Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê pêşhateyên dawî li Bkur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê

Di pêngavekê de ku pêşbînîkirî bû, Hikûmeta Turkiyê biryar da ku hêzên xwe bişîne da ku derbasî Bakurê Sûriyê ji bo du armancan bibe: Ya yekem şerê ku ew nav lê dike şerê terorê, û ya duyem avakirina Navçeyeke Aram li ser dirêjahiya sînorê bakur û bi kûrahiya 30km. Ew operasiyon bi beşdariya hejmarek ji grûpên piştevankirî ji Turkiyê, û piştevaniyeke asmanî û topbarankirina pêgeh û bajaran, tê encamdan, ew yek bû sedem ku bihtirî 130 hezar kesî ji nişteciyên navçeyê û bi taybet ji Kobanî û Girê Spî û gundên derdora wan derbider bibin.

Pêngava yekem ya ku Turkiyê ji zû ve li bendê be, çiraya kesk ya Emerîkayê, û vekşana hêzên Emerîkî ji hêla sînorî berev Reqa û Dêrazorê, hevdemî ragihandina Tramp ji bêsûdbûna mana hêzên welatê wî li Sûriyê piştî jinavbirina DA`IŞê bi alîkariya QSD, bû, mîna bêsûdbûn ji mana di şerine berdewam ku xizmeta berjewendiyên Emrîkî nake, ew yek jî fermanek bû ji Turkiyê re da ku hêzên xwe yekser derbas bike.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de dibînin ku tişta li tevahiya Sûriyê bûye û dibe, nayê cudakirin, û nabe rewşa navçeyekê were xwendin bê vegerekê li pêşhateyan li navçeyên din. Turkiyê nikare bê razîbûnê ji gerentorê Rosî, herweha ji Emerîka ya ku hêzên xwe vekişandine, destwerdanê bike.

Tişta niha li Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê rûdide, cuda nabe ji tişta ku niha li Idlibê dibe, tê xuyakirin ku çiraya kesk ji bo Rosiya tê dan û pê re jî Rêjîma Sûriyê ji bo derbasbûna navçeyê, weke ku rêkeftineke peevguhertina navçeyan heye mîna ku beriya niha navbera hersê hevpeymanan de (Turkiye – Rosiya – Îran) ji bo dabeşkirina desthilatdariyê li navçeyên Sûriyê encam dayî.

Herweha em dibînin ku li jêr siya berdewamiya pêşketina vê rewşê, eger li ser qada erebî be ( banga hin welatan di Komkara Erebî de ji bo vegerandina Rêjêma Sûriyê bo himbêza Komkarê), herweha hevdemî banga QSD bi rêya Rosiya bo rêkeftinekê ji bo radestkirina navşeyan bo Rêjîma Sûriyê ku dest bi şandina artêş xwe bo navçeyên kontirola QSD kiriye, ev hemî pêşhate dê rê bidin vegera rewatiya Rêjîmê bi rêya siyaseta dîfakoyê, û hewla vegera rewşê bo beriya sala 2011an, ji aliyê deshilata Rêjîma Sûriyê li ser hemû xaka Sûriyê û dabînkirina sînor bi Turkiyê re.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de dixwazin tekeziyê li ser prensîpên tevgera xwe bikin, ku:

– Yê ku bacê tadîne sivîlên Sûriyê ji hemû aliyan in çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yan li Idlibê be, û divê kar yekser û bê hêdîbûn were kirin ji bo xistina fişarê li ser Neteweyên Yekgirtî û welatên xwedî bandor ji bo gerentiya parastina sivîlan û dûrketin ji karesatên bihtir.

– Redkirina siyaseta guhertina dîmuxrafî ku hemû alî û welatên kara di şerê Sûriyê de pêk anîne û pêk tînin, ev siyaset tê wateya şerekî berdewam, û astemkirina gehiştin bo cêgîriyê çi niha be ya di pêşerojê de be, ew yek weke bombeyeke amadekirî ye ku dê gelek caran biteqe.

– Redkirina hemû şêweyên destwerdana biyanî di Sûriyê de, çi piştevan be ji Rêjîmê re yan ji grûpên din ên çekdar re û bi çi behaneyê be jî û ji bo çi armancê be jî, ev destwerdan tenê dagirkerkerî ne, dê bandoreke dûr li ser her hewleke dubareavakirinê yan xwedîderketin li berjewendiya gelê Sûriyê ya taybet dûr ji berjewendiyên welatên din, bike.

– Redkirina siyaseta istixlalkirina penaberan li welatên ku xwe lê girtine, gerek penaberî hewlek ji bo bidestxistina rûmeta jidestdayî li welêt be, nabe rûmeta sûriyan di lawaztirîn rewşa wan de were beravêtîkirin, û ew yek weke gefeke berdewam ji bo welatine din yan ji bo welatên ku xwe lê girtine weke kaxezeke siyasî di milmilaniyên navbera partiyan de were bikaranîn.

– Redkirina siyaseta koçberkirina bi neçarî ya nişteciyan, û kar li serbicîkirina cêgîriyê were kirin ku gerentiya guhdana bingehîn were bike, û bi taybet ji bo jin û zarokan yên ku ne aliyek in di leşkeriyê de.

– Redkirina vegerandina rewatiyê ji bo Rêjîmê li jêr çi navî be yan li jêr çi behaneyê be, û redkirina ferizkirina vê rewatiyê weke dîfaktoyeke giring ji bicîkirina cêgîriyê, û em tekez dikin ku ferizkirina vegerandina rewatiyê xiyanet e ji xwîna sûriyan û şoreş û daxwaên wan bi azadî û dadwerî û rûmetê re.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, daxwaz ji Civaka Navdewletî û hemû aliyên peywendîdar, û bi taybet aliyên Sûriyê yê xwe weke nûnerê sûriyan dibînin, dikin ku li dijî destwerdanên leşkerî derkevinm û red bikin û kar ji bo vegera rêya danûstandinan ji bo bicîkirina cêgîriyê û bidawîkirina şerê ku dirêj kir, bikin, ew yek jî bi rêya kar li ser bicîkirina Veguhestina Siyasî û bicîkirina dîmuqratiyê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û revandiyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbûha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Duşem 14ê Cotmeha 2019an