Rûpelên Ronîdar ji Karê Jinan, Jinên Rawandayê Wekî Nimûne



Rûpelên Ronîdar ji Karê Jinan

Jinên Rawandayê Wekî Nimûne

 


*Celîle el-Turk


 

   
Yekîtiya parlemanî ya navdewletî di adara borî de lêkolîneke navdewletî
hevberdar belav kir, tê de jî rêjeya beşdarbûna jinan di parlemanên cîhanê de
nîşan da.

  
Ji dema konferansa navdewletiya çaremîn a jinan sala 1995an li Pekînê,
Yekîtiya jinan salane hewl daye rapor û lêkolînan derbarê arasteyên vê pirsê
belav bike.

   
Di deh salên dawî de, yek welat di pêşengiyê de ye, ew ne li Ewropa yan
Amêrîka Bakur de ye, belkû li navenda Efrîkayê, ew jî Rawanda, ku rêjeya
beşdarbûna jinan di parlemana Rawandî de di navbera 60-64% de ye.

   
Yekîtiya parlemanî ya navdewletî, ku kar li ser bihêzkirina demokarsî û
piştevaniya parlemanên cîhanê dike, bilindtirî rêjeya beşdarbûna jinan di
parlemanê de li Rawanda dît, ew jî li ser asta navdewletî bûye.

   
Ne tenê parleman, belkû rêjeya jinan di encûmena wezîran de 50% ye, 44%
ji kursiyên encûmenên bajêran jin li xwe girtine, û nîvê dadwerên dadgeha
bilind jin in. wate, li gor welatên Efrîka û welatên din ên cîhanê,  rêjeya beşdarbûna jinan di navendên
biryardanê de li Rawanda diyar û pêşketî ye.

   
Dibe ku ev zaniyariyên pêşengiya Rawanda li asta navdewletî gelek kesan
matmayî bihêle, bi taybet piştî şerekî navxweyî xwînrêj, ku zêdetirî milyon kesî
kirin qurbanî.

   
Piştî vê serdemê, Rawanda bi alîkariya jinan bi pêş ket, û paytexta wê
Kigali nasnavên navdewletî bi dest xistin, wekî bajarê herî ewle di kîşwerê de,
û paktirîn paytextên Efrîka, û sîmbola geşepêdana hevçerx a Efrîkî.. lê gelo ev
çawa rû da? Mirov jî çi dersan ji vê ezmûnê werdigire?

  

ŞERÊ NAVXWEYÎ Û KOMKUJIYÊN XWÎNAWΠ

   
Di buhara sala 1994an de, çemê Nîl ji xwîna welatiyên Rawanda sorb bû.
Yek milyon kes di heyama çendîn mehan de hatin kuştin, ew jî bi komkujiyên hovane,
ev yek jî encama şerê dîrokî yê navbera hozên Hutu û Tutsi, ku ev şer vedigere
serdema dagîrkirina Ewropî.

   
Di şeşê Nîsana wê salê de destpêka komkujiyan bû, ku êrîşeke mûşekan li
ser firokeya serok Habyarimana ( ji hoza Hutu) hate encamdan, hemû kesên li ser
firokeyê canê xwe ji dest dan.

  
Hutu ev yek xiste sitûyê  Tutsi, û
biryar da tola xwe vede, di encamê de termên xelkê li cade û di nav avê de kom
bûn.

   
Dudiliya civaka navdewletî bû sedema lezkirina alozbûna pirsê, proseyên
kuştin û jinavbirina bi kom ta wekî dawiya hezîranê berdewam bûn, ew jî piştî
ku Encûmena Asayîşê hêzên navdewletî bi serkêşiya Fransayê şandin wir.. hevdem,
Bereya Niştîmaniya Rawanda ku ji hoza Tutsi bû, karî zora hêzên Hutu bibe,
lewma jî berpirsên hikûmî û serbaz û milîs ku sedema komkujiyan bûn, reviyan.

  

ÇAKBÛN Û SERÎHILDANA EFSANEYA TEVGERA
JINANE
 

   
Di dawiya sala 1996an de, piştî ku şer bi dawî hat, dadgehkirina
berpirsan bi tohmeta komkujiyan dest pê kir, ku ta sala 2000an, sed hezar kes
hatin tohmetbarkirin, ew jî di encama bicîkirina sîstema dadweriya hevbeş de,
ku bi navê dadgehên (Gacaca) hatin naskirin.

    Proseya
nûavakirinê hevdem li gel dadweriya veguhêz dest pê kir, ku eger e ev yek bibe
nimûneyek ji gelên rastî rewşên wisa hatine.

   
Jin rolên sereke di komîteyên rastî û lihevkirinê de lîstin, ku li ser
asta civaka xwecihî kar dikirin, di wan komîteyan de jî, jin dadwer û rêveber û
şahid bûye.

   
Bi hatina sala 2012an, dû milyon tohmetbar çûne ber van dadgehan,
dadgehên navdewletiyên tawanan jî li dûv kesên ku destên wan di komkujiyan de
hebû çûn, û 29 hukim derheqê 33 tometbaran de derxistin, ji wan jî serkirdeyên
leşkerî û siyasetvan û medyakarên ku reviyabûn dervî welat.

   
Piraniya qurbaniyên şer li Rawanda zilam bûn, 70% ji welatiyan di qonaxa
paş şer de, jin bûn, lewma jî jin hewl da malbatên xwe biparêzin û zarokên sêwî
jî li xwe girtin, û grûpên piştevaniya bîjinan damezrandin, ji proseya pakkirinê
jî çûne proseya nûavakirinê, çandina zeviyan, û karên bazirganî jî kirin, û
karîn hevsengiyê vegerînin welat.

   
Li ser asta siyasî, gelek desteyên yasadarên Efrîkî pişt bi pransîpa
kota jinane girêdan, lê yek ji wan welatan jî negiha asta Rawanda, lewma jî ev
welatê piçûk ji cîranên xwe li ser asta cenderî cuda bû, ev yek jî bandoreke
erênî xiste li ser geşbûna wî.

    
Rawanda yasayên kevinên babanî ku di gelek civakên Efrîkî de bicî dibin,
betal kirin, wekî yasaya rêgiriyê hember mîrata jinê ji erdê re.

   
Desteya yasadanînê projeyasayên bidawîanîna tundiya navmalî û reftara
xirab li gel zarokan derxistin. Komîteyên pspor jî hewl didin yasayên nû li gel
destûrê biguncînin, ew jî bi riya betalkirin an destkarîkirinê li ser tevahiya
yasayên cudahiyê dijî jinê.

   
Di encamê de, yasayanên parastina mafên jinê hatin danîn, destûra sala
2003yan jî beşa jinê di navendên biryardanê de bi rêjeya 30% destnîşan kir, partiyên
siyasî jî beşên xwebexiş xwe ji bo kandînên jin di lîstên hizbî de destnîşan
kirin, îro jî jin 61.3% ji endamên parlemanê pêk tînin, ku bilindtirîn rêje ye
di cîhanê de..

  
Profesor Swanee Hunt, mamostaya zanistên siyasî li zanîngeha Harvard, di
pitrûka xwe de ( Serîhildana Jina Rawandî) zelal dike ku têkoşîna jina Rawandî
û hewlên wê ji bo bidestxistina vê rêjeya bilind di parlemanê de, ne ji bo
navdariyê bû, belkû ji ber ku jinan li Rawanda biryar dan di riyeke nû û taybet
re biçin, û hemû jî li ser yekrêzkirina jinan hember pirsgirêkên giştî li hev
kirin.

   
Yek ji nimûneyan jî, komkirin û amadekirina jinan ji bo pirsên jiyana
rojane ya welatiyan, wekî guhdana tendirustî, niştecihbûna guncav, debara
jiyana hejaran û şiyan û jêder û zehmetiyên wan.

   
Xwebaweriya jinê û yekrêzbûn û hevgirtin li ser guhertin û afrandina
rastiyeke nû berûvajî serdema şerê navxweyî, fakterê sereke bû ji bo çakbûn û
serkeftinê.    

   
Hewlên jina Rawandî di serdema çakbûnê de, bûne sedema wê yekê ku bal bê
kişandin li ser pirsên aborî û civakî, di encamê de jî çareserkirina
pirsgirêkan, wekî:

   
Tawanên destdirêjiya sêksî, wekheviya herdu regezan di pêwendiya hevjîniyê
de, rola jinê wekî pêşrewek di biwarê sermayedarî de û rêxstin û rêvebirina
projeyên aborî, mafê keçan di xwendin û derbirînê de.

  
Li jêr sîbera van tiştan, û piştî karekî meydanî dûvdirêj, û hevdîtin li
gel jinên Rawanda, Hunt giha wê encamê û tekez kir ku beşdarbûna jinên welat di
pêşengiyê de,  riya çakbûnê ye ji
pirsgirêkên civakî, her çend aloz bin.

   
Ew nîşan da ku ezmûna Rawanda ku li ser riya serkeftin û geşbûnê diçe,
di biwarên aborî û civakî de, serkeftî ye..

 

AWIRIK LI SER GEŞEPÊDANÊ LI
RAWANDAYA ÎRO
 

   
Rawanda gavên mezin li ser riya geşepêdana mirovî avêtin, ku di Sibata
2019an de yekemîn heyva destkir şande gerdûnê, ew jî da ku internet bigihe
dibistanên dûr, û bi mebesta bihêzkirina derfetên geşepêdan û fêrkirina nifşê
nû.

   
Biryar e ku piştî vê gavê, heyveke duyemîn bê şandin, ew jî ji bo
lêkolînên asmanî û komkirina zanyariyan li ser jêderên avê, karesetên sirûştî,
cotyarî û seqanasî.

   
Li gor Sebeta Diravan a Navdewletî, Rawanda bû yek ji aborên herî pêşeng
ji aliyê leza geşbûnê ve, bi rêjeyeke salane zêdetirî 12% hin caran. Gelek
pspor jî dibînin ku Rawanda bû dewleteke nimûneyî di biwarên geşepêdana aborî û
pilandananê de.

   
Neteweyên Yekbûyî behsa aliyê şerê dijî gendeliyê û çaksaziya aborî
dike, û dibêje ku “ Rawanda li ser dirustkirina jîngeheke bê gendelî û
paytexteke pak û hikûmeteke ku baş tê birêvebirin handa, Dewleta Rawanda bi
riya wê hikûmetê hewl dide bala veberhemhênana biyanî bikşîne”.

  
Banka Navdewletî jî pesnê Rawanda da, ji ber ku karî pêşketineke berçav
û cihê serbilindiyê bi dest bixe.

   
Bilindtirîn rêjeya perwerdeya neçar ji xwendekarên qonaxa seretayî re li
ser asta Efrîka li Rawanda ye, ku 99% ji xwendekaran li 99% ji dibistanan
pabend in. UNICEF jî pesnê vê yekê da, ji bilî kêmbûna rêjeya mirina zarokên
sava ta bi nîvî (ku pîvereke girîng e derbarê geşepêdana welatan) ew jî ji sala
2000an ve.

   
Medyaya navdewletî û xwecihî jî pesnê Kigali, paytexta Rawanda, dide, û
weke Singapore ya Efrîka bi nav dike, ew jî ji ber rênimayên gelek û karê zêde
ji bo başkirina rewşa civakî û jîngehî, wekî başkirina rewşa rûniştvanên taxên
hejar, û başbirêvebirina pirsa gilêşê, herwiha qedexekirina tûrên plastîk, û
rêgirî hember çigarekêşanê li deverên giştî.

  

DERS Û SÛD A BÊ WERGIRTIN

   
Navê Rawanda di bûltenên nûçeyan û semînarên navdewletî de, girêdayî
şerê navxweyî bû, herwiha paşketin û hovîtiyê, ku ev dîmen di encama şerê
navxweyî de dirust bû. Lê piştî çend salan ji bidawîhatina aloziyê, ev dîmen bi
temamî hate guhertin, pêşketina Rawanda jî nimûneyeke  geşbûn û lihevkirina pêkhateyên civakê ye, û
derbaskirina nakokiyan e.

  
Sîmona Vîzotskî pspor û lêkoler di karûbarên aştî û çareserkirina
kirîzan de dibêje : “beşdarbûna jinê di danûstanidnên çareserkirina kirîzan de,
derfetên rêkeftinên aştiyê zêdetir dike, û bihêztir û hevsengtir dibin, li
Rawanda jî ev yek bi cî bûye”.

   
Ev welatê ku li ser tevahiya astan bi pêş ketiye, belgehek e ji hemû
gumanbaran re, çiqasî beşdarbûna jînê di pirsa giştî de girîng e, û di hemû
biwarên jiyanê de, siyasî, aborî, civakî û rewşenbîrî.

  
Vîzotskî dibêje: “piraniya caran jin weke qurbaniyeke şer û aloziyê lê
tê nerîn, ku bêhêz e. Lê ev bawerî nerîneke şaş e li ser jinê, ku dikare bihêz
be û bandora wê mezin be, ji bo bicîkirina aştiyê û nûvakirina welat”.

    
Ezmûna Rawanda nîşan da ku nûavakirina dewleteke pêşketî, û avêtina
gavan berve pêşketin û geşepêdanê, tevî hebûna dîrokeke xwînawî û tund, herwiha
zordarî û şerê çekdar, tiştekî rasteqîne û berdest e.

    
Eger em vê yekê bidin ber rastiya xwînawî li Sûriyê ji sala 2011an ve,
tevî ku jin buhayê herî mezin di şer de da, lê ew ji navendên biryardanê dûr e,
û di danûstandinan de bi awayekî berçav nebeşdar e, derfetên pêwîst ji bo
bihêzkirinê jî wernagire.

  
Sûriyê di dawiya lîsta sala 2020an ya Yekîtiya Parlemanî ya Navdewletî
de ye, ji aliyê beşdarbûna jinê di parlemanê de, tevî ku gelek hokarên destpêkirinê
û şiyanên ne diyar û zêdetir ji Rawanda jî li wî welatî hene, pêwîstiya wan
şiyanan tenê bi çalakirinê û danînê li ser riya rast heye. Tiştê kêm ji jinan
xwebawerî û balkişandin li ser xwestek û destpêşxeriyê ne.

   
Jinên Rawanda nîşand dan ku dema jin di çalakiyên bicîkirina aştiyê de beşdar
bin, û piştevaniya pêwîstî û bihêzkirinê ji wan re hebe, dê çi rû bide. Bê
guman, divê ev ezmûn nimûneyek be li ser asta cîhanî, ku jin dikarin roleke
girîng di bicîkirina aştiyê û parastina wê de bibînin, herwiha di dadweriya
veguhêz û nûavakirinê de.


 

 
Ev gotar nêrîna nivîskar derdibre û ne merje ku nêrîna Tevgerê be