan encam dide di demekê de ku rewatiya xwe ji wan Dewletan werdigire ku piraniya beşên welêt dagîr kirine. 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî Ya Jinan a Sûrî