Raporta Komîta Peywendî û Çalakiyan


 Karê Komîta Peywendî û
Çalakiyan giringiyê dide peywendiyê bi Sûriyan re li Sûriyê û li derve, û bi
taybetî jinên Sûriyê.

Komîtê karê xwe ji
damezrandina tevgerê ve dest bi peywendiyê bi komine jinan li Sûriyê kir bi
rêya hejmarek ji endamên tevgerê yên li navçeyên coracor yên Sûriyê dimînin bi
armanca kar ji bo bihtirkirina hişiyariyê derbarê dawîn pêşhateyên siyasî û
têgehên jinan bi rêya gengeşe û danûstandin û pevguhertina nerînan.

Di destpêkê de kar bi
şêweyekî sereke giringî da endamên tevgerê yên li Sûriyê dimînin û bi rêya
têkiliyên kesayetî û pîşeyî (li gel rêxistinine civaka sivîl yan kombûnine
xwecihî yên jinan) yên endamên tevgerê li Sûriyê.

Di Berçileya 2018 de,
tevgerê dest bi lidarxistina civatine giftûgoyî bihtir rêxistinkirî bi komine
jinan li Sûriyê û welatên derdorê kir û di gengeşeyê de tekezî li ser babetine
destnîşankirî hat kirin û ew babet bi her komê re tê gengeşekirin û
pevguhertina bîrokeyan tê kirin ku li ser wê bingehê tevger kar ji bo encamdana
kaxezine siyasî di babetên li jêr gengeşeyê ne dike, û tevger dê van kaxezan
belav bike û dane li ber destê aliyên peywendîda, yên Sûrî û navdewletî. Û
herweha di wan civatan de danûstandinek tê vekirin û yek ji endamên tevgerê ya
şareza û xwedî xwendineke berfirek li ser babeta ku tê gengeşekirin
kurteşiroveyekê li ser babetê û dawîn pêşhateyên girêdayî wê pêşkêş dike û
dîtina siyasî ya tevgerê li ser wê babetê şirove dike, pişt re bersiva her
pirisiyar yan gotininan ji aliyê jinên beşdar di civatê de dide.

Serbarê vê yekê, jin ji
komên coracor ku hevtîtin û danûstandin bi wan re hat kirin hin pirisiyar û
bîroke pêşkêş kirin ku gengeşe pê dewlemend bû û li ser wê bingehê hin bîroke
tên danîn ku tevger dikare gingiyê bidiyê û tekeziyê li ser bike di karê xwe de
di pêşerojê de di civatine din yên giftûgoyî de û herweha di karê tevgerê li
ser asta siyasî de.

 

Ji destpêka vê çalakiyê
ve, hejmara kom û navçeyên ku civet tê de hatin kirin kêm û zêde dibû ew yek li
gorî pêşhateyên ewlekarî û meydanî bû ku dema li navçeyê pirosene leşkerî yan
tundiyeke ewlekarî hebûya ew yek xwedî bandoreke mezin li ser civatan hebû, ku silametî
û aramiya beşdarbûyan pêşekarî di berdewamiya lidarxistina van civatan de bû.

Tevger hevkariyê bi
endamên xwe yên li navçeyên ku civet lê tên lidarxistin dimînin dike herweha
hevkariyê bi rêxistinine civaka sivîl re ji bo hesankirina karûbarên lojistî
k û xwegihandin bo hejmareke
coracor ji jinan dike.

Di qunaxa bê de tevger
wê di lidarxistina van civatan û berfirehkirina wan de ji aliyê jiyografî ve li
gorî karînên xwe berdewam bike û eger rewşa ewlekarî alîkar bû, û da ku ev
civet bibin awayek ji bo pevguhertina zaniyariyan û bilindkirina dengê jinên
Sûriyê bi şêweyekî bihtir di karê siyasî yê tevgerê de.

Serbarê wê yekê wê
çalakîne mezintir yên tevgerê hebin û ta radeyeke mezin hevşêweyê civatên
navborî bin bi jinên Sûriyê re li welatên herêmî û rojavayî û yên ku endamên
tevgerê lê dimînin