Leşkeriya Neçar ji bo Jinan Barekî Giran e



Leşkeriya Neçar ji bo Jinan Barekî Giran e

 


*Wijdan Nasîf

 



   “Leşkeriya neçar” ji bo
beşa herî mezin a ciwanên Sûrî yên temenên wan di navbera 18 û 40 salî de,
xemek rasteqîn e, ku di madeya çil û şeşan ji Destûra Sûrî dibêje ku ew :
“Erk û mafek e li gor yasayê tê sazkirin”. Ev şerê ku ev bû nêzî deh
salan berdewam e, bi hezaran ciwan ji herêmên di bin kontrola rejîmê de neçar
kirine ku bi her awayî dixwazin ji vî “mafî” û
  vî “erkê pîroz” birevin. Û xwe li
dever û gundên xwe de vedişêrin, da ku dewriyeyên polîsên leşkerî negihêjin
wan, pêşandana deftera xizmeta leşkerî li ser her xal, û hemû mameleyên li
dezgehên hikûmetê de, weke, tomarkirina zewacê, jinberdanê, mîratê û hwd.. ev
yek ji bo wan Kabûsek e rê li pêş kar û tevgera wan digire, û bi vî awayî ew
dibin barê malbatên xwe ji dêvla ku
 
alîkariya wan bikin di  rewşên
ewlehî û aborî yên dijwar de ku welat tê re derbas dibe. Û yê ji wan bi şens be
û ji welêt bireve derve, dê riya penaberiyê bigire li şûna mirina di şerekî de
ku ew nabîne şerê wî ye.

   Ji destpêka şoreşê, di sala 2011 an de, rejîmê
artêş tevlî şerê xwe yê li dijî gelê Sûrî kir, dema ku ferman da leşkerên
artêşê ku tifingên xwe ber bi sîngên malbatên xwe ve bidin. Û ji mehên destpêkê
yên şoreşê ve, xelkên Sûriyeyê çîrok li ser leşkerên ku di pişta serê wan de
hatine gulebaran kirin ji ber ku wan ew ferman cî bi cî nekirin vedigotin.
Lewma
  gelek ji leşkerên neçar, neçar man
ku çekên xwe ji dest deynin û bi salan li gund û bajaran xwe veşêrin, li benda
derfetekê bûn da ku birevin û xwe bighînin derveyî
  sînor, hin ji wan jî neçar man ku cudabûna
xwe ji artêşa Sûrî ragihînin, piştî ku diyar bû ku ew ne arteşa “rejîmê”
ye lê arteşa “Esed” e.

       Rejîm ti hejmarên fermî ji leşkerên ku ji bo
wê hatine kuştin, yan ewên tuşî astengdariyên herdemî bûne, nade.

   Û amarek
hûrgil ji bo ciwanên nêrza yên Sûrî, ku ji ber leşkeriya neçar reviyane nîne,
lê tê texmînkirin ku hejmara kuştiyan di nav artêşa rejîmê de,
  di neh salên borî de, gihaye dehên hezaran, û
bi sedên hezaran şervan
 reviyane da ku
ji hêla hemû aliyên şer ve neyên bikaranîn û nebin sûtemeniyek arzan. Bi
derketina wan ji welêt, Sûriyê hêza xwe ya mirovî, ku dewlemendiya wê ya sereke
ye, ji dest da. Û vê yekê bandorek wêranker li ser civaka Sûriyê kir, û barê
jinan girantir kir.

Li gel dirêjbûna vî şerê ku rejîmê wekî çareseriya
tekane di rûbrûbûna daxwazên gel ên rewa de hilbijartiye, gelek ciwanên Sûriyê
fêm kirin ku diruşma leşkeriya neçar : “welat, rûmet, dilsozî”, têgeheke
pûç e, û ji wateya xwe vala bûye, lê belê ev diruşm bûye sedema tinazên biêş
dema ku meriv li wateya wan peyvan difikire:
 
Ma “welat” ne bi wê wateyê ye ku zeviyek milkê Fermandarê
Giştî yê Hêza Çekdar û malbata wî ye?
      

    Gava ku ev
“rêber” gazî hemî dagirkeriyan dike ji bo kursiyê xwe biparêze, dê çi
“welatî” biparêzin? Çi “rûmet”
  ji bo wî leşkerê ku malbata xwe dikuje,
bajarên xwe dorpêç dike, û sivîlên wan birçî dihêle, heye? Ma ne
“dilsoziya” ku Artêşa Erebî ya Sûrî ya îdeolojîk tê wateya
“dilsozî” ji kesayetiya Esed û malbata wî re ye, û piştî wan ji
  “pêlavên leşkerî” yên efserên paye
bilind û berjewendiyên wan re, û
  ji
berjewendiyên hevkarên wan ji
  bazirganên
şer, çeteyên revandin, kuştin û madeyên hişbir?
 

   Bi dehên
hezaran ji ciwanên Kurd ku di temenê leşkeriya neçar de ne, ji leşkeriyê û ji
çarenivîsa xwe ya ne zelal ditirsin
.

   Ew bê hêvî û
bijarde mane, hevdem, li ezmûnên kesên pêş xwe dinerin, ji ber ku tevlî leşkeriyê
nebûn, hatin zîndankirin û îşkencedan, yan jî bê çi rahênan ji bo sengerên şer
hatin şandin
.

   Hin hene ku
zêdertirî deh salan e li benda bidawîhatina leşkeriya xwe ne, hinên din di
tabûtan de ji malbatên xwe re vegeriyan, ne dibû tabûtên wan jî vebin. Hinek jî
kêmendam vegeriyan
.

   Gelek dê û
bav li benda encama pişkinîna DNA ne, da ku bizanin zarokên wan li çi deverê
hatine binaxkirin
.

   Kabûsa
leşkeriya neçar tê xewnên kesên ji erk reviyayî, ku hin kes niştergeriyên
şêwandina ceste dikin, da ku ji leşkeriyê bên efûkirin
.

   Xwendekarên
zanîngehan jî di sala dawî ya xwendinê de şikestinê li ser derçûnê
hildibijêrin, û li bendê ne şer bi dawî bbibe û ji welat birevin
.

    Malbatên
dewlemend efûkirinê ji zarokên xwe re peyda dikin, an jî bertîlan didin da ku
zarokên wan dema leşkeriyê dûr ji deverên şer derbas bikin, ev diyarde jî bûye
deriyekî rizq
 ji bo hin efser û dezgehên
leşkerî, ku beriya 2011an jî gendelî di wan de hebû, lê şer baştirîn derfeta
wan bû da ku qezencan ji malbatên Sûrî li hundir û derve bikin, ku bedela leşkeriyê
giha heşt hezar dolar.

    Ne tenê rejîma
Sûriyê xort bi zorê rakişandine şer, lê belê tevahiya aliyên şer tirs û şantaj
bi mebesta biserbazkirina ciwanên Sûrî bi kar anîn
.

    Leşkerbûn jî
bû karek ji bo peydakirina rizq, ew jî li tevahiya deverên derveyî desthilata rejîmê,
ku çi bijardeyên din lê nînin, kesên naxwazin yan nikaribin çekê hilbigirin,
hemû riyên peydakirina debara jiyanê li ber wan tên girtin
.

    Zêdebarî wê
yekê, rêxistinên tundrew wekî DAIŞê û Nusra pişt bi ciwanên Sûrî girênedan, ew
jî ji tirsa têreçûna binyata wan ya rêxistinî, ku li ser bingeha dilsozî û
baweriyê ye bi projeyên li ser welatperwerî û sînoran
.

   Di nav xelkên
Sûriyê de
  pêkenokin xemgîn li ser reva
ji leşkeriya neçar ku ji hemî aliyên şer tê pesendkirin, nemaze li herêmên
rejîmê, tên
gotin.    

   Hin ji wan pêkenokan behsa wan ciwanên
ku cilûbergên jinan li
 li ber xwe dikin
da xwe veşêrin û neyên naskirin dikin , herwiha ji jinên li herêmên rejîmê re
tê gotin ku ew pir bi şens in ji ber ku jinên di vê serdema ku mêr bi darê zorê
dibin da ku di şer de bimirin. Wateya vê jî diyar e, ji ber ku kêşeya jinan ne
bebirçav e, naxwe çawa derdê dayîka ku di wê xemê de ye û naxwaze ku zarokên wê
zû bibin hijdeh salî, yan jî ew keça ku ji hezkiriyê xwe dixwaze da
  koçber bibe û jê dûr bibe da ku ji mirinê
rizgar bibe, û salên dûvdirêj ji temenê xwe di
 
bendewariyê de be ku roj bi roj hêviya hevdîtinê kêm dibe? Yan jî ku jin
nikarbe zewaca xwe tomar bike ji ber deftera xizmeta leşkerî ya mêr nîne, û bi
vê yekê ew mafê tomarkirina zarokan jî jidest dide. Çawa em dikarin kabûsên
dayikekê xeyal bikin ku kêferatê bi baweriya xwe re dike ku hilgirtina kurê wê
ji çekê re du egeran tîne pêş ; an wê kuştî be yan kujer be?

  Ji neh salan
ve, û bi veguhertina şoreşa Sûrî ku bûye şer, jinên Sûriyê tûşî hemû rengên
binpêkirinê tên, ji binçavkirin, kuştin, û koçberkirinê. Ew her û her
qurbaniyên şerên biçûk û mezin in, ew qurbaniyên çekên kilasîk û kîmawî ne,
qurbaniyên komkujiyan in, di dema ku barê malbatên xwe rakirine û bûne
”mêr”, li gor nerîna civakê ji rola mêran re.
        

   Lê leşkeriya
neçar ya bi zorê ji bo mêran re dimîne barekî giran, û kabûseke din e li wan
kabûsên ku nayên hejmartin ku tê de dijîn, zêde dibe.
 

 

 


*Ev gotar nêrîna nivîskar derdibre û ne merje ku nêrîna
Tevgerê be