Kongirê Damezrêner yê Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derencam Parîs 22-24ê Cotmeha 2017an

                                          

Kongirê
Damezrêner yê Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

derencam

Parîs 22-24ê
Cotmeha 2017an

Dîtin

Avakirina dewleteke dîmuqratî firehalî li
ser bengehên hemwelatîbûna wekhev, bê cudakirin navbera hemwelatiyên wê de li
gorî regez yan netew yan ol yan tayife yan navçe yan çi bingehek be, dewleta
yasa ku jin û mêrên wê bê cudahî wek hev dike, bi gerentiya destûreke
guncaw be li gel têgeha regezmediyê ku
bingehek be ji bo jinavbirina hemû şêweyên cudakirinê li dijî jinê li ser hemû
astên siyasî û yasayî û aborî û civakî û rewşenbîrî, li gorî hemû peyman û
rêkeftinên navdewletî girêdayî bi mafên mirovan û bi taybetî rêkeftina SÎDAWê

Em kî ne

Em
jinine siyasî Sûrî ne xebat li dijî Rêjîma Diktatoriytê kiriye, û daxwaza azadî
û dadwerî û rûmetê ji bo her welatiyekî/e li Sûriyê kiriye, û berevanî di ber
mafên jinan di welatên wan de mîna bagrawndine hizrî û siyasî û çînine coracor
ji civaka Sûriyê. Em tevgereke komkar ji bo jinên Sûriyê ji hemû şarezayî û
ezmûnan in ku dengê daxwazên hemû Sûriyên bawermend bi heman pirensîpan û bi
mafên jinê û wekheviya regezmendiyê, û giringiya bihêzkirina jinê û beşdariya
wê ya çalak di hemû aliyên jiyan û bereyên sazkirina biriyarê berev Sûriyaya
Pêşerojê ye.

 

Prensîp

1-  
Pabendî
bi guhertina rayekî ji Rêjîma diktatorî re bo dewleta dîmuqratî firehalî.

2-  
Pabendî
bi çareseriya aştiyane û siyasî li Sûriyê.

3-  
Bihtirkirina
rêjeya nûneratiya jinê bo ne kêmî 30% di hemû navendên sazkirina biriyarê de.

4-  
Lêvegera
danûstandinan Daxuyaniya Cinêvê 2012 û biriyara Encumena Ewlekariyê 2118 ys
sala 2013an, û biriyara Encumena Ewlekariyê 2254 ya sala 2015an, û biriyarên
peywendîdar girêdayî bi Sûriyê ve û biriyara 1325 ya sala 2000an e.

5-  
Sizadan
û dadweriya veguhêz beşekî cuda nabe ji Veguhestina Siyasî ji bo bicîkirina
aştiya tevahîdarane dadwerane berdewamane, bi rêya dadgehkirina her kesê ku
destê wî di rijandina xwîna Gelê Sûriyê de hebe.

6-  
Tekezî
li ser pêşekarî û daxwaziyên Gelê Sûriyê were kirin bi rêya pêşekardana van
dosiyayên mirovî û siyasî di karê Tevgerê de:

a.  
Parastina
sivîlan ji hemû karên tundûtûjiyê؛

b.  
Serbestberdana
girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa windakiriyên bi neçarî؛

c.  
Nehiştina
dorpêçêli ser navçeyên dorpêçkirî û yên gehiştin bo wan zehmet e, û
derbaskirina alîkariyan bê merc؛

d.  
Gerentiya
vegera xwebexş bi rûmet ji bo derbider û penaberan bo cihên xwe.

7-  
Tevger
Pirsa Kurdî li Sûriyê bi giring dizane, û dibîne ku ti çareserî li Sûriyê bê
gehiştin bo
awayekî ku gerentiya
mafên hemûyan bide, nabe.

8-  
Qunaxa
Veguhêz bi prensîpine destûrî guncaw li gel têgehe regezmendiyê tê birêvebirin
ku bingeh bin ji bo destûra herdem ku tê de yekîtiya xak û gelê Sûriyê, û
serwerî û serbixweyiya wê, û serdestiya yasa û veguhestina desthilatê û
cudakirina desthilatan û mafên mirovan û wekhevî hatine nivîsandin.

9-  
Gerentiya
parastina hemerengiya di civaka Sûriyê de û rûbirûbûna cêwaziyê bi hemû şêweyên
wê were dan.

10-Bi hebûna Esed û simbolên Rêjîmê hemû xalên navborî nayên
bicîkirin.

Plana kar

Ev tevger demdirêj e li ser sê qunaxan kar
dike:

 

·       
Quaxa niha:

o  
Hebûneke rasteqîne li ser erdê di hindirê Sûriyê û welatên penaberiyê
yên derdor û panagehî.

o  
Bihêzkirin û kûrkirina peywendiyên tevgerê bi hindirê Sûriyê re û
welatên derdor û penagehî re bi rêya starejiyeke zelal tê de dikeve têkiliyan
bi hemû rêxistinên jinan ên Sûriyê, û rêxistinên mafperwerî ên Sûriyê, yên
berevaniyê di ber mafên Gelê Sûriyê de dikin, û encumenên xwecihî, û hemû jinan
li seanserî welêt û welatên penaberiyê yên nêzîk û yên dûr re, ji bo gihandina
daxwaziyên wan bo meydanên biriyara siyasî û balkişandin li ser çalakiyên wan
di cihên karê wan de.

o  
Hevdîtinine asayî her 3-4 mehan bi beşdariyeke berfireh ji jinan û bi
vexwendina endamine nû ji
:

o  
Ciwanên keç yên serbixwe

o  
Hin kesayet ji civaka sivîl

o  
Hin kesayet ji rêxistinên jinan

o  
Belavkirina hişiyariyê derbarê giringiya beşdariya siyasî
ya jinê di hemû waran de û bi taybetî di nava penaberan de.

o  
Hilmetên ragihandinê û yên balkişandinê ji bo wergirtina palpiştiyê ji
bingeha gelêrî ya Sûriyê û raya giştî ya Cîhanî.

o  
 Hewl ji bo çesipandina rêjeya 30%
weke beşdariyeke jinê di deste û odeyên danûstandinê derbarê pêşeroja Sûriyê
de.

o  
Kar li ser dosiyayên girêdayî bi dozên giring ji aliyê regezmendiyê ve
li Sûriyê di nav de
: Destûr؛
Desteya Hukumdar ya Veguhêz؛
Dadweriya Veguhêz؛ Girtî/Windakiriyên bi
neçarî؛ Vegera xwebexşane û bi rûmet ya penaberan؛
Vegerandina zûdem ya rewşa normal û dûbareavakirin؛
Xwendin؛ Tendurustî؛
Ragihandin.

 

·       
Qunaxa Veguhêz:

§  Hewl ji bo hebûna jinan bi rêjeyeke ne kêmî
30% di hemû desteyên hukumdaiya Veguhêz û navendên sazkirina biriyarê de.

§  Hewl ji bo bicîkirina dîtina tevgerê ji
hemû derencamên dosiyayên Qunaxa Veguhêz  re li ser erdê.

§  Beşdarî di Desteya Siyasî de ya ku dê kar
li ser amadekirina derstûreke herdem ji bo Sûriyaya pêşerojê bike.

§  Beşdarî di bicîkirina mîkanîzmên Dadweriya
Veguhêz de ji aliyê Regezmendiyê ve.

§  Kar bi hemû girûpên gel re bi şêweyekî berdewam û vekirina têkiliyên erênî bi wan re
ji bo piştevaniya destûra gerentor ji mafên jinan re.

 

·       
Qunaxa Sûriyaya Pêşerojê:

§  Bi rêfrandomê li ser destûra herdem ji bo welêt dest pê dike, ya ku em hewl
didin guncaw be li gel têgeha regezmendiyê.

§  Hewl ji bo hebûn di komîtên guncawkirina
yasayan bi destûrê re.

§  Hebûna jinan di navendên sazkirina biriyarê
de bi rêjeya ne kêmî 30% berev nîv bi nîvê ve.

§  Pêşxistina istratejîkine rêbazkirî ji bo kar li ser:

o  
Guhertina çanda berbelav ku alîkar e di cêwazkirina civakî de.

o  
Bihêzkirina aştiya gelêrî.

o  
Belavkirina çana NEtundûtûjiyê

o  
Rûbirûbûna terorê

§  Tevlîkirina plan û istratejîkên niştîmanî û
mîkanîzimine başdariyeke çalak ya jinê di hemû warên jiyanê de, û hemû
detabîrûn erênî ku wê bi hêz dike.

Şoreşa rûmetê ji bo bicîkirina azadî û
dadwerî û wekheviyê berdewam e