Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Di bîranîna êrîşa kîmawî li ser Xan Şêxûnê de

Salek li ser êrîşa Rêjîma Esed li ser sivîlan li Xan Şêxûn li Parêzgeha Idlibê pêk anî re derbas dibe, tê de çekên kîmawî di binpêkirineke bêmînak de ji mafê mirovan û yasayên navdewletî û biriyarên navneteweyî re, ku derdora sed kesî bûn qurbaniya wê, bihtirî çaryekê wan zarok bûn. Ev êrîş tawaneke din e li lîsteya tawanên ku Rêjîmê pêk anîne û berdewam pêk tîne ku dighe asta tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê li pêş çav û bihîstina hemû cîhanê bê ti lêpirsîn yan sizadan yan standina ti tedabîrên ektîv ji bo rawestandina wê.

Ev êrîşa kîmawî li Xan Şêxûnê yek ji bihtir ji dused êrîşên belgekirî bû tê de Rêjîmê çekên kîmawî li dijî Gelê Sûriyê pêk anî ji wan bihtirî deh êrîşan di sala borî de pêk anîn. Û tevî derketina hejmarek raport ji aliyê Komîta Vekolînê ya Serbixwe ya taybet bi Sûriyê û pêkanîna Rêjîmê ji kiriyarine ku dighin asta tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê piştrast kir ji wan raportan raporta Komîtê di 8ê Tebaxa 2017an ku tê de Komîtê dît ku “Hin sedemên necihê gumanê hene em dikarin bêjin ku Hêzên Sûriyê êrîşî Xan Şêxûnê bi Bombeyeke Sarînê … di sibeha roja 4ê Nîsanê kir, Ew yek dibe tawaneke cengê …herweha bikaranîna Hêzên Sûriyê ji Sarînê re Rêkeftina Qedexekirina Nûkirin û berhemînan û Embarkirin û Bikaranîna Çekên Kîmawî û Têkbirina wan Çekan bin pê dike, herwiha biriyara Encumena Ewlekariyê 2118 (2013) bin pê dike”, Lê Civaka Navdewletî ti tedabîr yan amadekarî ji bo rawestandina kiriyar û tawanên Rêjîmê nestnadine.

Em îro, di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, dubare daxwaza ektîvkirin û bicîkirina hemû biriyarên navdewletî girêdayî bi Sûriyê di nav de ew biriyarên girêdayî bi sizadan û lêpirsîna pêkînerên tawanan û bi taybetî madeya 21an ji biriyara Encumena Ewlekariyê 2118 ku dibêje “Eger ew biriyar bicî nebû, di nav de veguhestina çekên kîmawî bê erêkirin, yan bikaranîna her kesî li Komara Erebî ya Sûriyê ji çekên kîmawî re, dikin, Wê demê wê tedabîr li gorî beşê heftan ji belgenameya Neteweyên Yekgirtî werin sepandin.

Û em bang li Civaka Navdewletî dikin ji bêdengî û bêxemiya xwe derbarê karesata gelê me derkeve û fişarê bixe ji bo rawestandina van komkujiyên kirêt ku derheqê Gelê Sûriyê de ji heft salan ve tên pêkanîn ji bo rawestandina vî şerî yê ku piraniya qurbaniyên wê sivîl in ku hemû corên tawanan li ser wan hatine pêk anîn di nav de girtina hovane û işkencekirin û koçberkirina bi neçarî û bombebarankirin û kuştin bi hemû corên çekên normal û yên qedexekirî li ser asta navdewletî.

Armanca me bêrê û hîn jî Sûriye dewletek be hemû Sûrî tê de xwedî azadî û dîmuqratî bin di dewleteke li ser bingeha dadwerî û yasa û hemwelatîbûna yeksan de, lê ev yek nayê pêkanîn madem tawankar û pêkînerên tawanên cengê di kuştin û koçberkirina Sûriyan de bê ti rêgirî û sizadan li ser kiriyarên xwe, berdewam in

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo gelê me yê Giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

5ê Nîsana 2018an