Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê gurkirina leşkerî li Idlibê

Gurkirina êrîşên leşkerî ji aliyê Rêjîm û hevpeymanê xwe yê Rosî li ser navçene coracor yên parêzgeha Idlibê berdewam dikin, şeva borî rastî taxên niştecîbûnê li navenda bajarê Idlibê hatin, di encamê de hejmarek kes qurbanî û birîndar ketin, piraniya wan jin û zarok in, serbarî ziyan û têkbirina avahînan û jêrxanene sivîl.

Ev hilmeta leşkerî binpêkirinek e ji rêkeftina Kêmkirina Gurkirinê, û berdewamiyek e ji aliyê Rêjîmê ve, bi piştevaniyekê ji hevpeymanên wê, di bicîkirina stratejiya gurkirina leşkerî de weke alav ji bo dûrketin ji tevlîbûnê dinava her proseyeke siyasî de.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bang li welatên Gerentor bi taybetî, û Civaka Navdewletî bi tevahî dike, ji bo bi berpirisiyaretiya xwe rabin û helwesteke zelal ji van kiriyaran bistînin, û pêngavine cedî û berçav bistînin ji bo parastina sivîlan û ji bo xistina fişarê li ser Rêjîm û hevpeymanên wê ji bo pabendiyê bi rêkeftinên imzekirî, û kar ji bo ektîvkirina Proseya Siyasî tevahîdarane careke din li gel gerentiya lêpirsîn û sizadanê.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekeziyê li ser helwesta xwe ya li dijî terorê bi hemû şêweyên wê dike, di heman demê de navlêkirina civakekê bi tevahî bi navê terorê bi behaneya derbasbûna şanene terorê dinava wê civakê de yan kontirolkirina wê civakê, red dike, û tekeziyê li ser wê yekê dike ku ewlehiya sivîlan û silametiya wan divê di dema rûbirûbûna terorê de berçav were birin, ango nabe şerê rastewxo li ser taxên niştecîbûnê weke alav ji bo wê yekê were bikaranîn.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê serbilindiyê bi hewlên Kumsipiyan di rizgarkirina qurbaniyan de dike, bi bîr tîne ku berdewamiya operasiyonên leşkerî li Idlibê, ya ku bihtirî 3.5 meliyon welatiyên Sûriyê vedihewîne ku piraniya wan ji navçeyên xwe berev bakur ve koçber bûne, wê karesateke mirovahî encam bide û bandora wê dê bighêje welatên derdor û navçeyê û derveyê wê jî.

Dilovanî ji bo Pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo Gelê me yê giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

15ê Adarê, 2019