Jinên Sûriyê Çi Peymana Civakî Dixwazin?

Lîna Wefa’Î , Endama Tevgera Siyasî Ya Jinan a Sûriyê, û Endama Tîma Şêwirdariyên Siyasî ye

   Di 28ê Tebaxa 2020ê de, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrîiyê, di civînekê de bi navnê,”Siyasta Sûriyê bi Nêrîneke Jinane”  ku bi riya platforma Zoom bi rêve çûye, û bi amedebûna Dewleta Meksîk, bi nûnertiya Sekreterê Yekem ê mafên mirovan, nûnerê Şanda daîmî ya Dewleta Meksîk li ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Cenêvê,  birêz Diego Ruiz Gallio,  pelika xwe ya sîyasî bi navê “Daxwazên Jinên Sûrî ji bo peymanek civakî dadmend, nasnameyeke niştimanî  giştî û aştiyeke domdar” derxist. Ev pelik encama şêwirmendiyên bi 140 jinan re bû, ku ji 14 herêmên cuda yên hindurê Sûriyê ne, ku li seranserî xaka Sûriyê, ji başûr heta bakur, û ji rojhilat heta rojava ne.

      Pelik, ku di 28ê Tebaxê de hatiye weşandin, çaremîn pelik bû ku ji hêla Tevgera Siyasî ya Jinsn a Sûrî ve hatiye belavkirin, ji ber ku berê sê pelikên din, derbarê: Pêvajoya destûrî, vegera penaberan, û nûvavakirin bi nerîna jinên Sûriyê ve hatibûn belavkirin. Ji ber Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, li xwe girtiye ku  dengên jinan bighîne aliyên biryarder, û  bîroke û daxwazên wan bigihînin navendên çêkirina biryaran, da ku li ber çavan bên girtin. Ji bo vê yekê jî  wê ji nêzî du salan ve dest bi pirojeya civînên şêwirê kiriye.

  Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî bi bawer e ku girîng e ku raya jinên Sûrî bighêje hemî cîhan û civaka navdewletî, û ji ber vê yekê ew dixwaze ku pelikên xwe li Ewropa û Amerîka Bakur, û di rêxistinên Neteweyên Yekbûyî de belav bike, herwiha bighînin Sûriyên têkildar bi pêvajoya siyasî û danûstandinan, û di dawiyê de jî li Amerîkaya Latîn, Girîng e ku dengê me bigihêje her aliyên cîhanê, û em pirsa xwe vebêjin, û daxwazên me, wekî jinên Sûrî, ji bo Sûriyeya siberojê ya em dixwazin ragihîne.

   Pelika dawîn, di destpêkê de, behsa nêrîna jinan li ser şêwazê peymana civakî ya ku niha û berê li Sûriye heye dike, ku jinan tê de behsa peymana civakî ya neçar a ku ji hêla dîktatoriyeta li Sûriyê ve hatîye damezirandin, dikin, ku tê de nasname bi dilsoziya reha ve girêdayî bû, heta ku nav hate guhertin û bi navê dîktator ve hatibû girêdan, û ji welatê me re tê gotin Sûriyeya Al-Esed. Herwiha behsa hatina şoreşa Sûriyê dikin ku  hewl da nasnameyeke Sûrî  nû, nasnameyeke niştimanî ya giştî ava bike, ji ber vê yekê xwepêşanderan bang dikir: “Yek e, yek e, yek e, gelê Sûriyê yek e”. Û çawa beşdarbûna di vê tevgerê de nasnameya Sûrî di van jinan de pêşxist, dema ku ew çûn qada giştî ji bo beşdariyê di çêkirina siberoja Sûriyê de bikin.

  Lêbelê, veguherîna şoreşa Sûrî, da bibe şerekî çekdar, ji ber tundiya sîstematîk ku rejîma Sûriyê nîşan da, bûbû sedema parçebûna nasnameya Sûrî, ji ber vê yekê gelê Sûriyê  vegeriya nasnameyên beşî yên pêş-niştimanî. Û li gor vegotina jinan, reftara grûpên çekdar roleke mezin di vê parçebûnê de hebû. Danûstandina welatiyan li Xalên kontrolê yên ewlehî û leşkerî (yên kîjan alî bin) li gorî herêma ku  ew welatî jê ye tê mamelekirin, ji bilî koçberiya di şerê Sûriyê de çêbû, ku parçebûna netewî û taîfî di nav miletê Sûrî de zêde kir.

   Jinên Sûrî yên beşdar diyar kirin ku tiştê  ku me wekî miletê Sûrî dighîne hev, berî her tiştî, xwesteka pêkvejiyanê û cografyaya yekparçe ye, her çend temenê vê cografyayê tenê sed salin, lê rijdbûna miletê Sûriyê ku bi yek bin û yekîtiya ax û gelê Sûriyê biparêzin, ew nîşana xwesteka pêkvejiyanê ye. Herwiha berjewendiyek Sûriyan hevbeş heye, ji ber ku her herêmek ji herêmên Sûriyê pêdivîya wê bi ya din heye. Tu herêm di  Suriyê de nikare serbixwe bijî di dema ku pêwistiya wê bi herêmên din heye. Sûriye, bi cografya xwe ya niha ve, ji hêla aborî û ji hêla jiyanê ve hev temam dike.

  Beşdarekê got: « Êş me dighîne hev.» Beşdareke din jî got: «Krîz bi  xwe,  ew irîza ku em tê de derbas bûn, girêdanka me ya hevbeş e. Ji ber ku kesek jê bêpar nema, ne dewlemend û ne hejar, ne jin û ne jî mêr. Ev e tiştê ku me wek kesên Sûrî dike yek.»

   Lê çarenivîsa me ya hevbeş li ser me ferz dike ku em peymanek civakî nû ava bikin, peymanek me bighîne hev û nasnameyeke niştimanî giştgîr ava bike. Ev peyman dikare tenê di bin çareseriyek siyasî berfireh de bê pêkanîn, ku aştiyek domdar saz dike, û bi rawestandina şer dest pê dike û bi avakirina Sûriyeya yekbûyî diqede. Êdî tê xwestin ku mafê vegerandinek bi rûmet, ewledar û xwebexş ji bo koçberan bê  dabînkirin. Ku vegera penaban li cîwarên wan yên resen misoger bike, û dosyeya koçberkirina bi zorê ji ber şerê çekdarî bi dawî bîne. Di heman demê de ev peymana civakî pêwistiya wê bi nûvavakirinek dadmend heye, ku mafê kesên zirarmend biparêze, û herêmên bi sedema şer wêran bûne ji nû ve bên avakirin, û ne ku ji bo meremên siyasî were bikarînan.

   Hemî tiştê ku hatî behskirin divê bi dadmendiya zayendî re têkildar be, ku mafên jinan yên veger û nûvavakirinê, û mafên hemî kesên paşguhkirî  li ber çavan bên girtin. Herwiha divê destûrek bingehîn were danîn ku hestiyariya zayendî û berjewendiyên  çînên paşguhkirî, nemaze yên jinan, li ber çav bigire.

  Bêyî serbestberdana  girtiyan, zelalkirina çarenivîsa kesên bi zorê bêserûşûnkirî, û kesên revandî, û paşê bidawîkirina dosyeya binçavkirina siyasî bi tevahî, û misogerkirina azadiya bîr û baweriyê, ne mumkin e ku aştiyek domdar an peymanek civakî ya rasteqîn were avakirin.

  Yekîtiya xaka Sûriyê – li gorî nêrîna jinan- dagirkirina piralî ya li Sûriyê bidawî tîne. Heya ku deverên di bin desthiatên cuda hene, ev dever dê bibin sedema parçebûna mgelê Sûriyê, û ev parçebûn bidawî nabe eger yekîtiya xaka Sûriyê venegere.

   Piştî ku hemî xalên jorîn hatin pêkanîn, wê demê dê bikarin peymanek civakî ya rasteqîn li ser bingeha têgehên hevwelatîbûnê ava bikin, û Sûriye wek Dewletek  demokratîk ava bikin, Dewleta hevwelatîbûnê ya bêkêmasî ji bo tevahiya  hemwelatiyên wê, bê cûdahî li ser bingeha nijad, ol û etnîkê de. Ev ji hêla jinên ku li seranserê axa Sûriyê ne ve hate pejirandin.