Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbarê gurkirina leşkerî li Sûriyê

Di çend rojên borî de, gurkirineke leşkerî dirindane ji aliyê Hêzên Rêjîma Sûriyê bi piştevaniya hevpeymanên xwe û bi taybetî Rosiya, rûda, armanca gelek navçeyan li Sûriyê kir û bi taybetî Xûtaya Rojhilat û Idlib, ku di encamê de komkujî hatin pêkanîn, tê de bi dehan sivîl bûne qurbanî û hejmareke mezin birîndar bûn, ev gurkirin dixwaze piroseya siyasî sînordar û asteng bike û dîfaktoyê li ser Opozisiyona Siyasî biçesipîne da ku çareseriyên ku ne di asta daxwaziyên Gelê Sûriyê de ne, bipejirîne.

Balafirên Rêjîmê bi palpiştiya Balafirên Şerker yên Rosiyê armanca navçene niştecîbûnê û navendên Jîndar û Xizmetguzariyê û yên Pizîşkî û navendên Berevaniya Sivîl a Sûriyê kir, tê de hemû corên çek û cebilxaneyên giran, serbarî Çekên Kîmawî û bi taybetî Gaza Kilorîn bikar anîn, ew yek bû sedema tengehenasiya hejmarek kesan nexasim li Seraqib û Xûtaya Rojhilat, û Roja Sêşemê, 6ê Sibata 2018an li Xûtaya Rojhilat rojeke xwîndar bû ku bihtirî 80 qurbaniyî hatin belgekirin, di nav wan de gelek jin û zarok hebûn.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de daxwaz ji Civaka Navdewletî dikin ku ji bêdengiya xwe derbarê van komkujiyên derheqê sivîlan li seranserî Sûriyê tên encamdan derkeve, û bi erkên xwe yên mirovî û reweştî û yasayî rabe, ji bo rawestandina sûlava xwînê û destwerdanê bi hemû awayên berdest bike ji bo xistina fişarê ser Rêjîm û Rosiyê ji bo rawestandina hilmetên leşkerî, yên ku dixwazin Gelê Sûriyê danin li pêş bijardeya razîbûn bi mana Rêjîmê yan mirinê.

Serkeftin ji bo Gelê me yê Sûriyê yê Giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

7ê Sibata 2018an