Belavkirina Belgeyên Siyasî Ewlehiya Aborî û Peymana Civakî Li Gor Nêrîna Jinên Sûrî

Belavkirina Belgeyên Siyasî

Ewlehiya Aborî û Peymana Civakî

Li Gor Nêrîna Jinên Sûrî



*Sebîhe Xelîl 



    Roja 16 îlona 2020ê, Tevgera Siyasî ya Jinan a
Sûrî belgeya “Ewlehiya Aborî û Peymana Civakî û Nasnameya Niştimanî û Aştiya
Civakî” li gel Encûmena Pêwendiyên Derve ya Amerîkî li New Yorkê, bi beşdariya
hejmarek ji kesayetiyên
girîng û  yên ku girîngiyê bi rewşa Sûriyê didin belav
kir. Bi sedema bahora Coronayê, hevdîtin bi şêweyê online hat encamdan.

Ev çalakiya dawî û asayî ya Tevgerê di
çarçoveya rêzebelgeyên ku tevger kar li ser wan dike tê û armanc jê ew e ku
nêrîneke jinane derbarê rewşa Sûriyê hebe, û da ku em ji vê haleta bijareyî û
derza ku heye derbikevin ku nîrên şer û zordariyê derbarê şêweyê karê siyasî yê
klasîk ew bi ser me de sepandibûn. Lewra, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî dest
bi pêwendiya li gel jinên li hindurê welat kir û tişta ku em têve dan û handan
ku vê pêwendiyê bikin ew bû ku em Tevgerê bi binkeyên wê yên gelêrê ve girê
bidin û baweriyê û tebahiyê di navber hindur û derve de dirust bikin. Ji
aliyekî din ve jî, em wê dûrahiya di navbera bijarte û binkeyên gelêrî de kurt bikin.
Tişa balkêş ew bûye ku di yekek ji rûniştinên pêwendî û gotûbêjê de, beşdarekê
tertûbelabûna Sûrî, penaberiya neçarî û dijdarî bi hevokekê kurt kir, dema got:
“Pêwîstiya me bi wergêrekî heye di navbera jinên li hindurê welat û yên li
derve.” Vê
ravekirinê û ji bilî wê jî gotinên jinan hişt ku em armancên Tevgerê
bipêş bixin û êdî pêwîst e em van nêrîn, têz û êşan, derbarê mijarên cuda yên
ku dibin cihê nîqaş û gengeşeyên germ li ser rewşa Sûriyê, niha û di siberojê
de jî, bi amanet bigihînin navendên çêkirina biryaran, da ku nêrîna jinan tevlî
çareseriya siyasî ya çaverêkirî bê kirin.

Bi vê mebestê û hin
mebestên din jî, Tevgerê, di dema bêhtir ji sal û nîvekê, panelên nitimanî bo
jinên Sûrî ji paşxanên siyasî, civakî, olî û etnîkî yên cuda û ji tevahiya
herêmên Sûriyê bi rê ve birin. Ew panel jî li ser hejmarek mijar bûn, her wekî
Destûr, nûavakirin, vegera penaberan, peymana civakî, nasnameya niştimanî û
aştiya civakî. Panela herî dawî jî li ser ewlehiya aborî bû. Encamên wan
panelan jî bûne belgeyên siyasî ku Tevgerê karîbû, bi riya pêwendiyên xwe û
kenalên pêwendîdanînê, wan bigihîne platformên biryara navdewletî û xwecihî.

     Di belgeya dawî de ku derbarê ewlehiya
aborî bûye, jinan hêmanên jîngeha ewle di warê aborî de destnîşan kirin ji bo
rûbirûbûna berhengariyan di siberojê de, û rola wan di peydakirina asayişa
xwarin û avê de, û rûbirûbûna rewşa desthilatdarî û xizmetguzarî ya xirab de, û
paşketina xizmetguzariyên bijîşkî û zanistî. Ji ber ku li ser tevahiya xaka
Sûriyê, jina Sûrî derdê siyasetên koçberkirina bi darê zorê, û jidestdana
çavkaniyên mûçeyê û kêmbûna dahatan, û rikêf û kontrola hêzên De Facto li ser
wan çavkaniyan, di nav de jî rejîm, dikişîne. Jineke beşdar, asta bandora
dorpêçê û birçîkirina a ku rejîmê li ser herêmên ku li dijî wê şoreş kirine, li
ser jinan bi van gotinan kurt kir: “Di dema dorpêça Xoteya Rojhilat de, keçek
li hember torek ard, li şûna qelen, hat zewicandin.” Jinan herwiha tekez kirin
ku cengê coreyekî nû yên bazirganên cengê derxistiye holê, armanca wan jî kontrolkirina
Sûriyan ne, bi jin û mêran. Jinekê amaje bi kirîza sûtemeniyê kir û got: “Ji
bo ku ez cadeyê bibirim, ez neçar dibim ku 10 xulekan li bendî derbasbûna
tankerên neftê yên bazigan Qatirçî bim, paşê jî, destevala û bê mazot vedigerim
mala xwe. Ew pasa mazotê dikin û ew sûdê jê werdigirin.”

Ji aliyê xwe ve, jinekê
ji Efrînê got: “Em zeviyên xwe bi xwêdana eniya xwe û xwîna xwe cot dikin. Lê
dema mewsîma çinîn û dirûtinê tê, ew nahêlin em berhemên xwe biçinin û dest
datînin ser mewsîma zeytûnan.”

Di riya şopandinê re,
bandora kontrola mîrên cengan li herêmên cuda yên sûriyê  bi zelalî diyar bû. Ew çînek e ku hemû riyan
digirn ber xwe da ku sûdê bidest bixin. Beşdarekê ji Deraa ev yek zelal kir,
dema got: “Kî niha sûdê ji ewlehiya aborî werdigire? Berî lihevhatinê û piştî
wê jî? Tenê fermandeyê grûpê sûdê ji ewlehiya aborî werdigire.” Di demekê de ku
fermandeyên grûpan sûdê ji bazirganiya şer werdigirin, çînên din ên civakî ji
ber birçîbûnê dinalin, û têkçûna rewşa aborî li ba malbatên Sûrî gihiştiye astekê
ku êdî tirs ji nexweşiya malxwê heye. Anku çavkaniya dahatê an jî kesê
berhemdar di malbatê de. Beşdarekê ji bajarokê el-Selemiyê ev yek piştrast kir,
û got: “Hevjînê min malbatê xwedî dike û bi hemû hêza xwe hewl dide ku nexweş
nekeve da ku ji karê xwe nemîne.”

Bi rastî, jinan
hişiyariyeke siyasî siruştî nîşan dan, ku ezmûnên şer ew hişyarî kûrtir kirine,
bi taybet jî derbarê pirsên gendelî û hûrgiliyên mîkanîzmayên aboriya cengê û
pêwendiya wê li gel siyasetên guhertina demografîk ku li pey wê hatine.
Beşdarekê ji bajarokê Selqînê ev pêşketin di kesayetiyên wan de kurt kir û got:
“Em êdî pişta xwe bi xwe girê didin, û em mafên xwe nas dikin û em daxwaza wan
dikin û hewl didin wan bi dest xînin, ev jî yek ji erêniyên cengê ye.” Ji aliyê
xwe ve, koçbereke ku xelkê Dareya ye û niha li Siweyda niştecî ye, amaje bi
kiryarên rejîmê kir ku bi riya yasayên bêdad ên destdanîna ser mal û milkên
xelkê pêk tîne. Wê beşdarê got: “Rejîmê nîşana destdanînê daniye ser piraniya
mal û milkê malbata me. Tevahiya mal û milk li ser navê zilaman e, ew jî yan
girtî ne, yan jî koçberkirî ne. Birayê min hewl da babetê bişopîne, lê ew rastî
gelek guvaşan hat. Ez bawer im ku em rastî guvaş û gefê tên da ku em tiştê mayî
ji mal û milkên xwe bifiroşin.” Di heman demê de, beşdarekê ji bajarokê Selqînê
behsa pilanên koçberkirinê kir, û got: “ Em naxwazin li wan herêmên ku, em ji
bo wan hatine koçberkirin, niştecî bibin. Em dixwazin vegerin ser zevî û malên
xwe.”

Rasparteyên jinan di wê
çarçoveyê de hatin ku hêmanên ewlehiya aborî ji bisiyasetkirin û bileşkerkirinê
bên rizgarkirin û tundûtûjî bê rawestandin û piştevaniya aştiyeê di jîngehên
civakî yên xwecihî de bê kirin û karê sivîl bê kirin bi riya hin siyasetan ku
garantiyê bide ku em ji bo qonaxa xwebesatiyê bên veguhestin, dûr ji
yekdestiyê, û dirustkirina binyateke sazkirî ya yasayî dadmend û dadperwer.
Jinan mîkanîzmayên sizadanê li ser tawan û gendeliyê ji bîr nekirin û daxwaz
kirin ku her kesê ku destê wî di van tawan û gendeliyan de hebe bê sizadan.

Derbarê hêvî û omêdiyên
jinan bo peymaneke civakî nû, wiha diyar bû ku ew baş di şêwanên kûr ên ku ji
encama zordariyê di peymanê de hatine kirin, digihin, ji ber ku Dîktator
nasname di dilsoziya bo kesayetiya xwe de kurt kiriye “Sûriyeya el-Esed”, û
belge û gotar û baweriyên partiya el-Be`is wekî binkega nasnameyê li ser hemû
Sûriyan ferz kiriye. Dema Tevgera aştiyane li Sûriyê dest pê kir, ciwanên Sûrî
bi kur û keçan bi yek dengê bilind bang kirin: “Yek e, yek e, gelê Sûriyê yek
e.” Lê herî zû, bileşkerkirinê, ji encama serkutkariya rejîmê, ev pêşketina
balkêş hîn di destpêkê de têk şikand, û peymana civakî bêhtir jihev ket, û
nasnameya Sûrî tertûbela bû û vegeriya qonaxa pêş niştimanî. Jinek ev yek bi
van gotinan wesif kir: “ Êş me digihîne hev û hêvî me dike yek ”, û em dikarin
vê yekê wekî nîşan bibînin ku çarenivîsa hevbeş a gelê Sûriyê bi hemû çîn û
pêkhateyên xwe jinan têve dide ku kar ji bo avakirina peymaneke civakî nû bikin
ku tu aliyekî bidûr naxe, û mafên hemûyan garantî dike. Jinekê ji Seraqib bi
van gotinan ev rastî nîşan da: “Divê nasnameya niştimanî ya Sûrî ne tenê
taybet bi neteweya Ereb be, yan jî Kurd dê hest bi întîmaya xwe nekin û ew jî
wekî me Sûrî ne.” Piraniya jinên beşdar wiha dîtin ku cografyaya Sûriyê hemû
Sûriyan digihîne hev, û tirs û dilgiraniya ji dagîrkeriyan û artêşan û milîsan
li ser xaka Sûriyê nîşan dan.

Jinên beşdar hin
rasparte derbarê peymana civakî, nasnameya niştimanî û aştiya civakî pêşinyar
kirin ku em dikarin wan di van rasparteyên jêr de kurt bikin:

1.    Parastina serbixweyiya biryara Sûrî, û encamdana diyalogeke Sûrî-Sûrî bi
serpereştiyeke navdewletî bêyî desttêwerdana welatên derekî.

2.    Damezirandina çarçoveyên hevbeş ku rê bidin bi gihandina daxwaz û
pêdawîstiyên gelê Sûriyê bo ser maseya danûstandinan û derbaskirina wan bo nav
peymana civakî ya nû.

3.    Dirustkirina maseyeke diyalogê ya domdar di navbera tevahiya pêkhateyên
gelê Sûriyê de ji bo lêgerînê li xalên pevgihana civakî û siyasî.

4.    Yekkirina hewlên rêxistinên civaka sivîl ji bo xurtkirina hişyariya
giştî derbarê nirxên aştiya civakî û Dewleta hevwelatîbûnê.

5.    Dirustkirina çarçoveyeke cîbicîkar bo yekkirina nêrîn û armancên rewtên
siyasî û rêxistinên piştavan bo mafên jinê, ji bo dariştina nêrîneke hevbeş
derbarê pêşinyarên jinên sûrî li ser prosesa çareseriya siyasî li hindur û
derve.

6.    Dirustkirina komîteyeke yasayî ji aliyê dijberiyê da ku guh li
zerermendan û pêdawîstiyên wan bigire, û li ser dosyayên revandin, girtin, û
nependîkirina zorane raweste û vegera xwebexş û ewle û dîsan gihanheva malbatan
dabîn bike.

Tevî ku herdu belgeyên peymana civakî û
ewlehiya aborî mijara nîqaşê bûn, lê pirs berfireh bûn û li ser komîteya
destûrî û nêrîna jinan derbarê wê de, nûavakirin, nêrîna jinan li ser siberoja
welatê wan, hatin kirin. Herwiha pirs li ser rola jinan di desteya
danûstandinkar, û zanîna bêhtir derbarê arman û karên
Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî hatin kirin.
Herwiha şiyana Sûriyan bo dariştina peymaneke civakî nû û
derxistina nasnameyeke
niştimanî nû, û wekî nimûne pêkhateya Kurd û nêrînên ku me di vê derbarê de
wergirtine, cihekî mezin di rûniştinên panelê
de girtin. Herwiha li ser tehadayên li pêş jinên Sûrî li jêr desthilatên De
Facto de û li jêr bandora tevahiya cemserkariyên navherêmî û navdewletî de hat
rawestan.

Di dawiyê de, em dikarin bibêjin ku hin kes
rola jinê di qonaxên peydakirina aştiyê de di welatên ku cengê ew bêzar kirine
kurt dikin, wekî ku ew bişibin agirkujan ku tenê di dema şewatan de tên
bikaranîn, paşê jî, di dema aştiyê de, di qorzîkên paşguhxistî de tên
jibîrkirin. Wekî bersivdan li ser vê
nêrîna berteng, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, li ser bingeha
baweriya xwe bi hevbeşiya temam di jiyana giştî de û dariştina siberoja Sûriyê,
û bêyî veger ji rolên pêşeng ên ku jina Sûrî di dema dijberiyê de gerandin, û
şikandina rolên qalibkirî, kar dike. Jineke beşdar ev rastî derbirî û got: “Ez
qebûl nakim vegerim jiyana berê û
 fêrbûyî ku cudahî li dijî jinan dihat kirin…
Divê yasa bên guhertin”.