Jinên Sûriyê Çi Peymana Civakî Dixwazin?


Jinên Sûriyê Çi Peymana Civakî Dixwazin?

 


Lîna Wefa‘Î , Endama Tevgera Siyasî Ya Jinan a Sûriyê, û Endama
Tîma Şêwirdariyên Siyasî ye

 

 

   Di 28ê Tebaxa 2020ê de, Tevgera Siyasî ya Jinan
a Sûrîiyê, di civînekê de bi navnê,”Siyasta Sûriyê bi Nêrîneke
Jinane”
  ku bi riya platforma Zoom
bi rêve çûye, û bi amedebûna Dewleta Meksîk, bi nûnertiya Sekreterê Yekem ê
mafên mirovan, nûnerê Şanda daîmî ya Dewleta Meksîk li ofîsa Neteweyên Yekbûyî
li Cenêvê,
  birêz Diego Ruiz Gallio,  pelika xwe ya sîyasî bi navê “Daxwazên Jinên
Sûrî ji bo peymanek civakî dadmend, nasnameyeke niştimanî
  giştî û aştiyeke domdar” derxist. Ev pelik
encama şêwirmendiyên bi 140 jinan re bû, ku ji 14 herêmên cuda yên hindurê
Sûriyê ne, ku li seranserî xaka Sûriyê, ji başûr heta bakur, û ji rojhilat heta
rojava ne.

 

      Pelik, ku di 28ê Tebaxê de hatiye weşandin,
çaremîn pelik bû ku ji hêla Tevgera Siyasî ya Jinsn a Sûrî ve hatiye
belavkirin, ji ber ku berê sê pelikên din, derbarê: Pêvajoya destûrî, vegera
penaberan, û nûvavakirin bi nerîna jinên Sûriyê ve hatibûn belavkirin. Ji ber
Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, li xwe girtiye ku
  dengên jinan bighîne aliyên biryarder, û  bîroke û daxwazên wan bigihînin navendên
çêkirina biryaran, da ku li ber çavan bên girtin. Ji bo vê yekê jî
 wê ji nêzî du salan ve dest bi pirojeya
civînên şêwirê kiriye.

 

  Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî bi bawer e ku
girîng e ku raya jinên Sûrî bighêje hemî cîhan û civaka navdewletî, û ji ber vê
yekê ew dixwaze ku pelikên xwe li Ewropa û Amerîka Bakur, û di rêxistinên Neteweyên
Yekbûyî de belav bike, herwiha bighînin Sûriyên têkildar bi pêvajoya siyasî û
danûstandinan, û di dawiyê de jî li Amerîkaya Latîn, Girîng e ku dengê me
bigihêje her aliyên cîhanê, û em pirsa xwe vebêjin, û daxwazên me, wekî jinên Sûrî,
ji bo Sûriyeya siberojê ya em dixwazin ragihîne.

 

   Pelika dawîn, di destpêkê de, behsa nêrîna
jinan li ser şêwazê peymana civakî ya ku niha û berê li Sûriye heye dike, ku
jinan tê de behsa peymana civakî ya neçar a ku ji hêla dîktatoriyeta li Sûriyê
ve hatîye damezirandin, dikin, ku tê de nasname bi dilsoziya reha ve girêdayî
bû, heta ku nav hate guhertin û bi navê dîktator ve hatibû girêdan, û ji welatê
me re tê gotin Sûriyeya Al-Esed. Herwiha behsa hatina şoreşa Sûriyê dikin
ku
  hewl da nasnameyeke Sûrî  nû, nasnameyeke niştimanî ya giştî ava bike,
ji ber vê yekê xwepêşanderan bang dikir: “Yek e, yek e, yek e, gelê Sûriyê
yek e”. Û çawa beşdarbûna di vê tevgerê de nasnameya Sûrî di van jinan de
pêşxist, dema ku ew çûn qada giştî ji bo beşdariyê di çêkirina siberoja Sûriyê
de bikin.

 

  Lêbelê, veguherîna şoreşa Sûrî, da bibe
şerekî çekdar, ji ber tundiya sîstematîk ku rejîma Sûriyê nîşan da, bûbû sedema
parçebûna nasnameya Sûrî, ji ber vê yekê gelê Sûriyê
 vegeriya nasnameyên beşî yên pêş-niştimanî. Û li
gor vegotina jinan, reftara grûpên çekdar roleke mezin di vê parçebûnê de hebû.
Danûstandina welatiyan li Xalên kontrolê yên ewlehî û leşkerî (yên kîjan alî
bin) li gorî herêma ku
  ew welatî jê ye
tê mamelekirin, ji bilî koçberiya di şerê Sûriyê de çêbû, ku parçebûna netewî û
taîfî di nav miletê Sûrî de zêde kir.

 

   Jinên Sûrî yên beşdar diyar kirin ku tiştê  ku me wekî miletê Sûrî dighîne hev, berî her
tiştî, xwesteka pêkvejiyanê û cografyaya yekparçe ye, her çend temenê vê
cografyayê tenê sed salin, lê rijdbûna miletê Sûriyê ku bi yek bin û yekîtiya
ax û gelê Sûriyê biparêzin, ew nîşana xwesteka pêkvejiyanê ye. Herwiha berjewendiyek
Sûriyan hevbeş heye, ji ber ku her herêmek ji herêmên Sûriyê pêdivîya wê bi ya
din heye. Tu herêm di
  Suriyê de nikare
serbixwe bijî di dema ku pêwistiya wê bi herêmên din heye. Sûriye, bi cografya xwe
ya niha ve, ji hêla aborî û ji hêla jiyanê ve hev temam dike.

 
Beşdarekê got:
« Êş me dighîne hev.» Beşdareke din jî got: «Krîz bi  xwe,  ew irîza ku em tê de derbas bûn, girêdanka me
ya hevbeş e. Ji ber ku kesek jê bêpar nema, ne dewlemend û ne hejar, ne jin û
ne jî mêr. Ev e tiştê ku me wek kesên Sûrî dike yek.
»

 

  
çarenivîsa me ya hevbeş li ser me ferz dike ku em peymanek civakî nû ava bikin,
peymanek me bighîne hev û nasnameyeke niştimanî giştgîr ava bike. Ev peyman
dikare tenê di bin çareseriyek siyasî berfireh de bê pêkanîn, ku aştiyek domdar
saz dike, û bi rawestandina şer dest pê dike û bi avakirina Sûriyeya yekbûyî
diqede. Êdî tê xwestin ku mafê vegerandinek bi rûmet, ewledar û xwebexş ji bo
koçberan bê
  dabînkirin. Ku vegera
penaban li cîwarên wan yên resen misoger bike, û dosyeya koçberkirina bi zorê
ji ber şerê çekdarî bi dawî bîne. Di heman demê de ev peymana civakî pêwistiya
wê bi nûvavakirinek dadmend heye, ku mafê kesên zirarmend biparêze, û herêmên
bi sedema şer wêran bûne ji nû ve bên avakirin, û ne ku ji bo meremên siyasî
were bikarînan.

 

   Hemî tiştê ku hatî behskirin divê bi
dadmendiya zayendî re têkildar be, ku mafên jinan yên veger û nûvavakirinê, û
mafên hemî kesên paşguhkirî
 li ber çavan
bên girtin. Herwiha divê destûrek bingehîn were danîn ku hestiyariya zayendî û
berjewendiyên
 çînên paşguhkirî, nemaze yên
jinan, li ber çav bigire.

 

  Bêyî
serbestberdana
  girtiyan, zelalkirina çarenivîsa
kesên bi zorê bêserûşûnkirî, û kesên revandî, û paşê bidawîkirina dosyeya
binçavkirina siyasî bi tevahî, û misogerkirina azadiya bîr û baweriyê, ne mumkin
e ku aştiyek domdar an peymanek civakî ya rasteqîn were avakirin.

 

  Yekîtiya
xaka Sûriyê – li gorî nêrîna jinan- dagirkirina piralî ya li Sûriyê bidawî tîne.
Heya ku deverên di bin desthiatên cuda hene, ev dever dê bibin sedema parçebûna
mgelê Sûriyê, û ev parçebûn bidawî nabe eger yekîtiya xaka Sûriyê venegere.

 

   Piştî
ku hemî xalên jorîn hatin pêkanîn, wê demê dê bikarin peymanek civakî ya rasteqîn
li ser bingeha têgehên hevwelatîbûnê ava bikin, û Sûriye wek Dewletek
  demokratîk ava bikin, Dewleta hevwelatîbûnê
ya bêkêmasî ji bo tevahiya
  hemwelatiyên
wê, bê cûdahî li ser bingeha nijad, ol û etnîkê de. Ev ji hêla jinên ku li
seranserê axa Sûriyê ne ve hate pejirandin.